We Zanibû?
Wedê berê şixulê wekîla çi bû?
WEDÊ berê, wekîl cabdar bû bona mal yan jî hebûka merivê din. Xebera Îbranî û Yûnanî ku hate welgerandinê ça “wekîl”, cara tê hesabê serkar yan jî cabdar bona şixulên malê.
Çaxê kurê Aqûb Ûsiv Misirêda xulam bû, ew bibû wekîlê mala axayê xwe. Ew axayê wîyî Misirî, “çî wî hebû hemû destê Ûsivda hişt” (Destp. 39:2-6). Paşê, çaxê Ûsiv Misirêda xwexa bû serwêrê mezin, ewî bona mala xwe wekîlek kifş kir (Destp. 44:4).
Wedê Îsada, xweyên erda gelek car şeherada ji karxanên xwe der dijîtin. Lema jî xweyên erda wekîl kifş dikirin, seva ser erdên wan berpirsiyartiyê bikin ser xebatê û xebatçiya.
Lê merivên çi cûreyî dihatine kifşkirinê ku bibine wekîl? Nivîskarê Romayî yê qirna yekê bi navê Kolûmêlla, digot wekî xulam yê ku ça berpirsiyar, dêmek ça wekîl dihate kifşkirinê, gerekê “wî şixulîda rind hînkirî û cêribandî be”. Ew gerekê merivekî usa bûya, “ku hukumê xwe usa bida xebatê, wekî ne bêtalaş be û ne jî bêrem be hindava xebatçiya”. Ewî nivîskarî giliyên xwe berdewam kir got: “Ya lape ferz bona wekîl ew e, ku ew gerekê nefikire, wekî her tiştî zane, û gerekê bixwaze timê tiştên teze hîn be”.
Xebera Xwedêda mesela wekîl tê xebitandinê, çaxê tê gotinê derheqa şixulên ku civatên Mesîhîtîda têne kirinê. Mesele, Petrûsê şandî Mesîhî hêlan dikirin, wekî pê feresetên ku Xwedê daye wan, “hevra xizmetkariyê bikin, çawa wekîlêd qence wan keremêd Xwedê” (1 Pet. 4:10).
Îsa jî metelokêda mesela derheqa wekîl da xebatê, ku Lûqa 16:1-8-da nivîsar e. Usa jî pêxembertiyêda derheqa nîşana hatina Padşa, Îsa şagirtên xwera soz da, wekî wê “xulamê amin û serwaxt”, yanê “wekîlxercê amin”, kifş ke. Şixulê sereke yê wî wekîlî ew bû, ku wedê xilaziya dinyayê wededa xwarina ruhanî bide şagirtên Îsa (Met. 24:45-47; Lûqa 12:42). Em gelek dişêkirînin, wekî distînin wan edebiyeta, kîjan ku wekîlê amin hazir dike seva baweriya me bişidîne û usa dike ku ser temamiya dinyayê meriv dikarin bistînin.