KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w18 Nîsan rûp. 30-rûp. 31 abz. 3
  • Pirsên Xwendevana

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Pirsên Xwendevana
  • Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
  • Têmên Mîna Wê
  • Rêberî bona Lêkolînê
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Em Dikarin Alîkariyê Bistînin
    Hişyar Bin!—2020
  • Şîretên Bîlan bona Jîyîna Herrojî ser JW.ORG
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2022)
  • Bide Xebatê jw.org Wedê Dannasînkirinê; “Bibe Dostê Yahowa”
    Qulixkirina Meye Padşatiyê 2015
Hê Zêde Binihêre
Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
w18 Nîsan rûp. 30-rûp. 31 abz. 3
Edebyetên Şedên Yehowa kîjan ku xweykirî ne îzin tune wekî ser malperên şexsî bikin

Pirsên Xwendevana

Çira îzin tune wekî edebyetên Şedên Yehowa bikine ser malpera xweye şexsî yan jî malperên din?

Em edebyetên xweye ser hîmê Kitêba Pîroz bê pere bela dikin, û lema hinek difikirin ku îzin heye wan edebyeta kopî bikin û bikine ser malperên din. Lê ew yek miqabilî Qeydê Xebitandinaa malperên me ne, û problêmên mezin pêşda tîne. Vî Qeydê Xebitandinêda zelal tê gotinê, ku îzina tu kesî tune wekî “şikil, edebyetên elektronîk, miqam, têkst û vîdêo” ji malpera me, bikine Întêrnêtê (ne jî li ser rûpêlên belakirinê, ne li ser malperên sosîalî û ne jî li ser tu malpereke din). Çira îzin tune wan tişta bikin?

Edebyetên Şedên Yehowa kîjan ku xweykirî ne îzin tune wekî ser malperên şexsî bikin

Îzina tu kesî tune wekî edebyetên me bikine Întêrnêtê ser malperên din

Hemû matêrîal û edebyet ser malperên me têne xweykirinê. Raber û yên ku miqabilî Şedên Yehowa ne, dixwazin edebyetên me bidine xebatê ser malperên xwe, seva Şedên Yehowa û merivên din bixalifînin û bikine telikê. Nêta wan ew e, ku bi saya wan malpera şikê bikine dilê xwendevana (Zeb. 26:4; Metlk. 22:5). Hine meriv jî matêrîalên ji edebyetên me yan jî nîşana jw.org didine xebatê rêklamada yan jî elametiyada, mesele bona firotana tişta, û usa jî bona programên mobîlî (apps). Seva wan tişta îzina meye bi qanûnî heye, wekî wan xebitandinên nerast bidine sekinandinê, çimkî edebyetên me û nîşanên malpera me, bi qanûnî xweykirî ne. Lema jî îzin tune kesek wan tişta kopî bike yan jî bide xebatê (Metlk. 27:12). Lê hergê em xwexa dihêlin, wekî kesek hela hê jî xûşk-birên me tiştên malperên meda bikine malperên din, yan jî nîşana jw.org bidine xebatê bona firotana tişta, dîwan wê îda piştgiriya me neke, wekî em rabera û yên miqabil bidine sekinandinê.

Malperên Şedên Yehowayî fermî û apps

Xof e hergê edebyetên me bikişînin ji malperên din, ne ku ji jw.org. Yehowa cabdarî daye tenê “xulamê amin û serwaxt” seva xwarina ruhanî bide (Met. 24:45). Ew “xulam” malperên xweye fermî dide xebatê seva xwarina ruhanî bela ke. Ew dide xebatê www.jw.org, tv.jw.org, û wol.jw.org. Xêncî vê yekê, em tenê van sê programên mobîlê (apps) didine xebatê: JW Language®, JW Library®, û JW Library Sign Language®. Em dikarin îtbariya xwe van malpera û programa bînin, çimkî wêderê tiştên qelp yên ku dinya Şeytan bela dike, tune ne. Lema jî standina xwarina ruhanî pê malperên din yan jî kaniyên din, ne ku pê van kîjan ku me jorê got, xof e, çimkî dikare tiştên qelp û guhastî hebin (Zeb. 18:26; 19:8).

Xêncî vê yekê, hergê em edebyetên me dikin ser wan malpera kîderê ku komêntariya datînin yan jî şêwir dikin, ew yek bona rabera û merivên din rê vedike seva hindava teşkîleta Yehowa şikê bikine dilê meriva. Hine xûşk-bira ketine vê telikê ku pê onlaynê dikevine dewê tevî merivên mayîn, û bi vê yekê navê Yehowa bêhurmet dikin. Ew forûmên onlayn cîkî layîq nînin bona vê yekê ku “bi şîrinayî yêd miqabil şîret” kin (2 Tîmt. 2:23-25; 1 Tîmt. 6:3-5). Usa jî hate kifşê wekî malperên qelp hatine çêkirinê ser navê teşkîleta me, Koma Rêberiyê û endemên vê. Lê bi rastî malpera şexsî ya tu endemekî Koma Rêberiyê tune û ewana ne jî malperên sosîalîda nin.

Çaxê em dîna meriva didin ser jw.org, em alîkariyê didin belakirina mizgîniyê. (Met. 24:14) Hemû têxnolojiyên ku em xizmetiya xweda didine xebatê, timê têne tezekirinê. Em dixwazin ku her kes karê bistîne. Lema jî çawa ku Qeydê Xebitandinêda tê gotinê, hûn dikarin kopiya elektronîkî yên edebyetên me, yan jî lînk ji malpera me jw.org, merivara bişînin. Çaxê em dîna meriva didine ser malperên me, em dîna wan didin ser “xulamê amin û serwaxt”, dêmek ser vê komê ku xwarina ruhanî dide.

a Lînka Qeydê Xebitandinê dikarin bivînin jw.org-da, jêrê ser rûpêla serî. Wêderê derheqa tiştên ser malperên me tê gotinê ku çi îzin e û çi na.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin