KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb19 Çile rûp. 7
  • “Pawlos Şikirî da Xwedê û Mêrxasî da Kifşê”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • “Pawlos Şikirî da Xwedê û Mêrxasî da Kifşê”
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2019)
  • Têmên Mîna Wê
  • Ewana Bona Kara Me Gelek Tişt Dikin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
  • Berpirsiyarên Mihalê Ça Alî Me Dikin?
    Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2019)
mwb19 Çile rûp. 7
Pawlos şikirî dide Xwedê bona bira, yên ku rastî wî hatin

MÎNA ÎS BIJÎN

“Pawlos Şikirî da Xwedê û Mêrxasî da Kifşê”

Çaxê civata Romê bihîst ku Pawlos tê cem wan, hingê koma bira weke 64 kîlomêtr derbaz bûn, seva ku herin rastî Pawlos bên. Çi cûreyî hizkirina wane dilovan li ser Pawlos hukum kir? Ewî “şikirî da Xwedê û dilê wî şidiya” (Kr.Şn. 28:15). Rast e Pawlos eyan bû ça merivekî ku timê bi hatina xwe civat hêlan dikir, lê çaxê ew girtî bû, ewî xwexa ji bawermanda hêlanê distand (2 Kr. 13:10).

Îro berpirsiyarên mihalê serlêdana civata dikin, seva ku xûşk-bira qewî kin û hêlan kin, çimkî carna xûşk-bira divestin, xemgîn dibin û dilteng dibin. Careke din, çaxê berpirsiyarê mihalê tevî kulfeta xwe serlêdana civata we bike, bifikire ku çi tu dikarî bikî seva alî wan kî mêrxas bin. Bi vê yekê emê “dil bidin ber hev” (Rm. 1:11, 12).

  • Berpirsiyarê mihalê derbaz dike civata bona dannasînkirinê

    Civatên bona dannasînkirinê bernede. Berpirsiyarê mihalê xwexa jî gelek hêlan dibe, çaxê xûşk-bira ji aliyê xweda qurbana dikin, wekî bêne ser hemû civatên ku li wê heftiyê kifşkirîne (1 Ts. 1:2, 3; 2:20). Bifikire ku vê mehê çaxê serlêdana berpirsiyarê mihalê ye, hela tuyê bikaribî ça pêşengê komekdar xizmet kî. Tu dikarî bifikirî, wekî tevî wana derkevî xizmetê, yan jî wana bivî li ser hînbûneke xwe. Gelek wana xweş tê, tevî cûre-cûre xizmetkara xizmet kin, usa jî tevî yên teze û necêribandî.

  • Berpirsiyarê mihalê û kulfeta wî hatine teglîfkirinê cem malbetekî

    Mêvanhiziya xwe bide kifşê. Bifikire ku wana teglîf kî mala xwe ser xwarinê, yan jî cî bona şevmayînê bidî wan. Bi vê yekê tê bidî kifşê, wekî wana hiz dikî. Ewana hîviyê nînin, ku hûn gelek tişt bona wan bikin (Lq. 10:38-42).

  • Berpirsiyarê mihalê derbaz dike civata bona rûspiya

    Guh bide, him jî şîret û rêberiya wî bide xebatê. Berpirsiyarê mihalê bi hizkirin alî me dike bivînin, ku çawa em dikarin xizmeta xwe Yehowara daha baş kin. Diqewime carna ew şîreteke sert jî bide (1 Kr. 5:1-5). Ew şa dibe, çaxê em guhdar in (Îbr. 13:17).

  • Endemên civatê razîbûna xwe didine kifşê berpirsiyarê mihalêra û kulfeta wî

    Razîbûna xwe bide kifşê. Bêje berpirsiyarê mihalê û kulfeta wî, ku hatina wan çiqas bona te kar e. Tu dikarî evê yekê wanara bêjî, yan jî bi cûrê nemê wanara binivîsî (Kl. 3:15).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin