Qutiya Pirsa
◼ Gelo çaxê xûşk tevî bira hînbûna Kitêba Pîroz ber derî derbaz dike, ew gerekê serê xwe girêde, yan na?
Heger cem xûşkekê hînbûna Kitêba Pîroze her gav heye, û wedê hînbûnê bira tevî wê ye, hingê xûşk gerekê serê xwe girêde (1 Korn. 11:3-10). Di “Birca Qerewiliyê” da ya 15 tîrmehê (yûîên), sala 2002, li ser rûpêla 27 (ru), usa tê şirovekirinê: “Ev hînbûna Kitêba Pîroze kifşkirî ye, û kî ku hînbûnê derbaz dike, di vê derecêda rêber e. Bi vî cûreyî hînbûna Kitêba Pîroz, dibe parek ji civatê. Heger xûşka nixumandî derbaz dike hînbûna Kitêba Pîroze usa, û birê nixumandî jî tevî wê ye, hingê ew gerekê serê xwe girêde”. Ev prînsîp wî çaxî jî tê xebitandinê, çaxê birê nenixumandî jî tevî xûşkê diçe ser hînbûnê. Û firqî tune ku hînbûn malda wê derbaz be, ber derî, yan jî ciyê din.
Xêncî wê yekê, heger hînbûna Kitêba Pîroze ber derî, hê nehatiyê kifşkirinê, wî çaxî lazim nîne ku xûşk serê xwe girêde, çaxê tevî bira diçe ser serlêdana dubare. Xûşk hela hê wî çaxî jî dikare serê xwe girênede, heger nêta serlêdana dubare ew e, ku nîşan ke wekî çawa hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dibe, yan jî çaxê şêwir dike derheqa têmekê ji edebyetêd seva hînbûnê. Hînbûna Kitêba Pîroze ber derî gelek car hêdî-hêdî destpêdibe, bi alîkariya serlêdanêd dubare, kîjan ku bi xîret têne kirinê. Dannasînkarra lazim e hilde hesab hemû dereca, û serwaxt be seva ku bikaribe tê derxe, hela kengê serê xwe gerekê girêde.