Dayîna Jûrnala, Kêrhatî ye seva ku Hînkirina Kitêba Pîroz Destpêkin
1. Çira organîzasîona Yahowa timê dannasînkara hêlan dike, ku meriyara jûrnala bihêlin?
1 Gelek merî naxwazin Kitêba Pîroz hîn bin, lê wana xweş tê jûrnalêd me bixûnin. Lema jî organîzasîona Yahowa, timê dannasînkara hêlan dike, ku meriyara jûrnala bihêlin. Çaxê merî her tim jûrnalêd me dixûnin, hingê xwestina wan hindava Xebera Xwedê hê mezin dibe (1 Pet. 2:2). Wede şûnda ew çi ku ewana dixûnin, dikare li ser wan hukum ke û hêlan ke, wekî hînkirina Kitêba Pîroz destpêkin.
2. Ça em dikarin destpêkin xeberdanê tevî wan meriya, kîjanara ku jûrnala dihêlin?
2 Toximê Rastiyê Avde: Seva ku tenê meriyara jûrnala bihêlî û pêra-pêra herî, bixebite ku tevî wan xeberdanê destpêkî û heleqetiya xwe jî tevî wan çêkî. Ev yek wê alî te bike ku pêbihesî hela ev merî yekî ça ne, çi xwestinêd wî hene, û ew çi bawer dike. Û ev yek tera dest dide ku meriyara ziman bibînî (Metlk. 16:23). Seva her serlêdanekê xwe hazir ke. Heger dest dide, kin dîna xwe bide fikirekî yan jî rêzekî ji jûrnala, û bi wê yekê tuyê toximê rastiyê dilê wîda avdî (1 Korn. 3:6). Xwera binivîse, wekî kîjan rojê tu hatî cem wî, kîjan edebyet wîra hîşt, derheqa çi te tevî wî xeber da û kîjan rêz şirowekir.
3. Gelo çiqas zû em gerekê serlêdanê bikin wan meriyara, kîjanara ku jûrnala dihêlin?
3 Çiqas Zû Gerekê Serlêdanê Bikin? Tu gerekê mehê carekê jûrnalêd teze meriyara bînî. Lê çi jî hebe, ev yek ça derecêd teva girêdayî ye, usa jî vê yekêva hela xwestina meriya heye hê zêde pêbihesin yan na. Tu dikarî xwexa safî kî, hela çiqas zû bêy cem meriya. Mesele, çaxê heftêk yan jî du heftê derbaz bû, paşê wê yekê çaxê te jûrnal hîştin, dikarî dîsa bêy û usa bêjî: “Ez hatim cem we, wekî kin dîna we bidime li ser fikirekî ji vê jûrnalê, kîjan ku min wera hîştibû”. Ev yek dikare wî hêlan ke, ku bixwaze gotarê bixûne. Heger ew îda jûrnal xwendiye, hingê tu dikarî ji wî pirs kî, hela çi ew dişirmîş dibe derheqa vê gotarê û kin şêwir bike. Yan jî heger merî xweş tê edebyetê me bixûne, tu dikarî careke din jî bêy cem wî û wîra nîşan kî bûklêt, broşûr, yan jî kitêb, yêd ku di vê mehêda têne belakirinê.
4. Carna em çi dikarin bikin, seva ku xweyê malê bixwaze hînkirina Kitêba Pîroz destpêke?
4 Hîviyê nîbe ku xweyê malê, xwexa ji te bixwaze ku tevî wî hînkirinê derbaz kî. Tu gerekê xwexa gava pêşin bavêjî. Heger ewî berê nedixwest ku tevî wî hînkirinê derbaz kî, hingê dikarî carna dîna wî bidî li ser gotarê ji “Birca Qerewiliyê”, bi navê usa “Ответы на библейские вопросы” (ru), û heger ew bixwaze dikarî tevî wî şêwir bikî. Dibeke tuyê bikaribî tevî wî destpêkî hînkirina Kitêba Pîroze ber dêrî. Lê çi jî hebe, heger ew ne jî bixwaze hînkirina Kitêba Pîroz destpêke, tu dikarî berdewan kî jûrnala wîra bînî û hewasa wî bi vê yekê mezin kî.