KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb22 Çile rûp. 13
  • Em ji Emirê Samûyêl Çi Hîn Dibin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Em ji Emirê Samûyêl Çi Hîn Dibin?
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2022)
  • Têmên Mîna Wê
  • Yehowa Tevî Samûyêl Xeber Dide
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Samûyêl Dikir Ew, Çi ku Rast bû
    Zarên Xwe Hîn kin
  • Gedekî Biçûk Xwedêra Qulix Dike
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Padşê Pêşin Îsraêlêda
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2022)
mwb22 Çile rûp. 13
Şikil: Şikil ser hîmê vîdêo bi navê “Ji Samûyêl Hîn bin”. 1. Dênî. 2. Samûyêlê biçûk.

MÎNA ÎSA BIJÎN

Em ji Emirê Samûyêl Çi Hîn Dibin?

Samûyêl nava temamiya jîyîna xweda Yehowara amin bû. Çaxê ew biçûk bû, ewî çev neda kurên Elî, Hofnî û Pînhas, kîjana ku xirabî dikirin (1 Sm. 2:22-26). Yehowa timê tevî Samûyêl bû (1 Sm. 3:19). Çaxê Samûyêl emirda mezin bû, ewî dîsa jî bi aminî Yehowara xizmet dikir, hela hê wî çaxî jî gava kurên wî xirabî dikirin (1 Sm. 8:1-5).

Em çi dikarin ji mesela Samûyêl hîn bin? Hergê tu cahil î, bawer be ku Yehowa divîne tu rastî çi çetinaya têyî û fem dike, wekî çi ser xwe texmîn dikî. Ew dikare alî te bike, wekî tu mêrxas bî (Îş. 41:10, 13). Lê hergê zara te heye û ew Yehowara xizmet nake, mesela Samûyêl dikare te qewî ke. Samûyêl dikaribû zorê bikira ser zarên xwe, wekî Yehowara amin bimînin, lê ewî ev derece da destê Yehowa, Bavê xweyî ezmana. Him jî ewî dîna xwe pêda dabû ser vê yekê, ku aminiya xwe xwey ke û dilê Yehowa şa ke. Diqewime mesela teye baş, zara te hêlan ke, wekî vegere cem Yehowa.

BINIHÊRIN VÎDÊO “JI SAMÛYÊL HÎN BIN” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Şikil ser hîmê vîdêo bi navê “Ji Samûyêl Hîn bin”. Samûyêlê biçûk dar dibe hewşa konê.

    Çaxê Samûyêl biçûk bû, ewî ça mêrxasî da kifşê?

  • Şikil ser hîmê vîdêo bi navê “Ji Samûyêl Hîn bin”. Dênî tê bal birê xweyî mezin û derheqa rabûn-rûniştina wîye nerast wîra xeber dide.

    Dênî ça mêrxasî da kifşê?

  • Şikil ser hîmê vîdêo bi navê “Ji Samûyêl Hîn bin”. Samûyêlê pêxember îda emirda mezin e.

    Çaxê Samûyêl emirda mezin bû, ewî çi mesele hîşt?

  • Şikil ser hîmê vîdêo bi navê “Ji Samûyêl Hîn bin”. Dê-bavê Dênî paşî belakirina mizgîniyê tevî Dênî ne.

    Yehowa tevî wan meriya ye, yên ku qewî xwe li rastiyê digirin

    Dê-bavê Dênî çi meseleke baş hîştin?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin