Ça Ez ber Yahowa Xwe Didime Kifşê?
1. Çira Kitêba Pîroz beramberî neynikê dibe?
1 Hûn her gav xwe li neynikê dinihêrin? Geleka ji me her roj xwe li neynikê dinihêre, çimkî ew alî me dike bivînin, hela reng-rûyê me ça ne û li ser çi lazim e dîna xwe bidin. Kitêba Pîroz beramberî neynikê dibe. Çaxê em Xebera Xwedê dixûnin, ev yek alî me dike bivînin hela hundurda em merivne ça ne, û ça em ber Yahowa têne kifşê (1 Sam. 16:7; Aqûb 1:22-24). Xebera Xwedê dikare “nêt û fikirêd dila jî enene” bike (Îbrn. 4:12). Gelo çi cûreyî xwendina Kitêba Pîroze her rojî û dişirmîşbûn alî me dike bivînin, hela çi alîda em gerekê xwe qewî kin, seva ku mizgîndarêd serfiraz bin? (Zeb. 1:1-3).
2. Ça Kitêba Pîroz alî me dike ku xwe bicêribînin?
2 Kitêba Pîroz Mîna Neynikê Bide Xebatê: Serhatiyêd qulixkarêd Yahowayî amin, derheqa kîjana ku di Kitêba Pîrozda nivîsar e, me hîn dike wekî çi xeyset-hunur Yahowara xweş tên. Mesele Dawid pêxember bi xîret qedirê navê Xwedê girt (1 Sam. 17:45, 46). Îşaya bi mêrxasî û bi rezadiliya xwe di wê mihalêda dannasîn dikir, kîderê ku zef çetin bû (Îşa. 6:8, 9). Hizkirina Îsayî mezin hindava Bavê wîyî ezmana ew hêlan dikir, wekî qulixkirina xwe hesab ke ça tişteke ku rihetiyê tîne, ne ku barekî giran (Yûhn. 4:34). Mesîhiyêd qirna yekê bi xîret dannasîn dikirin, ewana gumana xwe Yahowa tanîn, û hazir bûn nedana der (Kar. Şand. 5:41, 42; 2 Korn. 4:1; 2 Tîmt. 4:17). Çaxê em dişirmîş dibin derheqa wan mesela, ev yek alî me dike ku li ser xwe rast binihêrin, seva ku bikaribin qulixkirina xweye pîroz hê baş kin.
3. Çima em gerekê xwe egle nekin û guhastinêd lazim nav xweda bikin?
3 Bixebite wekî Kêmasiyêd Xwe Rast kî: Hemikî ew yek ku me neynikêda kêmasiyêd xwe dît, nayê hesabê ku ev kêmasî xwexa wê rast bin. Em gerekê ji Yahowa alîkariyê bixwazin ku li ser xwe rast binihêrin, û paşê jî bikaribin guhastinêd lazim nav xweda bikin (Zeb. 139:23, 24; Lûqa 11:13). Rast e wext hindik e û şixulêd me zef in, lê yeke em gerekê xwe egle nekin û guhastinêd lazim nav xweda bikin (1 Korn. 7:29; 1 Tîmt. 4:16).
4. Çi diqewime tevî wî merivî, yê ku çevê xwe ji Xebera Xwedê nabire, û paşê jî dixebite ku nav xweda kêmasiyêd xwe biguhêze?
4 Yahowa dîna xwe dide ne ku li ser wê yekê hela ça em têne kifşê, lê seva wî gelek ferz e hela hundurda em merivne ça ne (1 Pet. 3:3, 4). Çi diqewime tevî wî merivî, yê ku çevê xwe ji Xebera Xwedê nabire, û paşê jî dixebite ku nav xweda ewan kêmasiyêd xwe biguhêze, kîjana ku ewî dîtibû? Merivekî usa çi ku “dibihê bîr nake, lê diqedîne” û “kirinêd xweda xwezilî ye” (Aqûb 1:25). Belê, emê xwezilî bin dêmek bextewar bin û bibine qulixkarêd xîret, çimkî em “mîna neynikê şewqa rûmeta Xudan vedigerînin” (2 Korn. 3:18).