KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp20 № 3 rûp. 14-15
  • Ji Keremên Efirandar Lezeta Herheyî Bistînin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ji Keremên Efirandar Lezeta Herheyî Bistînin
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2020
  • Têmên Mîna Wê
  • Ewî Meriv Hiz Dikirin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Gelo Ji Keremetên Îsa Em Çi Pêdihesin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike—2004
  • Em Dikarin ji Keremetên Îsa Çi Hîn bin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Mesîh Qewata Xwedê ye
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2020
wp20 № 3 rûp. 14-15
Merivên ji cûre-cûre mileta cinetêda şabûnê distînin.

“Bira erd berê xwe bide. Xwedê dua li me bike, Xwedêyê me” (ZEBÛR 67:6).

Ji Keremên Efirandar Lezeta Herheyî Bistînin

Xwedê Birahîm pêxemberra soz dabû, wekî bi saya yekî ji zureta wî wê “dua li hemû miletêd dinyayê bibe” (Destpêbûn 22:18). Gelo ew zuret wê kê bûya?

Paşî weke 2 000 sal, Xwedê qewat da Îsa, yê ku ji zureta Birahîm bû, wekî keremetên mezin bike. Ewan keremeta dane kifşê, wekî ew sozê ku Birahîmra hatibû dayînê, wê bi saya Îsa ser miletên dinyayê bê sêrî (Galatî 3:14).

Bi saya keremetên ku Îsa dikir, zelal bû wekî hema Îsa ye ev zureta sozdayî, bi saya kîjanî ku Xwedê dua li hemû miletên dinyayê bikira. Ewan keremeta usa jî dane kifşê, wekî Xwedê wê bi Îsa çi cûreyî ewê yekê bike. Dîna xwe bidinê, keremetên Îsa kîjan hunurên wî eyan kirin.

Hizkirin: Îsa yên nexweş qenc dikirin.

Carekê merivê kotî lavaya Îsa dikir, wekî wî qenc ke. Îsa destê xwe dirêj kir, lê ket û gotê: “Ez dixwazim”. Yê kotî derbêra qenc bû (Marqos 1:40-42).

Merdanî: Îsa meriv têr dikirin.

Îsa nedixwest, wekî meriv birçî bimînin. Îsa çend cara bi keremetî hezara meriv pê çend nan û mesiya têr kir (Metta 14:17-21; 15:32-38). Paşî nanxwarinê, gava gişk têr bûn, gelek xwarin ber wan ma.

Dilşewatî: Îsa yên mirî sax dikirin.

Gava Îsa dît, wekî jinebiyê şîna kurê xweyî tayê-tenê dikir, gunê wî lê hat, çimkî tenê ew kur bû çar û îlaca wê. Lema jî Îsa kurê wê ji mirinê rakir (Lûqa 7:12-15).

KEREMÊN HERHEYÎ SER ERDÊ

Îsa zelal da kifşê, wekî qewata Xwedê heye însanetê kerem ke. Zûtirekê Xwedayê Himzor wê bi saya Îsa, ser erdê keremetên hê mezin bike!

Gelo emir ser erdê wê çi cûreyî be, çaxê Xwedê sozê xweyî ku dabû Birahîm, bîne sêrî? Ewên ku Xwedê hiz dikin û wî hurmet dikin, wê “erdê war bin” û “xêr-xweşîyêva wê xinê bin û şa bin” (Zebûr 37:11). “Îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk” (Eyantî 21:4).

Wê keremeke çiqas mezin be, çaxê meriv edilayêda heta-hetayê ser erdê bijîn! Em we hêlan dikin bikevine malpera www.jw.org, wekî hê zêde pêbihesin derheqa keremên ku zûtirekê serwêrtiya Xwedê wê bîne.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin