KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w22 Hezîran rûp. 26-28
  • Bi Gotin û Kirên Xwe Qenciyê Bide Kifşê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Bi Gotin û Kirên Xwe Qenciyê Bide Kifşê
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • XEBERDANA XWEDA QENCIYÊ BIDE KIFŞÊ
  • QENCÎ SER MERIVA HUKUM DIKE
  • ÇEV BIDE QENCIYA YEHOWA
  • GEREKÊ EM HINDAVA KÊ QENC BIN?
  • Şîrinayî: Hunur ku pê Gilî û Şixula Tê Kifşê
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
  • Razî bin ji Xwedê bona Qenciya Nehêja
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
  • Bela kin Mizgîniya Derheqa Qenciya Nehêja ji Xwedê
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
w22 Hezîran rûp. 26-28
Şikil: 1. Birakî cahil torbê xwarinê birakî emirda mezinra dibe. 2. Jin û mêrek alî malbetekê dikin ku mala xwe bar bikin. 3. Jin û mêrek belgên baxa, ber mala xûşkeke emirda mezin paqij dikin.

Bi Gotin û Kirên Xwe Qenciyê Bide Kifşê

GAVA Lîzayêa cara pêşin derheqa rastiyê bihîst, gelo çi wê xweş hat? Ew dibêje: “Herî zêde çi ku ser min hukum kir, ew heye qenciya xûşk-bira”. Anna jî usa dibêje: “Sêrîda, ji hînkirinên Şedên Yehowa zêdetir, qenciya wan dilê min girt”. Îro, herdu jî xûşkên me ne, û ewana ji xwendina Kitêba Pîroz şabûnê distînin. Lê destpêkêda herî zêde qenciya Şedên Yehowa ser wan hukum kir.

Vê gotarêda, emê bivînin ku em çawa dikarin bi gotin û kirên qenc bigihîjin dilê meriva. Usa jî, emê bivînin ku gerekê em hindava kê qenc û heyf in.

XEBERDANA XWEDA QENCIYÊ BIDE KIFŞÊ

Metelok serê 31 besa jinikeke jîr û serwaxt dike, ser zimanê kîjanê qencî ye (Metelok 31:26). Ew îzinê dide wekî qencî û hizkirin rêberiya zimanê wê bike. Bona serê malbeta jî gelek ferz e ku qencî ser zimanê wan be. Gelek dê-bav rind zanin ku gotinên sert û hêrs nagihîjin dilê zara. Lema jî, seva ku gotinên wan baş hukum bin, lazim e ku dê û bav bi hizkirin û nerm xeber din.

Hilbet ferz e ku ne tenê dê û bav, lê em gişk bi hizkirin û nermî xeber din. Gelo tu çawa dikarî bi hizkirinê xeber dî? Cimla pêşin ya Metelok 31:26 usa dibêje: “Ew devê xwe bi serwaxtîyê vedike”. Dêmek, lazim e ku em miqatî xeberdana xwe bin. Wê baş be ku em ji xwe bipirsin: “Gelo xeberdana min wê edilayê pêşda bîne yan hêrsê gur bike?” (Metelok 15:1). Belê, gelek ferz e ku em rind bifikirin pêşiya ku tiştekî bêjin.

Rêzeke din usa dibêje: “Hinek bi xebera mîna şûr mêriv birîndar dikin” (Metelok 12:18). Seva ku em zimanê xwe kontrol kin, gerekê em pêşda bifikirin ku xeberdana me çawa dikare ser kesên din hukum bike. Belê, heger hizkirin û qencî ser zimanê me be, emê sert xeber nedin (Efesî 4:31, 32). Dewsa fikir û gotinên nêgatîv, were em gotinên nerm bidine xebatê û bi zimanê şîrin xeber din. Vî alîda, Yehowa mera mesele ye. Mesele, gava Êlyas pêxember mêrxasiya xwe unda kiribû, Yehowa bi saya melekekî, bi dengekî nerm û nimiz pêra xeber da (1 Padşatî 19:12). Hilbet, seva ku em qenc û bi hizkirinê bin, bes nîne tenê bi hizkirinê xeber din. Qencî gerekê kirên meda jî bê kifşê. Gelo çawa?

QENCÎ SER MERIVA HUKUM DIKE

Kesên ku çev didine Yehowa, him bi hizkirin xeber didin, him jî kirên qenc dikin (Efesî 4:32; 5:1, 2). Lîza usa dibêje: “Gava nişkêva lazim bû ku em mala xwe bar bikin, du cotên ji civatê ji xebata xwe îzin xwestin wekî alî me bikin. Wê demê, min hînbûna Kitêba Pîroz hê destpênekiribû”. Qenciya xûşk-bira ser Lîzayê usa hukum kir, ku ewê xwest rastiyê lêkolîn ke.

Annayê jî qenciya Şedên Yehowa qîmet kir. Ew dibêje: “Seva halê dinyayê, minra zor bû wekî îtbariya xwe meriva bînim. Gava ez rastî Şedên Yehowa hatim, min şik dibir gelo nêta wan çi ye. Min xwera digot: ‘Gelo çira ewana hindava minda usa heyf in?’ Lê gava min didît wekî xûşka ku Kitêba Pîroz min hîn dikir bi rastî qenc û heyf e, min îtbariya xwe lê anî”. Gelo axirî çi bû? Ew dibêje: “Wede şûnda, min diha zêde dîna xwe da tiştên ku ez hîn dibûm”.

Çawa me dît, qenciya xûşk-bira dilê Lîza û Annayê girt û alî wan kir, ku ewana îtbariya xwe Yehowa û xizmetkarên wî bînin.

ÇEV BIDE QENCIYA YEHOWA

Hine kes ji bo xeyset yan kûltûra xwe, merîfet, heyf û nerm in. Ev yek tiştekî baş e. Lê ev nayê hesabê ku kesên usa çev didine qenciya Xwedê (Beramber ke Karên Şandiya 28:2).

Kitêba Pîroz dibêje ku qenciya rast pareke berê ruhê Xwedêyî pîroz e (Galatî 5:22, 23). Seva ku em mîna Yehowa û Îsa Mesîh qenc bin, gerekê em îzinê bidin wekî ruhê pîroz ser me hukum bike. Em Mesîhî ne û em bona meriva xem dikin. Hizkirina Yehowa û hizkirina meriva me hêlan dike wekî em qenc bin. Heger em vî hunurî ji dil bidine kifşê, Xwedê wê ji me razî be.

GEREKÊ EM HINDAVA KÊ QENC BIN?

Hilbet mera hêsa ye ku em hindava kesên ku em nas dikin yan kesên ku hindava meda baş in, qenc bin (2 Samûyêl 2:6). Mesele, em dikarin qenciya xwe bi vê yekê nîşan kin, ku wan merivara razîbûna xwe nîşan kin (Kolosî 3:15). Lê heger em difikirin ku kesek hêjayî qenciya me nîne, hingê gerekê em çi bikin?

Bîne bîra xwe ku Yehowa hindava her kesî, hela hê hindava kesên ku hêjayî qenciya wî nînin jî. Kitêba Pîroz derheqa vî hunurî derseke ferz nîşanî me dike. Nivîsarên Yûnanî gelek cara besa vê qenciya nehêja dike. Gelo Xwedê qenciya xwe çawa mera eyan dike?

Bîne ber çevê xwe ku bi mîlyona meriv çawa ji qenciya Yehowa karê distînin. Ji ber ku Xwedê qenc e, ew bona hewcên meriva xem dike (Metta 5:45). Him jî, pêşiya ku me Yehowa nas kiribû jî, ewî qenciya xwe mera nîşan kiribû (Efesî 2:4, 5, 8). Mesele, ewî Kurê xweyî tayê tenê bona însanetê qurban kir. Çawa ku Pawlosê şandî nivîsîbû, Yehowa ew yek kir ji bo “dewlemendtiya kerema” xwe (Efesî 1:7). Usa jî, ji bo vê yekê ku em gunekar in û carna dilê Yehowa dêşînin, ew berdewam dike rêberiya me dike û me hîn dike. Gotinên wî bona me mîna “barana hûr” in (Qanûna Ducarî 32:2). Em nikarin bi temamî bin qenciya wî derên. Rastî ev e, ku jîyîna meye herheyî qenciya wîva girêdayî ye (Beramber ke 1 Petrûs 1:13).

Qenciya Yehowa me hêlan dike ku em jî qenc bin. Mîna Yehowa, wê baş be ku em ne tenê hindava hine meriva, lê hindava her kesî qenc bin (1 Têsalonîkî 5:15). Heger em her gav qenciyê didine kifşê, emê xûşk-birara, hevaldersxan, hevalxebatçî, cînar û neferên xwera bibin mîna agirekî ku roja sar meriva germ dike.

Bide ber çevê xwe, ku malbeta te û xûşk-birên civatê wê ji gotin û kirên teye qenc çiqas karê bistînin. Mesele, dibeke xûşk yan birakîra bona şixulên baxçe, yan malê yan bona şixulên bazarê alîkarî lazim be. Yan jî, dibeke kesekî ku tu xizmetiyêda rastî wî têyî, hewcê alîkariya te be. Gelo tu hazir î derecên usada qenciyê nîşan kî?

Were em çev bidine Yehowa, wekî qencî ser hemû gotin û kirên me hukum ke!

a Navên vê gotarêda hatine guhastinê.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin