MÎNA ÎSA BIJÎN | BONA SALA XIZMETIYÊYE TEZE, NÊTA DAYNE
Derbazî Wî Ciyî bin Kîderê Hewcetî Heye
Bawerî lazim e seva ku derbazî ciyê nenas bî, wekî hê zêde xizmet kî (Îbr. 11:8-10). Hergê tu dixwazî derbazî wî ciyî bî, kîderê ku hewcetî heye, tevî rûspiyên civata xwe xeber de. Tu çi dikarî bikî seva ku xercên xwe hesab kî û ciyê bona xizmetê bijbêrî? Lêkolîn ke edebyetên me, kîderê ku derheqa xizmetkirina li ciyê xerîb tê gotinê. Xeber de tevî wan xûşk-bira, yên ku karibûne bona xizmetiyê derbazî ciyên din bin (Mtl. 15:22). Bi duakirinê rêberiyê ji Yehowa bixwaze (Aqb. 1:5). Hê zêde pêbihese derheqa wî ciyî, kîderê ku tu dixwazî derbaz bî û hergê tê standinê, pêşiya ku derbaz bî, ser hine wede here wêderê.
BINIHÊRIN VÎDÊO “XWE VAN ŞIXULA BIGIRIN YÊN KU WÊ BAWERIYA WE QEWÎ KIN—DERBAZÎ WÎ CIYÎ BIN KÎDERÊ HEWCETÎ HEYE”, Û PAŞÊ CABA VÊ PIRSÊ BIDIN:
Gabrîêl çi guhastin gerekê bikira, û vê yekêda çi alî wî kir?