KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp21 № 1 rûp. 10-13
  • Çawa Dua Bikin ku Xwedê Me Bibihê?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çawa Dua Bikin ku Xwedê Me Bibihê?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • YEHOWARA BI NAVÊ ÎSA DUA BIKIN
  • JI DIL XEBER DE
  • LI GORA QIRARA XWEDÊ DUA BIKE
  • EM BONA ÇI DIKARIN DUA BIKIN?
  • SEBIR KIN Û BERDEWAM KIN DUA BIKIN
  • Bi saya Dua Nêzîkî Xwedê be
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Bi Duakirinê Nêzîkî Xwedê be
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Ça Dua Bikin; Duayê Xudan Biwekilînin?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Dua Pêşkêşeke Gelek Qîmet e
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
wp21 № 1 rûp. 10-13

Çawa Dua Bikin ku Xwedê Me Bibihê?

Yehowa Xwedê “duayan dibihîze” (Zebûr 65:2). Em çi çax û kîderê bixwazin, dikarin dilê xweda yan bi dengê bilind dua bikin. Yehowa dixwaze ku em wîra bêjin “Bavo”. Bi rastî jî ew Bavekî pir baş e (Metta 6:9). Yehowa bi hizkirin me hîn dike, ku çawa dua bikin, wekî ew me bibihê.

YEHOWARA BI NAVÊ ÎSA DUA BIKIN

“Hûn pê navê min çi ji Bavê bixwazin, ewê bide we” (Yûhenna 16:23).

Giliyê Îsa rind didine kifşê, wekî Yehowa naxwaze ku em wîra, bi saya şikla, pûta, meleka yan ruhê kal-bava, dua bikin. Ew dixwaze ku em bi navê Îsa Mesîh dua bikin. Çaxê em bi navê Îsa Xwedêra dua dikin, em didine kifşê, ku rola Îsaye ferz fem dikin. Îsa got: “Tenê pê min yek dikare bê cem Bavê” (Yûhenna 14:6).

JI DIL XEBER DE

“Dilê xwe birêje ber wî” (Zebûr 62:8).

Çaxê em Yehowara dua dikin, em gerekê usa xeber din, ça tevî bavê xweyî hizkirî. Dewsa ku ji kitêbê dua bixûnin yan jî tiştekî bi ezberî bêjin, wê baş be ji dil û bi qedir wîra xeber din.

LI GORA QIRARA XWEDÊ DUA BIKE

“Heger em tiştekî li gora xwestina wî jê bixwazin, ew dengê me dibihê” (1 Yûhenna 5:14).

Yehowa Xwedê bi Kitêba Pîroz mera dibêje, ku ewê bona me çi bike û dixwaze em bona wî çi bikin. Seva ku duayên me li Xwedê qebûl bin, em gerekê “li gora xwestina wî” dua bikin. Vê yekêda lêkolîna Kitêba Pîroz wê alî me bike, wekî hê rind wî nas bikin. Hergê em usa bikin, duayên me wê wî xweş bên.

EM BONA ÇI DIKARIN DUA BIKIN?

Malbet pêşiya xwarinê dua dike.

Bona Hewcên Xwe Dua Bike. Em dikarin bona hewcên xweye herrojî dua bikin, mesele bona xwarinê, kinca û cî-sitarê. Em usa jî dikarin bîlaniyê ji Xwedê bixwazin, ku bikaribin safîkirinên rast bikin. Wê baş be usa jî qewatê ji wî bixwazin ku nava çetinayada teyax kin. Xêncî vê yekê em dikarin bona baweriyê û baxşandinê dua bikin û alîkariyê ji Xwedê bixwazin (Lûqa 11:3, 4, 13; Aqûb 1:5, 17).

Mêr tevî jina xwe dua dike, ya ku nexweşxanêda ne.

Bona Merivên Din Dua Bike. Dê-bavên ku zarên xwe hiz dikin, şa dibin gava zarên wan hevdu hiz dikin. Yehowa jî dixwaze, wekî zarên wîyî ser erdê, bona hev xem bikin. Em dikarin bona jin yan mêrê xwe, malbeta xwe, zar û hevalên xwe jî dua bikin. Aqûbê şandî usa nivîsî: “Bona hev dua bikin” (Aqûb 5:16).

Mêr deştêda ne.

Razîbûna Xwe Bide Kifşê. Kitêba Pîroz derheqa Efirandarê me dibêje: “Qencî wera kir, ji ezmên baran barand, rez jî demsalada dane we, bi xurekva hûn têr kirin û şabûn jî kire dilê we” (Karên Şandiya 14:17). Gava em difikirin derheqa her tiştên ku Xwedê seva me kiriye, em hêlan dibin duayên xweda razîbûna xwe wîra bidine kifşê. Hemikî razîbûna me Xwedêra ji wê yekê jî tê kifşê, çaxê em gura wî dikin (Kolosî 3:15).

SEBIR KIN Û BERDEWAM KIN DUA BIKIN

Carna em dilteng dibin, gava derbêra caba duayên xweyî ji dil nastînin. Lê ev tê hesabê, wekî Xwedê bona me xem nake? Na! Werên em çend mesela şêwir kin, yên ku didine kifşê, wekî çiqas ferz e berdewam kin dua bikin.

Stîv, derheqa kîjanî ku gotara pêşinda hatibû gotinê, dibêje: “Hergê min dua nekira, minê nêta jîyîna xwe unda kira”. Lê çi hate guhastinê? Ewî destpêkir Kitêba Pîroz hîn be û pêhesiya, wekî çiqas ferz e dua bikin, lema jî timê dua dikir. Stîv zêde dike: “Ez Xwedêra dua dikim, ku razîbûna xwe seva piştgiriya wî bidime kifşê. Ew vê yekê ji hizkirinê bi saya hevalên mine delal dike. Niha ez diha bextewar im”.

Lê em çi dikarin bêjin derheqa Cênî, ya ku difikirî wekî ew nehêja ye ku Xwedê duayê wê bibihê? Ew dibêje: “Gava min xwe bêkêr texmîn dikir, min lavaya Xwedê dikir wekî alî min bike, ku fem bikim çima ez xwe usa texmîn dikim”. Evê yekê çawa alî wê kir? Ew berdewam dike: “Çaxê min dilê xwe Xwedêra vedikir, evê yekê alî min dikir ku bi nihêrandina Xwedê ser xwe binihêrim. Dêmek hergê dilê min jî min sûcdar dike, Yehowa min sûcdar nake. Evê fikirê alî min kir, ku sist nebim û berdewam kim qewatê bidime xebatê”. Gelo kara vê yekê hebû? “Dua alî min kir bivînim, wekî Yehowa kesê zêndî ye, ew me hiz dike, û mîna Bav û Dostekî ezîz, bona me xem dike. Yehowa timê tevî min e û heta ku ez vê yekê dikim, çi ku ew dixwaze, ewê hertim alî min bike”.

Îzabêl tevî mêr û kurê xwe.

Gava Îzabêl kurê xwe Gêrard dinihêre, ku çawa ew nexweşiya xweda ji jîyînê lezetê divîne, ew dibêje: “Ez fem dikim, wekî ev cabeke pir baş e ser duayên min”

Werên em serhatiya xûşkeke me Îzabêlê şêwir kin. Çaxê ew hemle bû, doxdira jêra gotibûn, wekî zar wê nivîşkan bê bûyînê. Îzabêl gelek dilteng bibû. Hineka hela hê jî şîret didanê, wekî zarê berxwe bike. Ew dibêje: “Min xwe usa texmîn dikir, tê bêjî ji bo êşa derdê dilê xwe dimirim”. Lê gelo ewê çi kir? Îzabêl dibêje: “Min bêsekinandin Xwedêra dua dikir, wekî piştgiriya min bike”. Wede şûnda jêra kur hate bûyînê, navê kîjanî danîn Gêrard. Hemikî zar nivîşkan hate bûyînê. Lê Îzabêl difikire ku Xwedê caba duayê wê da? Belê! Çi cûreyî? Ew dibêje: “Gava ez kurê xweyî 14 salî dinihêrim û divînim ku vê nexweşiya xweda ew ji jîyînê lezetê divîne, ez fem dikim, wekî ev cabeke pir baş e ser duayên min. Û him jî ew keremeke mezin e ji Yehowa Xwedê”.

Serhatiyên vî cûreyî giliyê zebûrbêj dikine bîra me, yê ku got: “Tu xwestina belengaza dibihêyî, ya Xudan! Dilê wan bişidîn û guh bide ser wan” (Zebûr 10:17). Bi rastî jî meniyên çiqas baş in, ku berdewam kin dua bikin!

Kitêba Pîrozda em gelek duayên Îsa divînin. Yek ji wana, kîjan ku rind nas e ew e, gava ewî şagirtên xwe hîn dikir dua bikin. Lê em ji vê yekê çi dikarin hîn bin?

Îsa Hîn Dike Çawa Dua Bikin

Elaleteke mezin guh didin dannasînkirina Îsa ser Çiyê.

Îsa, wedê dannasînkirina ser çiyê, şagirtên xwe hîn kir ku bizanibin çawa dua bikin. Ev dua usa jî nas e ça Duayê Xudan (Metta 6:9-13; usa jî binihêre Lûqa 11:2-4). Nava qirnada ev dua eyan dibû û bela dibû, him jî gelek meriv bi ezberî hîn dibûn û gilî pey giliya diwekilandin. Gelo Îsa dixwest, wekî bi ezberî dua bikin? Na, çimkî wedê dannasînkirina ser çiyê, Îsa pêşda şagirtên xwera got, wekî duayên xweda pirxeber nebin, yanê giliya newekilînin (Metta 6:7). Bi rastî Îsa dixwest peyçûyên xwera nîşan kira, ku ça û derheqa çi dua bikin. Ka em binihêrin, wekî ji duakirina Îsa em çi dikarin hîn bin.

“Bavê meyî ezmana!”

  • Em gerekê tenê Xwedêra dua bikin.

“Navê te pîroz be”

  • Navê Xwedê, Yehowa gerekê bê hurmetkirinê û pîroz bê hesabkirinê.

“Padşatiya te bê”

  • Padşatiya Xwedê, serwêrtiya ezmanî ye, Padşê kîjanî ku Îsa ye. Zûtirekê ev Padşatî wê ser temamiya erdêra serwêrtiyê bike.

“Emirê te be, çawa li ezmên, usa jî li ser erdê”

  • Qirara Xwedê ew e, wekî meriv heta-hetayê edilayêda û bêxofiyêda ser erdê bijîn.

“Nanê meyî rojê roj bi roj bide me”

  • Tenê Yehowa dikare bide me wan hemû tişta, çi ku lazim e bona jîyînê.

“Deynêd me bibaxşîne”

  • Em gişk jî gelek şaşiya dikin û hewcê baxşandinê ne.

Wan tişta bîra xweda xweyî kin, çimkî ew wê alî we bike, wekî duayên we ji dil bin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin