KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • km 11/14 rûp. 2
  • Kara Mêtoda Dannasînkirina Teze

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kara Mêtoda Dannasînkirina Teze
  • Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
  • Têmên Mîna Wê
  • Çawa bi Alîkariya Textêd Edebyata, Şedetî Bidin
    Qulixkirina Meye Padşatiyê 2015
  • Di Qulixkirinêda Dest Bidine ber Wext
    Qulixkirina Meye Padşatiyê 2015
Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
km 11/14 rûp. 2

Kara Mêtoda Dannasînkirina Teze

1. Ew civatêd mihala kîjanêda ku ciyêd usa seva dannasînkirinê dikevin, kîderê ku gelek meriv top dibin, çida hêlan dibin?

1 Ew civatêd mihala kîjanada ku ciyêd usa seva dannasînkirinê dikevin, kîderê ku gelek meriv top dibin, ewana hêlan dibin wekî li wan ciya dannasîn bikin. Û seva vê yekê dikarin bidine xebatê texta kîderê ku edebyeta datînin, yan jî stêndêd cîguhastinê. Hergê stêndêd cîguhastinê têne xebitandinê, hingê qulixkarek dikare ber stêndê bisekine yan jî rûnê. Lê ber texte, gerekê du qulixkar bisekinin. Ewêd ku li ber stênda disekinin, gerekê nerm û hevalhiz bin. Hergê kesek disekine û dîna xwe dide stêndê, hingê yek ji qulixkara dikare xeberdanê bi van giliya destpêke: “Hûn qe dişirmîş nebûne, wekî Kitêba Pîroz derheqa vê yekê çi dibêje?” Lê qulixkarek yan du qulixkarêd din jî, gerekê dîna xwe bidine ser stêndê, heta ku yê din neformal dannasîn dike.

2. Gilî kin qewimandinekê, yê ku dide kifşê wekî çiqasî kar e mêtoda dannasînkirina vî cûreyî.

2 Mêtoda dannasînkirinêye usa, kareke mezin anî, çimkî bi saya vê yekê gelek hînbûnêd Kitêba Pîroze teze hatibûn destpêkirinê. Cahilê ji Xwendgeha Bilind safî kiribû gotarekê derheqa Şedêd Yahowa lêkira, lê ewê nikaribû Oda Civatê bidîta. Heftiya din ewê dît, wekî ber Xwendgeha Bilind, kîderê ku ew hîn dibû, texta bi edebyetêd Şedêd Yahowa hatibû danînê. Bi saya vê yekê, ewê hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Û niha jî ew qulixkarê nixumandî ye, û xwexa bi vê mêtodê dannasîn dike.

3. Hineka çi dişirmîş dibin derheqa vê mêtoda dannasînkirinê, kîderê ku gelek meriv top dibin?

3 Xûşkek, ya ku bi mêtoda vî cûreyî dannasîn dike, giliyê usa dibêje: “Hineka têne ber stêndê, seva ku jûrnalêd teze xwera hildin. Yêd mayîn jî, qe derheqa Şedêd Yahowa nebihîstine. Ez dîna xwe didim, wekî bi mêtoda dannasînkirinêye usa, em dikarin bigihînine gelek meriya”. Lê xûşkeke din usa dibêje: “Ev mêtoda dannasînkirinê, bi rastiyê jî tişteke pir baş e û karê tîne, çimkî meriv nêzîkî te dibin, hela hê wî çaxî jî hergê hewasa wan vê yekêra tune”.

4. Çira wê kar be, hergê em texta yan jî stêndêd cîguhastinê, her heftî wedekîda, û cîkî daynin?

4 Kara wê dannasînkirinê wê wî çaxî hebe, hergê em texta yan jî stêntêd cîguhastinê, her heftî wedekîda, û cîkî datînin. Wede şûnda merivêd ku stênda divînin, îda hînî vê yekê dibin, ewana hêlan dibin nêzîk bin, pirsa bidin û edebyeta jî hildin. Lê civata we, dannasînkirina vî cûreyîda îda kar dike? Hergê usa ne, dibeke tê jî bikaribî vî cûreyî qulix kî, ya ku şabûn û karê tîne. Çimkî usa em derheqa “Padşatiya Xwedê” elam dikin (Lûqa 9:60).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin