Bidine Xebatê Malpera Me, seva ku Zarêd Xwe Hîn kin
1. Binserî bi navê “Дети” ya ku di malperêda heye, çida alîkariyê dide?
1 Malpera me, jw.org, hemû meriyara hewas e, ça seva biçûka usa jî seva mezina. Malpera meda heye binserî bi navê “Дети” (pêşiyê bitikîne “Библейские учения” > paşê “Дети”). Ev malper alî zara û alî dê-bavêd wan dike, wekî ewana bikaribin nêzîkî hev û nêzîkî Yahowa bin (Qan.Dcr. 6:6, 7). Lê tu ça dikarî evê binseriyê bidî xebatê, ku zarêd xwe hîn kî?
2. Çawa tu dikarî dersekî usa seva zarêd xwe bijbêrî, ku salêd wanra bin?
2 Serwaxt bin: Hewcêd her zarê cûrekî ye (1 Korn. 13:11). Lê tu çawa dikarî dersekî usa seva zarêd xwe bijbêrî, ku salêd wanra bin? Pirsêd usa bide xwe: “Gelo, zarêd minra wê çi hewas be? Ewana wê çiqasî bikaribin fem bikin? Çiqas wede ewana wê bikaribin dîna xwe ser dersê bigirin? Tevî zarêd ku sê salî ne yan jî hê biçûk, tu dikarî şêwir bikî derheqa serhatiyêd, di çargoşêda bi navê “Библия для самых маленьких”. Malbetêd din jî serhatiyêd usa didine xebatê, yêd ku binseriyêda nin bi navê “Обучайте своих детей”. Usa jî dikarî binihêrî variyantêd din, yêd ku têne dayînê.
3. Ça dê-bav dikarin rind bidine xebatê ew serhatî, yêd ku dikarin bibînin binserîda, bi navê “Задания для семейного поклонения”?
3 “Задания для семейного поклонения”: Ev ders mîna haceta ne, û alî dê-bava dikin, wekî zarêd xwe hîn kin. Seva ku hîn bî wekî çi cûreyî evan serhatiya bidî xebatê, bitikîne bişkok li ser kîjanî ku nivîsar e, bikişîne, û bixûne “Руководство для родителей”, ya ku bona her dersekê tê dayînê. Bide xebatê “картинка-заданиê”, yêd usa ça “страница-раскраска”, wekî zara hîn kî. Alî zarêd negihîştî bike, wekî “задание” tije kin. Di her dersada têne gilîkirinê serhatiyêd usa, wekî zarêd biçûk û yêd mezin bikaribin kar bikin di vê yekêda, dêmek “Задания для семейного поклонения”.
4. Çi dikarin bibînin binserîda “Стань другом Иеговы”?
4 “Стань другом Иеговы”: Ev vîdêo, kilam û ders, yêd ku di vê binserîda hene alî dê-bava dikin, wekî Xebera Xwedê zarêd xweyî biçûk hîn kin (Qan.Dcr. 31:12). Her vîdêoyêd kin yêd ku bona zara ne, dersekî ferz hîn dikin. Dersêd usa ku tiştekî lêkolîn bikî û bibînî, dîna me didine ser ferzbûna van dersa. Zara timê xweş tê, ku bistirên. Xêncî wê yekê, kilam alî zara dikin ku bîra xweda xwey kin ew, çi ku ewana hîn bûne. Kilamêd Padşatiyê û kilamêd ku îlahî seva zara têne nivîsarê, timê derdikevin.
5. Çira dê-bav gerekê ji Yahowa alîkariyê bixwazin, ku bikaribin rastiyê zarêd xwe hîn kin?
5 Dê-bavno, Yahowa dixwaze wekî hûn dê-bavêd pêşdaçûyî û serfiraz bin. Lema jî alîkariyê ji Yahowa bixwazin, seva ku bikaribin rastiyê zarêd xwe hîn kin (Hakim. 13:8). Bi alîlkariya Yahowa hûn dikarin zarêd xwe usa hîn kin, wekî ewana bibine “serwaxt” û “wekî bi baweriya ser Mesîh Îsa xilaz bin” (2 Tîmt. 3:15; Metlk. 4:1-4).