MÎNA ÎSA BIJÎN
Tu ji Kilamên Teze Çi Dikarî Hîn bî?
Ji kilamên teze tu kîjana hiz dikî? Çima? Te dîna xwe dayê, wekî vîdêoyên van kilama jîyîna meye herrojî didine kifşê? Her kes ji têma û stîla van kilama dikare tişteke kêrhatî seva xwe bivîne. Bi rastî jî ev kilamên teze û vîdêoyên bi miqama, pêşkêşên qîmet in bona me.
Her ji van kilamên teze tiştên baş me hîn dikin û em dikarin vana jîyîn û xizmetiya xweda bidine xebatê. Hine ji van kilama dîna me didin ser mêvanhiziyê, yektiyê, dostiyê, mêrxasiyê, hizkirinê û baweriyê. Yên din jî hêlan dikin vegerin cem Yehowa, hevdu bibaxşînin, aminiya xwe xwey kin û nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe. Kilameke usa jî heye, ku hîn dike çi cûreyî bi bîlanî têlêfonê bidine xebatê. Dîsa kîjan dersên kêrhatî, te ji van kilamên teze xwera dîtiye?
BINIHÊRIN KILAMA “MÊRXASÎ BIDE MIN”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
Çawa vîdêoyêda hate kifşê, xûşk-bira rastî çi çetinaya hatin, kîderê ku wanara mêrxasî lazim bû?
Ewana çida dudilî nedibûn? (Dsp. 14:20)
Zûtirekê emê rastî çi dereca bên?
Çi wê alî me bike, ku her derecada mêrxasî bidine kifşê? (2 Pd. 6:16)