Cûrek ji Pêşanînê
Birca Qerewiliyê 1 Tebaxê
“Em îro têne cem meriya, seva ku bêjin wekî çi alîkarî heye bona problêma belabûyî. Problêmeke mezin ew e, çaxê em merivên xweye nêzîk unda dikin, û mera çetin dibe evê yekê teyax kin. Hûn vê yekêra qayîl in? [Hîviyê be bira caba xwe bide.] Dîna xwe bidinê sozê ji Kitêba Pîroz, ya ku dilbîniyê dide. [Bixûne Eyantî 21:3, 4.] Kitêba Pîroz gumanê dide me, ku rojeke usa wê bê, çaxê merivên meye nêzîk wê dîsa bijîn. Di vê jûrnalêda tê şêwirkirinê derheqa wê yekê, ku çawa ev yek wê biqewime”.
Hişyar Bin! Tebax
“Em merivara gotarekê usa nîşan dikin, kîderê ku tê şêwirkirinê derheqa wê yekê, ku nava şanên meda (klêtke) kîjan înformasyoneke pir ferz heye. [Rûyê jûrnala “Hişiyar Bin!” xwayê malêra nîşan ke] Geleka bawer dikin ku jîyîna me bi êvolûsiyê pêşda hatiye, lê yên din difikirin ku jîyîn hatibû efirandinê. Lê derheqa wê yekê hûn çi difikirin? [Hîviyê be bira caba xwe bide.] Di vê jûrnalêda tê gotinê derheqa înformasyoneke hewas ku nav şanên meda heye, û ji bo çi jî hine zandar ecebmayî mane çaxê pêhesiyan ku Sazkarê jîyînê heye”.