Cûrek ji Pêşanînê
Belavok: “Gelo wê bê ew Wede, Çaxê Kul-Derd Îda Tune bin?”
“Hergê we bikaribûya problêmeke dinyayê kuta kira, weyê kîjan problêm bixwesta kuta kin? [Hîviyê be, bira caba xwe bide.] Li gora Kitêba Pîroz, zûtirekê Xwedê evê problêmê û hela hê gelek problêmêd din jî, wê kuta ke. [Bijbêre evan rêzêd ku tuyê xweyê malêra bixûnî, mesele Daniyêl 2:44; Metelok 2:21, 22; Metta 7:21-23; yan 2 Petrûs 3:7.] Di vê belavokêda tê gilîkirinê, wekî kengê û çi cûreyî Xwedê halê dinyayê wê aliyê başda biguhêze”.
Kitêb: “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”
“Ça hûn dişirmîş dibin wê bê ew wede çaxê kesîbbûn îda tune be, û cem her kesî malêd baş hebin? [Hîviyê be, bira caba xwe bide.] Ji kerema xwe dîna xwe bidinê, wekî Xwedê derheqa vê yekê, însanetêra çi soz dide. [Bixûne Îşaya 65:21, 22.] Di vê kitêbêda tê gilîkirinê, wekî çawa Xwedê sozê xwe wê bîne sêrî û ça em dikarin tevî vê yekê bibine yek. [Paşê, ji vê kitêbê tu dikarî şêwir bikî serê 3, abzasa 20.]