KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb18 Adar rûp. 8
  • Xwedê û Hevalê Xwe Hiz Bike: Çawa Evê Hizkirinê Pêşda Bînin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Xwedê û Hevalê Xwe Hiz Bike: Çawa Evê Hizkirinê Pêşda Bînin
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2018)
  • Têmên Mîna Wê
  • Ji Xwendina Kitêba Pîroz Diha Zêde Karê Bistîne
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Tu Ça Dikarî ji Xwendina Kitêba Pîroz Karê Bistînî?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2018)
mwb18 Adar rûp. 8

MÎNA ÎSA BIJÎN

Xwedê û Hevalê Xwe Hiz Bike: Çawa Evê Hizkirinê Pêşda Bînin

Rast e Qanûna Mûsa borcdar nake Mesîhiya, lê ev du temiyên ferz, ku Xwedê û hevalê xwe hiz bikin, hetaniha eyan dike ew, çi ku Yehowa ji me dewa dike (Mt. 22:37-39). Hizkirina vî cûreyî xwexa pêşda nayê, em gerekê ew nav xweda pêşda bînin. Lê çi cûreyî? Ya ewlin, ev heye xwendina Kitêba Pîroze herrojî. Çaxê em hê zêde derheqa Xwedê pêdihesin, çawa ku Nivîsarên Pîrozda eyan kiriye, usa em zelal divînin “xweşikiya Yahowa” (Zb. 27:4, DO). Bi saya vê yekê, hizkirina me hindava Yehowa hê mezin dibe û nihêrandina me jî, mîna yê Wî dibe. Ev me hêlan dike temiyên Xwedê pêk bînin, nava kîjanî ku dikeve temî, wekî hindava meriyada hizkirina dilsax bidine kifşê (Yn. 13:34, 35; 1 Yn. 5:3). Li vir sê şîret têne dayînê, ku çawa xwendina Kitêba Pîroz daha hewas kin:

  • Zelal bide ber çevê xwe. Bide hesabê xwe, ku tu wêderê yî. Tu çi dibînî, dibihêy, û bîna çi tê? Çi dikarî bêjî derheqa hestên wan meriya, derheqa kîjana ku dixûnî?

    Bira dide ber çevê xwe tiştên ku ji Kitêba Pîroz dixûne
  • Xwendina xwe hewas ke. Li vir çend rêberî têne dayînê. Bi dengê bilind bixûne, yan aûdîo-nivîsandinê vêxe û bira çevê te jî li Kitêba Pîrozda be. Dewsa ku serî pey seriyara bixûnî, dikarî bixûnî serhatiya merivekî ji Kitêba Pîroz, yan derheqa têmekî. Mesele, dikarî bidî xebatê broşûra “Rêberî Bona Hînbûna Kitêba Pîroz” serê 4 û 16 û bixûnî derheqa Îsa. Usa jî tu dikarî bi temamî bixûnî ew serî ji Kitêba Pîroz, ji kîjanî ku rêza rojê hatibû hildanê. Bixûne kitêbên ji Kitêba Pîroz bi wê siriyê, çawa ku ewana hatine nivîsarê.

    Xûşk dixûne Kitêba Pîroz ji jw.org
  • Bixûne ku fem bikî. Dewsa ku tenê gelek seriya bixûnî, bi wê meniyê ku zû xilaz kî, wê baş be her roj serîk ji Kitêba Pîroz bixûnî û ser bifikirî. Hê zêde lêkolîn ke derheqa tiştên xwendî û kûr bifikire. Bide xebatê xerîta û elametiya zêde, ku tê dayînê ortêda, ser her rûpêleke Kitêba Pîroz. Dikarî lêkolîn bikî tiştekî, çi ku tera femdarî nîne. Hergê dibe, haqas wede bifikire, çiqas wede teyê ser xwendinê xerc kira.

    Du elametiyên zêde ji Welgerandina Dinya Teze
    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin