KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w18 Tîrmeh rûp. 30-31
  • Çawa Lêkolînkirina Kitêba Pîroz Hê Kêrhatî û Hewas Bikin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çawa Lêkolînkirina Kitêba Pîroz Hê Kêrhatî û Hewas Bikin
  • Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
  • Têmên Mîna Wê
  • Tu Ça Dikarî ji Xwendina Kitêba Pîroz Karê Bistînî?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Bi Temamî Karê Bistînin ji Xwarina Ruhanî ku Yahowa Dide Me
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
  • Lêkolînkirinêda hê Pêşda Herin
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
  • Ji Xwendina Kitêba Pîroz Diha Zêde Karê Bistîne
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
w18 Tîrmeh rûp. 30-31
Yêşû ber çirê Qanûnê dixûne

Çawa Lêkolînkirina Kitêba Pîroz Hê Kêrhatî û Hewas Bikin

Yêşû Qanûnê dixûne; dîwarên Erîhayê hildişên, lê mala Rexabê hilnaşê; Yêşû destê xwe berbi ezmana dikişîne û dua dike

YÊŞÛ cabdariya mezin stand. Ewî gerekê cimeta Îsraêl bivira Erdê Sozdayî, lê ew şixul nehêsa bû. Yehowa wî qewî kir û dil da wî bi wan giliya: “Mêrxas û qewî be”. Usa jî Xwedê gote Yêşû, ku hergê ew Qanûna wî her roj bixûne û bîne sêrî, ewê pêşda here û bi bîlanî tişta bike (Yêşû 1:7, 8, DT).

Em zemanên xirabda dijîn, û em jî rastî çetinaya tên (2 Tîmt. 3:1). Em mîna Yêşû dikarin evê şîreta ku Yehowa dabû wî, qebûl kin. Em dikarin Kitêba Pîroz her gav bixûnin, û prînsîpên Yehowa bidine xebatê wekî safîkirinên bîlan bikin.

Lê gelek ji me dibeke qayîl bin, wekî nehêsa ye lêkolîna bikin. Lê lêkolînkirina Kitêba Pîroze şexsî gelek ferz e. Dîna xwe bidine çargoşa bi navê “Ewan Şîreta Bînin Sêrî”, û ew yek wê alî we bike lêkolînkirina xwe hê kêrhatî û hewas bikin.

Zebûrbêj distira: “Min bike wê şiverîya emirêd Xwe, ku wanda deman û heyran im ez bi xwe” (Zeb. 119:35). Hûn dikarin ji lêkolînkirina Xebera Xwedê şabûnê bistînin. Hûnê gelek xiznên ruhanî bivînin, gava berdewam kin Kitêba Pîroz lêkolîn bikin.

Rast e mera mîna Yêşû nelazim e rêberiya cimetê bikin, lê çetinayên me jî hene. Lema jî em gerekê çev bidine wî ku Xebera Xwedê lêkolîn bikin û çi têda nivîsar e bînin sêrî. Hergê em usa bikin, emê jî pêşdaçûyî bin û tişta bi bîlanî bikin.

EWAN ŞÎRETA BÎNIN SÊRÎ

  • Destpê mêrikekî ku dua dikin

    Pêşiya lêkolînkirinê dua bikin. Kitêba Pîrozda fikirên Xwedêyê himzor nivîsar in, kîjan ku bona kara we hatine nivîsarê. Lema jî çaxê hûn Kitêba Pîroz dixûnin, alîkariyê ji wî bixwazin seva hûn çi ku bixûnin fem kin, bîra xweda xwey kin û emirê xweda bidine xebatê (Ezr. 7:10).

  • Mêrikek pirsê dide xwe

    Pirsa bidine xwe çaxê Kitêba Pîroz yan edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz dixûnin. Mesele: “Ew par çi min hîn dike derheqa Yehowa? Ça ew yek girêdayî ye tevî têma serekeye Kitêba Pîroz? Ça ez ewan fikira dikarim bidime xebatê seva alî meriva bikim?”

  • Mêrikek difikire

    Hûn çi dixûnin ser bifikirin. Wedê xwendinê bisekinin û bifikirin. Pirsê bidine xwe: “Ça ew înformasiya ser min hukum dike? Çira ew yek wî cûreyî ser min hukum dike? Ça ew yek girêdayî ye tevî qewimandinên mine berê, dereca mine îroyîn û axiriya min? Ça ez dikarim ewan prînsîp û şîretên ji Kitêba Pîroz emirê xweda bidime xebatê?” (Îb. 23:5; Zeb. 49:3). Wedê lêkolînkirinê, bifikirin Yehowa çira cimeta xwe şîret dike, wekî xwe ji cûre-cûre tişta dûr bigirin, û em çi axiriyê dikarin bistînin seva kirên xwe (Qan. Dcr. 32:28, 29).

  • Mêrikek serhatiyên Kitêba Pîroz dide ber çevê xwe

    Bidine ber çevê xwe vê yekê çi ku dixûnin. Mesele, hela bidine ber çevê xwe vê derecê çaxê birên Ûsiv wî firotine Îsmayîliya (Destp. 37:18-28). Vê derecêda hûn çi divînin û çi dibihên? Hela xwe daynin dewsa wan, besa xeberê ewana çi difikirin û çi texmîn dikin? Wî cûreyî lêkolînkirina we wê hewas be û hûnê hê zef karê bistînin.

  • Mêrikek hacetên bona lêkolînkirinê dide xebatê

    Hacetên bona lêkolînkirinê bidine xebatê, seva ku lêkolînkirin hê zef karê wera bîne. Hîn bin çawa cûre-cûre haceta ser zimanê xwe bidine xebatê, ku bi onlayn û neşirkirinêda hene. Şerm nekin ji merivên din bipirsin, wekî wera nîşan kin çawa ewana haceta didine xebatê. Bidine xebatê “Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yehowa”, kîjan ku dikare alî we bike bivînin gelek têma û şirovekirina gelek rêzên Kitêba Pîroz. Bidine xebatê bûklêta bi navê “Rêberî bona Hînbûna Kitêba Pîroz”. Wêderê înformasiya kêrhatî heye derheqa cî, terîxiyê, giraniyê û çapkirinê û dîsa tiştên din.

  • Mêrikek fikirên sereke başqe dike

    Fikirên sereke kifş kin. Ew yek wê alî we bike bîra xweda xwey kin we çi xwend. Wê usa jî hê baş be, hergê hûn kesekîra gilî kin hûn çi pêhesiyan. Dibeke tiştên usa jî hebin, ku hûn dikarin xizmetiyêda bidine xebatê. Hergê hûn wan şîreta bînin sêrî, hûnê fikirên sereke ne ku tenê bîra xweda xwey kin, lê usa jî bidine xebatê bona kara merivên mayîn.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin