KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp20 № 1 rûp. 14-15
  • Rastiya Derheqa Axiriyê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Rastiya Derheqa Axiriyê
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2020
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • SERWÊRTIYA BAŞ
  • SIHET-QEWATA BAŞ
  • EDILAYA TAM
  • ERD BI MERIVÊN BAŞ WÊ TIJE BE
  • ERD PÊDA WÊ BIBE CINET
  • Hêvî
    Hişyar Bin!—2018
  • Em Rastî li “Axiriya vê Dinyayê” Dijîn?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Padşatiya Xwedê wê Çi Bike?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Padşatiya Xwedê Serwêrtiyê Dike!
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2020
wp20 № 1 rûp. 14-15
Meriv lezetê distînin ji jîyîna cinetêda

Rastiya Derheqa Axiriyê

Diqewime hûn difikirin gelo çi axirî hîviya me ye? Kitêba Pîroz derheqa tiştên ferz gilî dike, çi ku wê zûtirekê biqewimin û li ser însanetê hukum bin.

Îsa got “bizanibin ku Padşatiya Xwedê nêzîk e” (Lûqa 21:31). Ewî pêxembertî kir, wekî miletê himber milet derên, erdhejên mezin, xelayî-celayê û nexweşiyên hal wê hebin. Îro em şedê wan tişta ne (Lûqa 21:10-17).

Kitêba Pîroz dibêje wekî “rojên axriyê”, rabûn-rûniştina meriya wê xirab be. Derheqa wê yekê hûn dikarin bixûnin 2 Tîmotêyo 3:1-5-da. Gava tu wan tişta dor-berê xwe divînî, bêşik tu fem dikî wekî pêxembertiya Kitêba Pîroz derheqa rojên axiriyê, rast e.

Ev çi tê hesabê? Wede nêzîk bûye, ku Padşatiya Xwedê guhastinên mezin bike li ser erdê, çi ku wê jîyîna meriva baş ke (Lûqa 21:36). Xwedê bi Kitêba Pîroz tiştên baş soz dide bona erdê û meriva. Were çend mesela şêwir kin.

SERWÊRTIYA BAŞ

“Jêra [Îsara] serwerî û mezinahî û qiraletî hate dayîn; serweriya wî serweriyek ku wê derbas nebe û abadîn be û qiraletiya wî qiraletiyek ku xerab nabe”(DANIYÊL 7:14).

Ew çi tê hesabê: Tu dikarî ji jîyîna bin serwêrtiya Xwedêda, lezetê bistînî, kîjanêda Îsa ye Padşa.

SIHET-QEWATA BAŞ

Keçika cahil ji kursiya xweye seqeta radibe û rê diçe

“Yê li wir rûdinê, wê nebêje: ‘Ez nexweş im’”(ÎŞAYA 33:24).

Ew çi tê hesabê: Tuyê tu car nexweş nekevî û qudûm nekevî; tê heta-hetayê bijiyî.

EDILAYA TAM

Qirme ku hûrdexweşî bû

“Şera dide sekinandinê, her çar qulbêd dinyayê”(ZEBÛR 46:9).

Ew çi tê hesabê: Şer-dew wê îdî tunebin û hemû meniyên çerçirandina me wê bêne hildanê.

ERD BI MERIVÊN BAŞ WÊ TIJE BE

“Hinekî şûnda nepakê betavebe, . . . Lê belê milûkê erdê war bin” (ZEBÛR 37:10, 11).

Ew çi tê hesabê: Merivên zulm wê îda tune bin, tenê ewê hebin, kîjan ku wê gura Xwedê bikin.

ERD PÊDA WÊ BIBE CINET

“Û wê xaniyan ava bikin û rûnên û rezan daynin û mêwa wê bixwin” (ÎŞAYA 65:21, 22).

Ew çi tê hesabê: Meriv wê erdê bi temamî bedew kin. Xwedê wê duayên me bîne sêrî, dêmek qirara wî, “ser erdê” wê bê sêrî (Metta 6:10).

Meriv lezetê distînin ji jîyîna cinetêda
    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin