KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp21 № 1 rûp. 8-9
  • Xwedê Çima Caba Hemû Dua Nade?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Xwedê Çima Caba Hemû Dua Nade?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • Têmên Mîna Wê
  • Bi Duakirinê Nêzîkî Xwedê be
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Bi saya Dua Nêzîkî Xwedê be
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Para 11
    Guh Bide Xwedê
  • Yehowa Çawa Caba Duayên Me Dide?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
wp21 № 1 rûp. 8-9

Xwedê Çima Caba Hemû Dua Nade?

Bavê meyî ezmana Yehowa Xwedê hazir e û şa ye guh bide duayên meyî ji dil. Lê hine tişt hene ji bo çi jî Xwedê caba hemû dua nade. Gelo çi ne ev tişt û gava em dua dikin çi gerekê bîra xweda xweyî kin? Derheqa vê yekê jêrê hine rêberiyên ji Kitêba Pîroz hatine dayînê.

Koma meriva dêrêda, ji kitêbê dua dikin.

“Gava ku hûn dua dikin, giliya dîsa û dîsa newekilînin” (Metta 6:7).

Yehowa naxwaze, wekî em bi ezberî dua biwekilînin yan jî bi xwendinê dua bikin. Lê dewsê ew dixwaze, ku em ji dil tevî wî xeber din. Bide ber çevê xwe hevalekî te heye, û gava ew tevî te xeber dide, her roj giliyên mîna hev bi ezberî diwekilîne. Teyê çi texmîn kira? Hevalên baş wê hevra ji dil xeber din. Çaxê em bi giliyê xwe dua dikin, usa em şexsî Bavê xweyî ezmanara xeber didin.

Mêr li jor dinihêre û ber vî bîlêtên latarêyayê ne.

“Gava hîvî dikin, nastînin, çimkî ser nêta xirabiyê hîvî dikin” (Aqûb 4:3).

Hergê duayên xweda em tiştên usa dixwazin, çi ku Xwedê xweş nayên, hemikî ew wê caba duayên me nede. Mesele, em zanin wekî Yehowa timayê sûcdar dike. Lê gelo Ew wê kerem bike duayê merivê xumarbaz, kîjan ku dixwaze wekî Xwedê alî wî bike, ku gelek pera çêke? (Îşaya 65:11; Lûqa 12:15). Hemikî Yehowa wê caba duayê vî cûreyî nede! Seva ku Xwedê caba duayê me bide, em gerekê îzbat bin ku duayê me li gora qirara wî ye.

Keşîş bona koma eskera dua dike.

“Ewê ku tilîya dike guhê xwe ku qanûnê nebihê, duayê wî jî heta zivêr e” (Metelok 28:9).

Wedê berê, Xwedê caba duayên wan meriva nedida, kîjana qanûnên wîyî rast înkar dikirin (Îşaya 1:15, 16). Nihêrandina Yehowa nehatiye guhastinê (Malaxî 3:6). Hergê em dixwazin, Xwedê caba duayên me bide, em gerekê her tiştî bikin wekî gura qanûnên wîda bin. Lê hergê me berê tiştên nerast dikir? Gelo ev tê hesabê, wekî Yehowa wê îda tu cara guh nede duayên me? Hemikî na! Hergê em tobe dikin û qewatê didine xebatê, ku dilê Xwedê şa kin, ew wê bi hizkirin bibaxşîne me (Karên Şandiya 3:19).

“Ewê ku nêzîkî Xwedê dibe, gerekê bawer bike, ku Xwedê heye û wê wan xelat ke, kîjan ku li wî digerin” (Îbranî 11:6).

Kulfet Kitêba Pîroz dixûne.

Em ne ku tenê hingê dua dikin, gava dilteng dibin yan rastî çetinaya tên û dixwazin dilbîniyê bistînin, lê bi rastî duakirin pareke hebandina me ye. Duayê me baweriya me eyan dike. Aqûbê şagirt gotiye, ku hergê em “bi baweriyê” nexwazin, emê “tiştekî ji Xudan” nestînin (Aqûb 1:6, 7). Seva ku baweriya xwe hindava Xwedê bişidînin, em gerekê wede û qewatê bidine xebatê, ku bi saya lêkolîna Kitêba Pîroz hê rind Wî nas kin. Ev yek wê alî me bike, ku qirara Xwedê hê rind fem bikin û îtbariya xwe wî bînin.

QEWÎ BISEKININ!

Rast e Xwedê caba hemû dua nade, lê ew guh dide duayên bi mîlyona meriva, yên ku ji dil wîra dua dikin. Kitêba Pîroz dikare alî te bike, wekî bizanibî çi bikî, seva duayên te Xwedê xweş bên. Gotara dinda emê evê yekê hê zêde şêwir kin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin