KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • km 4/15 rûp. 1
  • Di Qulixkirinêda Dest Bidine ber Wext

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Di Qulixkirinêda Dest Bidine ber Wext
  • Qulixkirina Meye Padşatiyê 2015
  • Têmên Mîna Wê
  • Tu Xizmetiya Xwe bi Temamî Tînî Sêrî?
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
  • Kara Mêtoda Dannasînkirina Teze
    Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
  • Berdewan kin bi Xîret Dannasîn kin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
Qulixkirina Meye Padşatiyê 2015
km 4/15 rûp. 1

Di Qulixkirinêda Dest Bidine ber Wext

Nava sala xizmetiyêye 2014, Şedêd Yahowa weke 1 945 487 604 sihet qulix kirine. Eşkere tê kifşê, ku em hazir in qulixkirinêva mijûl bin! (Zeb. 110:3; 1 Korn. 15:58). Rast e “wext hindik maye”, lê gelo emê bikaribin sihetêd xweye qîmet di qulixkirinêda usa bidine xebatê, wekî hê zêde merivara dannasîn kin? (1 Korn. 7:29).

Seva ku bikaribin rind dest bidine ber wext, em gerekê derecêd meriya hildin hesab. Besa xeberê, hergê tu her roj weke sihetekê yan hê zêde qulix dikî, û nabe ku tevî kesekî xeberdanê destpêkî, hingê dikarî guhastina bikî, seva ku bikaribî hê zêde meriya bivînî û wanara xeber dî. Cî-ciya, derece têne guhastinê. Lema jî hergê hildin hesab evan şîretêd jêrê nivîsar, ewê alî me bike hê rind dest bidine ber wext, seva ku “badîhewa kulma xwe navêjin hewayê” (1 Korn. 9:26, ÎM).

  • Şedetîkirina Mal bi Mal: Îda gelek sal e, qulixkar çawa ku qeyde ye, roja xwe destpêdikin bi dannasînkirina mal bi mal. Em zanin wekî gelek meriv roj dixebitin. Lema jî em dikarin ji aliyê xweda bixebitin, wekî berê êvarê mal bi mal dannasîn kin, çaxê gelek meriv mal in û hêsa dibin. Nava rojêda, şedetîkirina li kûçê û li ciyêd ku meriv dixebitin, dikare berêd baş pêşda bîne.

  • Şedetîkirina li Ciyêd ku Gelek Meriv Top Dibin: Text û stêndêd cîguhastinê gerekê li wan ciya bêne danînê, seva kîjanî ku wê civata mihala we cabdar be û kîderê ku gelek meriv top dibin. (Binihêre “Qulixkirina Meye Padşatiyê” ya meha Tîrmehê sala 2013, rûp. 5, (ru).) Hergê li van ciya kîderê ku text û stêndêd cîguhastinê sekinîne, îda gelek meriv top nabin, hingê Komîtêya Xizmetiyê ya Civatê dikare safî ke ku van stênda derbazî wan ciya bike, kîderê ku gelek meriv top dibin.

  • Serlêdana Dubare û Hînkirina Kitêba Pîroz: Hergê tu divînî wekî cûrê dannasînkirina te, kêrhatî derbaz nabe, hingê dikarî tiştekî biguhêzî nava wî wedeyîda, çaxê tu serlêdanêd xwe dikî yan hînkirina Kitêba Pîroz derbaz dikî. Soz mesele, hergê dannasînkirina mal bi mal rojêd Şemiya şebeqa daha kêrhatî ye, hingê tu dikarî hînkirina Kitêba Pîroz, derbazî nîvro yan êvara bikî?

Rast e em şa dibin çaxê divînin ku sihetêd meye qulixkirinê zêde ne, lê şabûna me hingê hê zêde dibe, çaxê şixulê me kêrhatî derbaz dibe. Hergê tu di cûrê dannasînkirinêda kar dikî û divînî wekî ew wede seva vê yekê kêrhatî nîne, dikarî tiştekî bernama xweda biguhêzî. Yahowara dua bike, yê ku heye “xweyê dirûnê”, wekî ew rêberiya te bike ku bikaribî di qulixkirinêda, rind dest bidî ber wext! (Met. 9:38).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin