Çida Rastî Dikare Tera Kêrhatî be
Xwedê, kîjan ku timê rastiyê dibêje, hêviya jîyîna “heta-hetayê” dide me (Yûhenna 3:16).
Tu Çi Gerekê Bikî?
Pêbihese ku Xebera Xwedê derheqa rastiyê çi mera dibêje (Yûhenna 17:3, 17).
Gura Xwedê bike (Qanûna Ducarî 30:19, 20).
Rêberiya Xwedê, ku kêrhatî ye jîyîna xweda bide xebatê (Aqûb 1:25).
Şedên Yehowa ser temamiya dinyayê îzbat bûne, ku çiqas kar e rastiya Kitêba Pîroz pêbihesin. Ewana hazir in bi dil û can vê yekêda alî we bikin.
Seva ku hê zêde rastiyên Kitêba Pîroz pêbihesin, binihêrin broşûra Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!, kîjan ku Şedên Yehowa neşir kirine û bi onlayn heye ser www.jw.org.