KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb21 Gulan rûp. 13
  • Hizkirinê Malbetêda Bidine Kifşê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hizkirinê Malbetêda Bidine Kifşê
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2021)
  • Têmên Mîna Wê
  • Ça Dikarin Malbeta Xwe Bextewar kin?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Du Şîret bona Bextewariya Malbetê
    Çawa Malbeta Xwe Bextewar kin
  • Edilayê Malbetêda Xwey kin
    Çawa Malbeta Xwe Bextewar kin
  • Bîlanî bona Bextewariya Malbetê
    Hişyar Bin!—2021
Hê Zêde Binihêre
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2021)
mwb21 Gulan rûp. 13
Malbet tevayî civatêda distirên.

MÎNA ÎSA BIJÎN

Hizkirinê Malbetêda Bidine Kifşê

Hizkirin yektiya malbetê qewî dike. Bê hizkirinê malbetêda çetin e yektiyê xweyî kin û tevî hev şixulkariyê bikin. Çawa jin-mêr û dê-bav dikarin hizkirinê malbeta xweda eyan kin?

Malxê ku jina xwe hiz dike, hewce, nihêrandin û hestên wê hildide hesab (Ef. 5:28, 29). Ew gerekê aliyê fîzîkîda bona malbeta xwe xem bike û bi saya Qulixkirina tevî Malbetê alî wan bike nêzîkî Yehowa bin (1 Tîm. 5:8). Jina ku mêrê xwe hiz dike wê gura wîda be û  “qedirê mêrê xwe bigire” (Ef. 5:22, 33, DT; 1 Pt. 3:1-6). Herdu jî gerekê hazir bin hêsa û zû bibaxşînine hev (Ef. 4:32). Dê-bavên ku  zarên xwe hiz dikin, hewcên zarên xwe hildidin hesab û wana hîn dikin Yehowa hiz bikin (Qn.Dc. 6:6, 7; Ef. 6:4). Gelo zar mektebêda rastî çi çetinaya tên? Ewana çi dikin, wekî nekevine ber bayê hevalên xwe? Hergê malbetêda hizkirin heye, her kes wê xwe xweykirî û bêxofiyêda texmîn ke.

BINIHÊRIN VÎDÊO “HIZKIRINA KU TU CAR KUTA NABE MALBETÊDA BIDINE KIFŞÊ” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Şikla ji vîdêo “Hizkirina ku Tu Car Kuta Nabe Malbetêda Bidine Kifşê”. Paşê civatê jin û mêr malda nivîsarên pîroz şêwir dikin.

    Malxê ku jina xwe hiz dike, çawa dide kifşê ku wê qîmet dike û bona wê xem dike?

  • Şikla ji vîdêo “Hizkirina ku Tu Car Kuta Nabe Malbetêda Bidine Kifşê”. Paşê civatê xûşk bi sebir guh dide mêrê xwe, yê ku ne Şedê Yehowa ye û ber dilê wîda tê.

    Jina ku mêrê xwe hiz dike, çawa qedir hindava wî dide kifşê?

  • Şikla ji vîdêo “Hizkirina ku Tu Car Kuta Nabe Malbetêda Bidine Kifşê”. Paşê civatê malbet şêwir dikin fikirên ku civatêda wana xweş hat û xwarinê dixwin.

    Dê-bavên ku zarên xwe hiz dikin, çawa alî wan dikin ku hizkirinê hindava Xebera Xwedê pêşda bînin?

HINDAVA HACETÊN ELEKTRONÎK FESAL BIN

Hacetên elektronîk dikarin wî wedeyî ji malbetê bistînin, ya ku gerekê bona qewîkirina malbetê bihata xerckirinê. Dê-bav gerekê safî kin ku çiqas wede ewana û zarên wan dikarin ser hacetên elektronîk xerc kin. Xêncî wê yekê, dê-bav gerekê safî kin ku zarên wan tevî kê dikarin bi onlaynê têklî bin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin