MÎNA ÎSA BIJÎN
Merd bin
Îsa da kifşê wekî merdanî ji merdaniyê pêşda tê (Lq. 6:38). Çaxê tu merdaniyê xwera dikî xeyset, ev yek xûşk birên te hêlan dike wekî ewana jî qenc û merd bin.
Merdanî pareke hebandina me ye. Yehowa dîna xwe dide merivên merd, yên ku alî wan xûşk-bira dikin, kîjan ku hewcê alîkariyê ne. Yehowa soz dide ku wê wana kerem ke (Mtl. 19:17).
BINIHÊRIN VÎDÊO “EM ZEF RAZÎ NE BONA MERDANIYA WE”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
Qurbanên me ça bona piştgiriya xûşk-bira têne xebitandinê?
Em çima gerekê hergav merdaniyê bidine kifşê, firqî tune destê meda zef heye yan hindik? (Binihêre usa jî gotar ser jw.org bi navê “Zêdeya We Dikare Kêmasiya Wan Tijî ke”).