KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • km 9/13 rûp. 2
  • “Kî Îro Qirara Yahowa Diqedîne?”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • “Kî Îro Qirara Yahowa Diqedîne?”
  • Qulixkirina Meye Padşatiyê 2013
  • Têmên Mîna Wê
  • Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?; Çawa Bidine Xebatê
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2017)
  • Hîn Dikin bi Broşûra “Mizgîniya Xwedê seva Meriya”
    Qulixkirina Meye Padşatiyê 2015
Qulixkirina Meye Padşatiyê 2013
km 9/13 rûp. 2

“Kî Îro Qirara Yahowa Diqedîne?”

1. Kengê emê destpêkin hîn bin broşûra, “Kî îro qirara Yahowa diqedîne?”, û çi karê ewê mera bîne?

1 Destpêbûyî ji heftiya 11 teşrînê (noêmbir), wedê hînbûna Kitêba Pîroz di civatêda, emê hîn bin broşûra, “Kî îro qirara Yahowa diqedîne?” Ev broşûra teze hatiye derxistinê li ser civata mezine sêrojî, navê kîjanî ku usa bû: “Dilê xwe xwey ke!”. Ev broşûr bona wê yekê hatiye derxistinê, wekî kî ku Kitêba Pîroz hîn dibin, bikaribin bêne teşkîleta Yahowa. Hînbûna vê broşûrê ne tenê wê mezin ke razîbûna me ji bo wê yekê ku em di teşkîleta Yahowada ne, lê usa jî wê alî me bike, wekî rind bizanibin, ku çawa evê haceta qîmet di qulixkirinêda bidine xebatê (Zb. 48:13).

2. Çi cûreyî evê broşûrê emê di civatêda hîn bin?

2 Hînbûn wê çi cûreyî derbaz be: Xebervan gerekê wedê xwe usa para weke, ku her ders rind bê şirovekirinê. Her 28 ders ewê derbaz ke bi wê yekê ku bixûne navê têmê, yê ku bi pirsê hatiye nivîsarê. Paşê ewê bêje wî birayêra kî ku gerekê têkstê bixûne, wekî ew abzasa pêşin bixûne. Paşê xebervan wê pirsê bide guhdara, yê ku ew hazirkiriye bona pêşxeberê. Paşê wê yekê, her parek yê ku bi herfêd reş kifşkirî ne, gerekê bêne xwendinê û başqe-başqe bêne şirovekirinê. Çaxê par wê bê xwendinê, xebervan wê guhdara pirs ke, ku çi cûreyî ew caba navê têmê dide. Di vê broşûrêda usa jî gelek şikil hene, yêd ku usa jî dikarin wedê cabêd xwe bidine xebatê. Heger wede dest dide, rêzêd serekî gerekê bêne xwendinê. Pêşiya ku derbazî li ser dersa din bin, xebervan seva wekilandinê, wan pirsa gerekê bide, yêd ku jêrê, xilaziya rûpêlê nivîsar in. Heger di vê dersêda heye çargoşe “Hê zêde pêbihese”, ev jî gerekê bê xwendinê. Paşê xebervan wê guhdara pirs ke, wekî ewêd ku Kitêba Pîroz hîn dibin, ji vê yekê çi karê dikarin bistînin. Çaxê hînbûna dersê îda xilaz dibe, û wede hê dimîne, hingê xebervan, navê dersa dikare çawa pirsa wekilandinê bide xebatê. Bîra xweda xwey ke, ku eseyî nîne, wekî evê broşûrê bi vî cûreyî bidine xebatê, seva ku tevî meriya hînbûnê derbaz kin.

3. Ça em dikarin pêda ji hînbûna vê broşûrê karê bistînin?

3 Seva ku pêda ji vê yekê karê bistînin, lazim e wekî seva civatê xwe rind hazir kin û usa bên. Qewatê bidine xebatê ku li wir caba xwe bidin. Wedê şirovekirinê, derheqa wê yekê dişirmîş bin ku çira ev ders dikare kar be seva wan, kî ku Kitêba Pîroz hîn dibin. Bira hînbûna evê broşûra teze, me hazir ke, seva ku alî yêd dinêna bikin tevî me qirara Xwedê biqedînin, wekî ewana jî bikaribin bistînin ewê gumanê ku heta-hetayê bijîn (1 Yûhn. 2:17).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin