Şîrinayî: Hunur ku pê Gilî û Şixula Tê Kifşê
ÇAXÊ meriv hindava hevda şîrin in, ew yek wana geş dike û dilbîniyê dide wan. Em çaxê divînin ku kesek bona me xem dike, em gelek dişêkirînin. Belê, dilê her kesî xweş tê çaxê hindava wîda şîrin û heyf in. Lê gelo em ça dikarin evî hunurê bedew nav xweda pêşda bînin?
Merivê bi wî hunurî dikeve heyra halxweşiya meriva, û ewê yekê pê xeberdan û şixulên xwe dide kifşê. Belê, ew hunur pê şixula tê kifşê, ne ku tenê çaxê meriv merîfet e û bi qedir e tevî meriva. Hizkirina mezin û dilşewatî dikeve nava wî hunurî. Û hê zêde, ew hunur dikeve nava berê ruhê Xwedêyî pîroz, kîjan ku Mesîhî gerekê nav xweda pêşda bînin (Galt. 5:22, 23). Dêmek, em gerekê şîrinayê bidine kifşê, lema were em lêkolîn bikin ku çawa Yehowa û Kurê wî, ewî hunurî didine kifşê, û çawa em dikarin çev bidine wan.
YEHOWA HINDAVA HEMÛYADA ŞÎRIN Û QENC E
Şîrinayî qenciyêvaa girêdayî ye, û Yehowa hindava hemûyada qenc e, hindava “bêşêkira” û “nerasta” jî (Lûqa 6:35). Besa xeberê, Yehowa “teva xwe derdixe hin ser qenca, hin jî ser xiraba û baranê dibarîne hin ser rasta, hin jî ser nerasta” (Met. 5:45). Belê, hela hê ewên ku Yehowa qebûl nakin ça Efirandarê xwe, pê çêkirinên destê wî dijîn û emirê xwera şa dibin.
Em divînin ku Yehowa ew hunur da kifşê hindava Adem û Hêwayêda. Çaxê wana gune kir, paşî vê yekê “belgêd hêjîrê dirûtin û pê xwe sitar kirin”. Lê Yehowa zanibû wekî wanra kinceke din lazim e, çimkî ewana gerekê ji Cinetê der bijîtana, kîderê bi “stirîya û dirîya” tije bû. Lema Yehowa ji şîrinayî û dilovaniya xwe, wanra “kincêd çermîn çêkirin û li wan kirin” (Destp. 3:7, 17, 18, 21).
Rast e Yehowa heyf e hindava “qenca, hin jî . . . xiraba”, lê îlahî ew şîrin e hindava xizmetkarên xweyî amin. Mesele, wedê Zekerya pêxember, milyaketek berxwe diket çaxê didît ku avakirina paristgeha Orşelîmê hatiye sekinandinê. Yehowa rind guh da wî milyaketî, û bi “giliyên şîrin û dilbînî” caba wî da (Zeker. 1:12, 13, DT). Yehowa hindava Êlyas jî şîrinayî da kifşê. Wedekî ew pêxember usa dilşikestî bû, ku hela hê jî ji Yehowa mirin xwest. Yehowa xem kir bona Êlyas, û milyaketê xwe şande bal wî seva wî qewî ke. Xêncî vê yekê, Xwedê wî şidand gava got ku ew tenê nîne. Paşî vê yekê ça Êlyas ew giliyên şîrin bihîst û alîkariya lazim stand, ewî îda dikaribû şixulê xwe bîne sêrî, kîjan ku Xwedê dabû wî (1 Padş. 19:1-18). Lê gelo nava xizmetkarên Xwedêda, kê ew hunur lape baş da kifşê?
ÎSA MESELA LAPE MEZIN HÎŞTIYE
Çaxê Îsa ser erdê xizmet dikir, ew bi şîrinaya xwe nas bû û xem dikir bona meriva. Ew tu car sert û hukumhiz nîbû. Ji dilşewatiya xwe got: “Werine cem min hemûyêd westiyayî û bargiran û ezê rihetiyê bidime we. . . . Çimkî nîrê min rihet e” (Met. 11:28-30). Meriva jî çaxê ew hunur nav wîda didîtin, pey wî diçûn kuda jî ew diçû. Îsa gunê xwe wana dianî, xwarin dida wan, yên nexweş û seqet qenc dikirin û “gelek tişt” derheqa Bavê xwe wana hîn dikir (Marq. 6:34; Met. 14:14; 15:32-38).
Îsa ji meriva fem dikir û her tişt hildida hesab. Ew yek dide kifşê, wekî ew hindava wanda şîrin bû. Firqî tune jêra hêsa bû yan na, ewî hemûşk qebûl dikirin, yên ku dilsax bûn û ji wî alîkarî dixwestin (Lûqa 9:10, 11). Besa xeberê, çaxê jinika ku ser xûnê vebibû û netemiz dihate hesabê, destê xwe da kincê wî, çimkî dixwest qenc bûya, Îsa bona vê yekê lê sûcdar nekir (Qan. Kah. 15:25-28). Gunê wî wê jinikê hat ku 12 sala diçerçirî ji nexweşiya xwe, û ewî jêra got: “Evdê! Baweriya te tu qenc kirî. Bi xêr û silamet here û ji êşa xwe qenc be” (Marq. 5:25-34). Rastî jî ew kirê çiqas dilovaniyê dide kifşê!
ŞÎRINAYÊ LAZIM E PÊ ŞIXULA EYAN KIN
Me ji meselên jorê dît, wekî şîrinayî pê şixula eyan dibe. Îsa meteloka derheqa merivê Samerîda, ew yek zelal da kifşê. Rast e Sameriya û Cihûya hev hiz nedikirin, lê ew merivê Samerî gunê xwe merivê Cihû anî, çimkî qaçaxa ew talan kiribûn, kuta bûn û ser rê wî nîvkuştî hîştibûn. Ew Samerî şîrinayî da kifşê pê şixulê xwe. Ewî birînên wî mêrikî derman kir û wî bire mêvanxanê. Paşê ewî pere da xweyê mêvanxanê seva miqatî wî mêrikî be û got ku çi jî zêde ser wî xerc ke ewê wan pera bide wî (Lûqa 10:29-37).
Şîrinayî pê xeberdan û giliyên dildayînê jî eyan e. Kitêba Pîroz dibêje, wekî “kul-derd dilê mêriv dihelîne”, lê paşê zêde dike gotineke şîrin “wî şa dike” (Metlk. 12:25). Belê, çaxê em hindava merivada şîrin û heyf in, usa em dikarin dil bidine wan û alî wan bikin ku geş bin. Giliyên meyî şîrin wê nîşan kin, wekî em bona wan xem dikin. Ew yek wê alî wan bike ber tengasiya teyax kin (Metlk. 16:24).
ÇAWA EWÎ HUNURÎ NAV XWEDA PÊŞDA BÎNIN?
Em “dilqê Xwedêda” hatine efirandinê, lema jî hemû meriv dikarin ewî hunurî nav xweda pêşda bînin (Destp. 1:27). Besa xeberê, Yûlyo ku serokê ordiya Romê bû, yê ku qerewiliya Pawlos dikir Romêda, “qencî Pawlosra kir, îzin da ku here cem dostêd xwe, wekî bona wî xem bikin” (Kar. Şand. 27:3). Hine wede şûnda, bineliyên girava Maltayê gelek qedir-hurmet dane kifşê hindava Pawlos û yên ku tevî wî bûn wedê gemî hûrdexweşî bû. Bineliyên giravê bona wan “agir vêxistin” û bi dil û can wana qebûl kirin (Kar. Şand. 28:1, 2). Ew kirê wan rastî jî hêjayî paya ye. Lê ewî hunurî em gerekê ne tenê carekê eyan kin, lê her gav.
Seva bi temamî dilê Xwedê şa kin, em gerekê ewî hunurî xwera bikine xeyset. Lê ew yek hêsa nîne, û hene tiştên usa ku vê yekêda rê me digirin. Cara dibeke em xwe digirin, çimkî şermoke ne, yan xweda bawer nînin, yan rastî peyketina tên, yan jî xwehiziyê didine kifşê. Lê hergê em îtbariya xwe ruhê pîroz bînin, û çev bidine Yehowa, emê dîna xwe nedine ser wan çetinaya û hindava merivada şîrin bin (1 Korn. 2:12).
Lê hûn dikarin têderxin, kîderê wera lazim e hê zêde şîrinayê bidine kifşê? Em gerekê pirsên usa bidine xwe: “Gelo ez bi dilşewatî guh didime meriva? Ez zû texmîn dikim kêra alîkarî lazim e? Kengê cara paşin ez hindava kesekî şîrin bûme, yên ku neferên min û hevalên minî nêzîk nînin?” Paşî vê yekê, em dikarin nêtê xwera daynin, mesele hê zêde pêbihesin derheqa merivên dor berê xwe, îlahî yên ku civata meda nin. Wî cûreyî emê dîna xwe bidine dereca wan û têderxin ku ewana çida hewce ne. Paşê, îda hindava wanda şîrinayê bidine kifşê, usa çawa ku meyê xwexa bixwesta ku hindava meda bûna (Met. 7:12). Hergê hûn alîkariyê ji Yehowa dixwazin seva evî hunurî bidine kifşê, axiriyêda, ew wê ese we kerem ke (Lûqa 11:13).
HUNUR ŞÎRINAYÎ MERIVA DIKIŞÎNE
Çaxê Pawlosê şandî rêz kir, ku çi wî eyan dike ça xizmetkarê Xwedê, ewî hingê besa “şîrinayê” jî kir (2 Korn. 6:3-6). Meriva dixwastin tevî Pawlos nêzîk bûna, çimkî wana didît ku ew bona wana xem dike, û ew yek ewî pê xeberdan û kirên xwe dida kifşê (Kar. Şand. 28:30, 31). Hergê em jî ewî hunurî bidine kifşê, meriv wê bixwazin tevî me hevaltiyê bikin. Hin jî hergê em hindava wan jî yên ku miqabilî me dertên, heyf in, emê bi vê yekê dilê wan nerm kin û ewana wê kêm hêrs kevin (Rom. 12:20). Û wede derbaz be dibeke ewana bixwazin derheqa mizgîniya ji Kitêba Pîroz pêbihesin.
Çaxê erd bibe cinet, bêhesab mirî wê ji mirinê rabin. Bêşik, ewana wê gelek şa bin gava hindava xweda, dibeke cara pêşin, qencî û şîrinaya helal texmîn kin. Ji razîbûnê ewana jî wê bixwazin hindava yên mayînda usa bin. Lê her kesê ku nexwazibe evî hunurî bide kifşê û rê yên mayîn jî bigire, wê bin serwêrtiya Padşatiya Xwedêda heta-hetayê nejî. Lê ewên ku hindava hevduda bi hizkirin û şîrin in, wê aliyê Xwedêda bêne qebûlkirinê û jîyîna heta-hetayê bistînin (Zeb. 37:9-11). Rastî jî hingê emir wê çiqas xweş, bêxof û rihet be! Lê heta ew wede bê, em ça dikarin îro karê bistînin, hergê ewî hunurî xwera bikine xeysetê xwe?
MÊ ÇI KARÊ BISTÎNIN HERGÊ HINDAVA MERIVADA ŞÎRIN BIN?
“Merivê rem qencîyê li xwe dike” (Metlk. 11:17). Belê, meriv dixwazin nêzîkî wan bin, yên ku hindava merivada şîrin û rem in. Îsa got: “Bi çi çapê hûn bipîvin, bi wê jî wera wê bê pîvanê” (Lûqa 6:38). Belê, merivê bi vî xeyset-hunurî hêsa dikare hevala xwera bivîne û hevaltiyê xwey ke.
Pawlosê şandî şîret da xûşk-birên civata Efesîda, wekî “hevra şîrin û dilşewat bin, li hev bibaxşînin” (Efes. 4:32). Rastî jî civat kareke mezin distîne çaxê gişk hindava hevda dilşewat in û alîkariyê didine hevdu. Merivên wî cûreyî wê giliyên sert, bêhurmet, û giliyên ku dilê meriva dêşînin, nebêjin. Ew meriv wê tu car gevestiyê bela nekin, lê dewsê pê giliyên xwe alî xûşk-bira bikin (Metlk. 12:18). Bi saya vê yekê, civat ruhanîda geş dibe.
Belê, şîrinayî pê gilî û şixula eyan dibe. Çaxê em hindava merivada şîrin in, em çev didine xeysetê Yehowa Xwedê (Efes. 5:1). Wî cûreyî emê civata xwe qewî kin û meriva berbi rastiyê bikişînin. Were em gişk usa nas bin, ça merivê şîrin!
a Hunur “qencî” wê bê şêwirkirinê vê rêza gotarêda derheqa berê ruhê Pîroz, ya neh parî.