Qutiya Pirsa
Ça gerekê zara hîn kin, seva ku ewana ruhanîda gihîştî bin û pêşda herin?
Dê-bavê Mesîhî ji aliyê xweda hemû tiştî dikin, seva ku zarêd xwe “bi şîret û hînkirina Xudan mezin kin” (Efes. 6:4). Mesele, dê-bav fem dikin ku çaxê ewana her şebeq tevî zara şêwir dikin derheqa rêza rojê ya ji Kitêba Pîroz, ev yek seva zara gelek kêrhatî ye. Wedê qulixkirina tevî malbetê, yan jî şixulêd din, malbet dikarin tevayî binihêrin û şêwir bikin derheqa vîdêoyekî. Dê-bav usa jî dikarin şêwir bikin derheqa têmakê ji vê gotarê “Pirsêd Cahila û Şîretêd Kêrhatî”, biwekilînin hine serhatiya ji Kitêba Pîroz, yan jî dikarin tevayî temaşekî hazir kin ku zar hîn bin. Dêmek seva ku zar “bêne li ser hînbûna gihîştî”, lazim e wekî wana usa jî hê zêde hîn kin derheqa rastiyêd ji Kitêba Pîroz (Îbrn. 6:1).
Dişirmîş be, hela çi em hîn dikin merivêd mihala xwe. Çaxê em cara pêşin têne cem meriya, yan jî çaxê serlêdana dubare dikin, em timê dixebitin ku tevî wan destpêkin hînkirina Kitêba Pîroz bi vê kitêbê: “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”. Lê çaxê merî ev kitêb derbaz bû, em tevî wî destpêdikin hînkirina kitêba “Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey ke”. Çira? Kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”, alî meriya dike, ku ewana bistînin zanebûnê derheqa Kitêba Pîroz. Lê kitêba “Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey ke”, wana hîn dike ku çawa dikarin prînsîpêd ji Kitêba Pîroz emirê xweyî her rojîda bidine xebatê. Hînbûna van du kitêba alîkariyê dide yêd teze, seva ku ewana “baweriyêda şidiyayî hîmgirtî bin” (Kols. 2:6, 7). Lê gelo ev kitêb wê seva zarêd me jî kêrhatî bin? Belê, zar jî gerekê pêbihesin û hîn bin derheqa kirînê, Padşatiyê û halê miriya. Ewana usa jî gerekê bizanibin, ku çira Xwedê dihêle wekî kul-derd hebin, û çawa dikarin rojêd axiriyê têderxin. Xêncî wê yekê zar gerekê îzbat bin, ku cem Şedêd Yahowa heye rastî. Ewana gerekê fem bikin prînsîpêd Kitêba Pîroz, û usa jî ku çawa dikarin “têgihîştina” xwe hîn kin (Îbrn. 5:14, ÎM). Hemikî dê-bav gerekê hildin hesab ku zarêd wan çend salî ne, û çiqas ewana dikarin fem bikin. Xêncî vê yekê hene gelek zarêd usa jî, feresetêd kîjana ku heye wekî zû hildin û fem bikin hînkirinêd kûr ji Kitêba Pîroz (Lûqa 2:42, 46, 47).
Seva ku dê-bav alîkariyê bistînin, li ser jw.org wê edebyetêd seva hînbûnê bêne danînê, yêd ku li ser hîmê vê kitêbê ne: “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”. Û dê-bav dikarin evê yekê di malpera meda bivînin. Lê axiriyêda edebyetêd zêde seva hînbûnê, wê bêne hazirkirinê li ser hîmê kitêba “Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey ke”. Lê ev kitêbêd bi formata neşirkirî jî, dikarin bêne xebitandinê. Dêmek dê-bav dikarin xwexa safî kin ku ev kitêb çi çax bidine xebatê. Mesele dê-bav dikarin ev bidine xebatê, wedê qulixkirina tevî malbetê, yan çaxê başqe tevî zareke xwe hînkirinê derbaz dikin. Usa jî çaxê zara xwe hîn dikin, ku ew bikaribe hînbûna şexsî derbaz ke.