KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • km 4/14 rûp. 6-7
  • Dîzayna Belavokêd Teze!

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Dîzayna Belavokêd Teze!
  • Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
  • Têmên Mîna Wê
  • Çawa bi Belavoka Xeberdanê Destpêkin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2020)
  • Pêşanî
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2016)
Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
km 4/14 rûp. 6-7

Dîzayna Belavokêd Teze!

1. Dîzayna kîjan edebyetê hate tezekirinê?

1 Pênc belavokêd teze, hatibûn derxistinê li ser civata mezine sêrojî, ya sala 2013 bi navê “Xebera Xwedê Rastî ye!”. Xêncî vê yekê, belavoka Mizgîniya Padşatiyê № 38, navê kîjanî ku usa ye “Gelo, bi Rastiyê Mirî Dikarin Dîsa Bijîn?”, kete nava rêza pênc belavokêd din. Dîzayna van her şeş belavoka teze ye. Gelo çira dîzayna wan hate guhastinê? Çaxê em van belavoka mal bi mal bela kin, gelo em ça dikarin ewan belavoka baş bidine xebatê?

2. Nêta dîzayna belavoka teze çi ye?

2 Çira Lazim e Dîzayna Teze? Seva ku pêşanîna me baş be çaxê em mal bi mal dannasîn dikin, hertim evan çar tişta lazim e hildin hesab: (1) Pirs usa dayne, ku bikaribî xeberdanê destpêkî. (2) Rêz ji Kitêba Pîroz bixûnin. (3) Edebyetê xweyê malêra bihêle, seva ku ew bixûne. (4) Pirsekê bide, ku careke din tevî wî şêwir bikî û xeber de derheqa serlêdana dubare. Belavoka bi dîzayna teze, alî me dike ku evan 4 tişta hêsa bikaribin bidine xebatê.

3. Ça em dikarin di qulixkirinêda yek ji van belavokêd teze bela kin?

3 Ça Evan Belavoka Bidine Xebatê: (1) Paşî wê yekê çaxê xweyê malê silav kî, dîna wî bide ser pirsa kîjan ku li ser rûyê pêşin e û bipirse hela ew çi dişirmîş dibe. (2) Belavokê veke û nîşan ke “Kitêba Pîroz dibêje”. Heger dest dide, rêz ji Kitêba Pîroz pêra-pêra bixûne. Usa jî heger wedê xweyê malê heye, tevî wî derheqa “Kitêba Pîroz usa jî soz dide” şêwir bike. (3) Belavokê wîra bihêle, û wî hêlan ke ku çaxê wîra dest bide, bira bixûne. (4) Pêşiya ku tu herî, nîşan ke rûpêla paşin kîderê ku nivîsar e “Dişirmîş Bin”, û xeber de derheqa serlêdana dubarê seva ku şêwir kin caba ku li ser hîmê Kitêba Pîroz e.

4. Ça em dikarin wedê serlêdane dubare, belavoka teze bidine xebatê?

4 Serlêdana dubare jî hêsa ye bikin. Dikarî hêsa bidî xebatê evan rêzêd ji Kitêba Pîroz yêd ku li ser rûpêla paşin e, seva ku caba wî pirsî bidî derheqa çi jî, te pêşda xeber dabû. Pêşiya ku herî, dîna wî bide li ser şikilê broşûrê “Mizgîniya Xwedê seva Meriya”. Broşûrê veke û nîşan ke ewê dersê, ya ku hê zêde şirovedike caba pirsa wî. Paşê jî broşûrê wîra bihêle. Heger ew evê yekê qebûl dike, dîsa tevî wî derheqa serlêdana dubare xeber de, ku evê broşûrê şêwir bikin. Usa te îda hînkirina Kitêba Pîroz destpêkir! Yan jî dewsa ku evê broşûrê bihêlî, tu dikarî belavoka din wîra bihêlî û tevî wî xeber de ku paşê bêy wekî şêwir bikî.

5. Qîmeta van belavoka di qulixkirinêda çi ye?

5 Belavoka, em weke 130 sala di qulixkirinêda didine xebatê. Xêncî vê yekê dîzayn û çapa wan timê dihate guhastinê. Û ev belavok hecetêd gelek kêrhatî ne seva şedetîkirinê. Lema jî werên em rind bidine xebatê evan belavokêd teze, seva ku berdewan kin zanebûna ji Kitêba Pîroz di nav temamiya dinyayêda bela kin (Metlk. 15:7a).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin