MÎNA ÎSA BIJÎN
Problêmên Êkonomîkî Netirse, lê Îtbariya Xwe Yehowa Bîne
Van rojên axiriyê jîyîn gelek zemet bûye. Çiqas em nêzîkî kutasiya vê dinyayê dibin, haqas çetinayên me wê diha zêde bin. Diqewime wedekî usa bê, wekî tiştên ku em hewce ne, dest me nekevin (Heb. 3:16-18). Gelo hingê wê çi alî me bike, ku netirsin gava em rastî problêmên êkonomîkî bên? Em gerekê berdewam kin îtbariya xwe Xwedayê xwe, Yehowa bînin. Ewî soz daye xizmetkarên xwe, ku wê bona wan xem bike û her gav kêleka wan be (Zb. 37:18, 19; Îbr. 13:5, 6).
Tu çi dikarî bikî:
Hîvî Yehowa bike, wekî rêberî, bîlanî û alîkariyê bide te (Zb. 62:8).
Hazir be xebateke usa jî qebûl kî, kîjan ku berê dibeke teyê qebûl nekira (g 1/10 8-9, çargoşe)
Berdewam ke xwe li şixulên ruhanî bigire, dêmek her roj Xebera Xwedê bixûne, civata bernede û bi xîret xizmet ke
BINIHÊRIN VÎDÊO “BIRA MALBETA WE QEWÎ BE; ‘DESTÊD WEDA ÇIQAS HEYE, RAZÎ BIN’” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
Hine malbet rastî çi çetinaya hatine?
Jîyînêda tiştê herî ferz çi ye?
Em ça dikarin alî wan bikin, yên ku rastî problêmên êkonomîkî tên?