MÎNA ÎSA BIJÎN
Wana Hîn ke Nesekinin û Timê Yehowara Xizmet kin
Çawa hate kifşê, xizmetkarên nû kîjana ku serê-sêrîda hîn kirin bi xîret xizmet kin, li axiriyê bûne xizmetkarên cêribandî (Mtl. 22:6; Flp. 3:16). Jêrê têne dayînê çend şîret, ku çawa tu dikarî alîkariyê bidî şagirt, wekî hîmê xizmetiya xwe, baş ke:
Çaxê şagirt destûr stand bibe mizgînvan, hingêva destpêke wî hîn ke (km 8/15 1). Wîra bide kifşê ku çiqas ferz e her heftiyê ew derê xizmetê (Flp. 1:10). Çaxê gilî dikî derheqa şedetîkirinê, gerekê tiştên baş gilî kî (Flp. 4:8). Usa jî ew hêlan ke şixulkariyê bike tevî berpirsiyarê komê û xizmetkarên din, seva ku ji wana hîn be û karê bistîne (Mtl. 1:5); (km 10/12 6 ¶3).
Çaxê şagirt hate nixumandinê, dîsa jî nesekine û berdewam ke wî hêlan ke û hîn ke xizmetêda, îlakî hergê ewî hê xilaz nekiriye hînkirina kitêbê “Xwe Nava Hizkirina Xwedêda Xwey ke” (km 12/13 7).
Çaxê tu tevî xizmetkarekî nû derdikevî xizmetê, pêşanînên hêsa bide xebatê. Çaxê ew pêşanîna dike, bi dil û can payê wî bide. Dikarî usa jî dîna wî bidî li ser wê yekê, ku çi dikare alî wî bike daha cêribandî be (km 5/10 7).