KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp19 № 1 rûp. 4-5
  • Navê Xwedê Çi ye?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Navê Xwedê Çi ye?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2019
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇIMA NAVÊ XWEDÊ USA FERZ E
  • EV NAV ÇI EYAN DIKE
  • Navê Xwedê
    Hişyar Bin!—2017
  • Çi tê Hesabê Navê Xwedê û Ça Wî Didine Xebatê?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Xwedê Kî ye?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2019
wp19 № 1 rûp. 4-5

NAVÊ XWEDÊ ÇI YE?

Çaxê tu dixwazî kesekî nas kî, hemikî pêşiyê tuyê pirs kî: “Navê te çi ye?” Lê hergê tu evê pirsê bidî Xwedê, hingê ewê ça caba te bide?

“Ez Yehowa me. Navê min ew e” (Îşaya 42:8, DT).

Te ev navê Xwedê bihîstiye? Diqewime belê. Bi rastî tercimanên Kitêba Pîroz navê Xwedê gelek car ne didane xebatê. Lê dewsa navê Xwedê, wana didane xebatê sernavê usa ça: “XUDAN”. Bi rastî navê Xwedê li orîjînala Kitêba Pîrozda weke 7 000 cara hatiye nivîsarê. Ev nav ji çar herfên nedenganî ye YHWH, û ser zimanê Kurdî-Kurmancî tê gotinê “Yehowa”.

Navê Xwedê li ser Îbranî ji manûskrîptên Bera Mirî

Destnivîsara Zebûr ji Bera Mirî Qirna  yekê D.M., YA ÎBRANÎ

Navê Xwedê li ser Înglîzî di welgerandina Kitêba Pîroze Tîndalê

Welgerandina Tîndalê 1530, YA ÎNGLÎZÎ

Navê Xwedê li ser Îspanî Rêîna-Valêra vêrsiya

Rêîna-Valêra vêrsiya 1602, YA ÎSPANÎ

Navê Xwedê li ser Çînayî Yûnîon Vêrsiya

Yûnîon Vêrsiya 1919, YA ÇÎNAYÎ

Navê Xwedê temamiya têksta Îbranîda tê dîtinê û gelek welgerandinên dinda

ÇIMA NAVÊ XWEDÊ USA FERZ E

Bona Xwedê ev nav ferz e. Ev nav, Xwedê xwexa bona xwe bijartiye. Yehowa dibêje: “Heta-hetayê navê min ev e û hemû nisilada ezê aha bême bîranînê” (Derketin 3:15). Di Kitêba Pîrozda ev navê Xwedê ji hemu sernavên wî, mesele Himzor, Bav, Xudan yan Xwedê hê zêde car tê xebitandinê û usa jî ji navên meriva, mesele Birahîm, Mûsa, Dawid, û Îsa zêdetir e. Hê ferz ew e, wekî Yehowa xwexa dixwaze wekî navê wî bê eyankirinê. Kitêba Pîroz dibêje: “Bira meriv bizanibin ku navê te Yehowa ye, û li ser temamiya erdê yê Hêrî Jorin tenê tu yî” (Zebûr 83:18, DT).

Bona Îsa ev nav ferz e. Îsa peyçûyên xwe hîn dikir, wekî ewana duayên xweda usa bêjine Xwedê: “Navê te pîroz be” (Metta 6:9). Îsa xwexa jî Xwedêra usa dua dikir: ”Bavo, navê xwe bilind ke” (Yûhenna 12:28). Jîyîna Îsada herî ferz ew bû, ku navê Xwedê rûmet ke, lema jî ewî duayên xweda got: ”Min tu wanva dayî eyankirinê û ezê hê bidime eyankirinê” (Yûhenna 17:26).

Bona me ev nav ferz e. Cimeta Xwedêye berê, fem dikir ku xilazkirina wan navê Xwedêyî mexsûsva girêdayî ye. ”Navê Yehowa birca qewî ye, yên heq direwine hindur û xilazbûnê distînin” (Metelok 18:10, DT). “Her kî bangî navê XUDAN [Yehowa, DT] bike wê xelas bibe” (Yowêl 2:32). Kitêba Pîroz nîşan dike, ku xizmetkarên Xwedê wê bi vî navî cude bin. “Ji ber ku hemûya neteweyan, her yek bi navê îlahê xwe dimeşe, em jî her tim û heta bêdawîbûnê, bi navê Xwedayê xwe [Yehowa, DT] Xudanva dimeşin!” (Mîxa 4:5; Karên Şandiya 15:14).

EV NAV ÇI EYAN DIKE

Ev nav eyan dike Xwedê. Gelek zandar dibêjin, wekî navê Yehowa tê hesabê “Ew Dike wekî Bibe”. Çaxê Yehowa Xwedê tevî Mûsa xeber da, ewî mena navê xwe wîra vekir: “Ezê Bibime Ew, Kê jî Bixwazim Bibim” (Derketin 3:14, DT). Navê Xwedê tê hesabê hê zêde, ne ku tenê rola wî ku Ew Efirandarê her tiştî ye. Ew tê hesabê, wekî Xwedê dikare bibe ew kê jî bixwaze. Xêncî wê yekê, navê wî dîsa jî tê hesabê, wekî ew dikare usa bike, wekî efrînên wî bibin ew kê jî Ew xwexa bixwaze, seva qirara xwe bîne sêrî. Sernavên Xwedê eyan dikin himzoriya wî, hukumtî û qewata wî, lê navê wî Yehowa, eyan dike hemû tiştî derheqa wî, yanê ew yekî çawa ne û qewata wî digihîje çi.

Navê wî nîşan dike, wekî ew bona me xem dike. Mena navê Xwedê zelal dike, wekî ew hindava hemû efirînên xwe, hela hê hindava meda jî, amin e. Ev yek ku Xwedê navê xwe mera eyan kir, dide kifşê wekî ew dixwaze em wî nas kin. Yehowa gava pêşin avît, ku navê xwe mera eyan ke. Zelal e, Xwedê dixwaze wekî wî hesab kin ne ça xudanê ku xwe ji me dûr digire, lê ça kesê rêalî, tevî kîjanî em dikarin nêzîk bin (Zebûr 73:28).

Xebitandina navê Xwedê nîşan dike, ku em dixwazin wî hê rind nas kin. Mesele bide hesabê xwe, ku hevalê te wedê xeberdanê naxwaze navê te hilde. Teyê çi texmin kira? Dibeke tu bifikiriyayî wekî ew meriv bi rastî naxwaze nêzîkî te be. Evê yekê em dikarin derheqa Xwedê jî bêjin. Yehowa navê xwe însanetêra eyan kir, û ew me hêlan dike evî navî bidine xebatê. Çaxê em evî navî didine xebatê, usa em Yehowara nîşan dikin ku dixwazin nêzîkî wî bin. Lema jî ew dîna xwe dide wan, yên ku bona “navê wî difikirin” (Malaxî 3:16).

Gava pêşine sereke ku Xwedê nas bikin ew e, wekî navê wî pêbihesin. Lê em gerekê berdewam kin wî nas kin û pêbihesin, hela piş vî navî Kê sekiniye û bi rastî Ew yekî çawa ne.

NAVÊ XWEDÊ ÇI YE? Navê Xwedê Yehowa ye. Ew navekî mexsûs e, yê ku Xwedê mera eyan dike, kîjan ku dikare qirara xwe bîne sêrî

GELO XWEDÊ HATIYE EFIRANDINÊ?

Gelek meriv dixwazin evê yekê pêbihesin. Diqewime tera jî hewas e pêbihesî. Lê pirseke din jî dikare pêşda bê: Hergê xwexa gerdûn û hemû tiştên din hatine efirandinê, yanê destpêka wan hebûye, lê destpêka Xwedê heye?

Bi temamî zandar qayîl dibin, wekî destpêka gerdûnê hebûye. Li gora wan giliya, rêzên pêşine Kitêba Pîroz jî dibêjin: “Destpêbûnêda Xwedê erd û ezman efirandin” (Destpêbûn 1:1).

Bi xwe gerdûn nehatibû efirandinê; ew nikaribû ji netutiştî çêbûya. Ji tunebûnê nikare tiştek çêbe. Hergê pêşiya çêkirina gerdûnê tutişt tune bûya, îro vê xwexa gerdûn jî tune bûya. Diqewime mera çetin e bi temamî fem bikin, ku tiştek timê hebûye, kîjan ku pareke gerdûnê nîbûye û bi saya vê jî gerdûn hatiye çêkirinê. Belê Yehowa Xwedê ruhê pir qewat û bîlan e, yê ku Meniya Pêşin e, ji bo çi jî gerdûn çêbû (Yûhenna 4:24).

Derheqa Xwedê Kitêba Pîroz usa dibêje: “Berî bûyîna çîya, berî efirandina erdê û topa dinê, ji her-heyê heta-hetayê, Tu Xwedê yî” (Zebûr 90:2). Dêmek Xwedê herheyî hebû û paşê Ewî erd efirand (Eyantî 4:11).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin