Hîn be wekî di Qulixkirinêda Hê Cêribandî bî; Bixebite ku Dayîna Jûrnala Kêrhatî be
Ev Yek Çira Ferz e: Gelek meriv naxwazin Kitêba Pîroz hîn bin, lê wana xweş tê jûrnalêd me bixûnin. Dibeke rêlîgiya wan, wana xweş tê, yan jî ewana dişirmîş dibin ku wedê wan seva hînbûnê tune. Xêncî wê yekê çaxê ew meriv her gav jûrnalêd me dixûnin, hingê ewana dikarin xwestina xwe hindava Xebera Xwedê hê mezin kin (1 Pet. 2:2). Hine gotarêd ji edebyetêd me dikarin dilê wan bigirin, yan jî derecêd wan dikarin bêne guhastinê. Çaxê em her gav serlêdanêd kin wanara dikin, ji bo wê yekê ewana hindava meda halixweş dibin. Û ew yek alî me jî dike pêbihesin hela çi wana xweş tê û seva çi berxwe dikevin. Wede şûnda emê bikaribin tevî vî merivî hînkirina Kitêba Pîroz destpê kin.
Çawa Bikin:
• Her meh wedê xwe usa saz ke ku bikaribî wî merivîra bînî neşirkirinêd teze ya “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar Bin!”. Dibeke nava mehêda tuyê bikaribî wedekî dinda jî bêyî cem wî merivî, seva ku xwestina wî mezin kî wekî ew bixûne wan jûrnala ku te wîra hîşt. Tu usa jî dikarî bihêlî wan edebiyeta ku wê mehêda têne belakirinê. Nivîsarêd rind seva xwe bike. (Binihêre “Qulixkirna Meye Padşatiyê”, ya meha Çileyê sala 2014, rûp. 3).
• Seva her serlêdana xwe hazir ke. Dewsa ku tenê jûrnala bidî xweyê malê, usa bike wekî ew tevî te bikeve xeberdanê. Û bixebite ku heleqetiya baş tevî xweyê malê çêkî, ku bikaribî hewasa wî pêşda bînî.
• Serwaxt be wekî bikaribî mecala bidî xebatê seva ku hînkirina Kitêba Pîroz destpêkî. Hergê kesek ji wan meriya kîjanara ku tu jûrnala dihêlî, dixwaze pêbihese, wekî çi dibêje Kitêba Pîroz derheqa pirsekî, hingê dikarî wîra bînî edebiyeta seva hînbûnê kîderê ku caba pirsa vî tê dayînê. Usa jî dikarin tevayî şêwir bikin. Pêşiya ku herî, pirsekî dayîne ku xeberdana weva girêdayî ye, seva ku careke mayîn şêwir kî. Hergê tu her gav tevî xweyê malê şêwir dikî derheqa têmekê ji Kitêba Pîroz yan edebyetêd seva hînbûnê didî xebatê, dêmek tu îda derbaz dikî hînkirina Kitêba Pîroz. Te xweyê malêra hîşt broşûra “Mizgîniya Xwedê seva Meriya” û nîşan kir ça derbaz dibe hînkirina Kitêba Pîroz? Te wîra nîşan kir vîdêoyêd “Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?” û “Ça Derbaz Dibe Hînbûna Kitêba Pîroz?” Hergê xweyê malê serê-sêrîda qebûl nekir Kitêba Pîroz hînbe, ew dikare nihêrandina xwe biguhêze, çimkî derece tê guhastinê. Dibeke wê baş be hergê tu dîsa carekê bêjî wekî tevî wî hînkirina Kitêba Pîroz destpêkî?
Evê Yekê vê Mehêda Bide Xebatê:
• Xwera kifş ke û binvîse derheqa wan meriya kîjanara ku tu dikarî jûrnala bihêlî. Wanara bide jûrnalêd teze û bêje ku careke mayîn tê dîsa jûrnalêd din bînî.