KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp21 № 3 rûp. 12-14
  • Gelo Rêberiya Baş bona Jîyîna Bextewar Heye?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Rêberiya Baş bona Jîyîna Bextewar Heye?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • RÊBERIYA HERÎ BAŞ
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Hişyar Bin!—2017
  • Rêberiya Rast û Nerast: Kitêba Pîroz Rêberiya bi Îtbar e
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê)—2024
  • Çi Hûn Derheqa Kitêba Pîroz Dişirmîş Dibin?
    Çi Hûn Derheqa Kitêba Pîroz Dişirmîş Dibin?
  • “Rastê Li Erdê War Bin”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2018
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
wp21 № 3 rûp. 12-14
Mêrikek Kitêba Pîroz dixûne.

Gelo Rêberiya Baş bona Jîyîna Bextewar Heye?

Çawa me gotarên pêşiya vêda dît, meriv dixwazin wekî axiriya wan baş be, û ewana bawer in wekî bext, hînbûna bilind, hebûk û qencîkirin dikarin wana bextewar kin. Merivên usa mîna vî kesî ne, yê ku dixwaze here cîkî, lê xerîta nerast dide xebatê. Gelo ev yek tê hesabê wekî meriv tu car nikare rêberiya rast bivîne? Hemikî na!

RÊBERIYA HERÎ BAŞ

Çaxê em dixwazin bi bîlanî safîkirinekê bikin, heçî zef em alîkariyê ji merivên emirda mezin û bîlan dixwazin. Mîna vê yekê em dikarin rêberiya rast bona axiriyê, ji Kesê ku me mestir û bîlantir e, bistînin. Van şîreta em dikarin Kitêba Pîrozda bixûnin, ya ku weke 3 500 sal pêşda hatibû nivîsarê.

Çira tu dikarî îtbariya xwe Kitêba Pîroz bînî? Çimkî avtorê vê kitêbê gerdûnêda Kesê herî bîlan e. Ser wî tê gotinê “yê rojên wî kevn”, yê ku “ji her-heyê heta-hetayê” ye (Daniyêl 7:9; Zebûr 90:2). Ew heye “Xudanê ku ezmana efirandiye . . . Yê ku erdê çêkiriye û şikil dayê” (Îşaya 45:18, ÎM). Ew dibêje wekî navê wî Yehowa ye (Zebûr 83:18, DT).

Kitêba Pîroz ji Efirandarê temamiya însanetê ye, yê ku firqiyê nake orta meriva. Şîretên wî bona hemû mileta kêrhatî ne. Kitêba Pîroz ser gelek zimana dest dikeve û ji kitêbên din herî belabûyî ye.a Ev tê hesabê wekî her dera meriv dikarin vê kitêbê bixûnin û şîretên vê jîyîna xweda bidine xebatê. Kitêba Pîroz xwexa vê yekê îzbat dike:

“Xwedê rastî jî firqiyê nake nava mileta. Lê ji nav her miletîda, yê ku ji wî xof dike û rastiyê dike li wî qebûl e” (KARÊN ŞANDIYA 10:34, 35).

Mîna bavekî hizkirî ku zarên xwe şîret dike, Yehowa Xwedê jî Bavê meyî ezmana bi saya Xebera xwe, dêmek Kitêba Pîroz, me şîret dike û alî me dike (2 Tîmotêyo 3:16). Tu dikarî îtbariya xwe Xebera wî bînî, çimkî ew Efirandarê me ye û zane çi wê bi rastî me bextewar ke.

EM DIKARIN ÎTBARIYA XWE KITÊBA PÎROZ BÎNIN

Şikil: 1. Gedek trênêda têla xweda dixûne. 2. Têla wîda Kitêba Pîroz vekirî ye.

Em dikarin îtbariya xwe vê yekê bînin çi ku Kitêba Pîrozda derheqa axiriyê pêşda hatibû gotinê. Îro em pê çevê xwe divînin ça ev her tişt çi ku weke 2 000 sal pêşda vê kitêbêda hatibûn pêxembertîkirinê, têne sêrî.

QEWIMANDIN

“Miletê rabe li ser milet, padşatî li ser padşatiya, cî-ciya erdhejên mezin, xelayî-celayê û mîna nexweşiya hal wê bibin” (LÛQA 21:10, 11).

XEYSET-HUNUR

“Rojên axiriyêda zemanên xirab wê bên. Merivê bibine xwehiz, perehiz, kubar, babax, kifir, ne gura dê-bavada, bêşêkir, heram, dilsar, bêrem, buxdanbêj, temsist, zulmkar, neyarên qenciyê, nemam, culet, xwerazî, rihetîhiz, ne ku Xwedêhiz” (2 TÎMOTÊYO 3:1-4).

Tu hatî ser çi nêtî gava pêhesiyayî wekî ev her tişt, çi ku Kitêba Pîrozda haqas sal pêşda hatibû pêxembertîkirinê, hûr bi hûr tê serî? Bêşik tuyê qayîl bî tevî giliyên mêrekî ji Hon-Kongê bi navê Loyên ku usa got: “Pêxembertiyên Kitêba Pîroz gelek sal pêşda hatibûn nivîsarê. Nabe ku meriv pêşda her tişt usa rast pêxembertî bikira. Kitêba Pîroz hatiye nivîsarê ji bîna ber kesê meriva bîlantir”.

Kitêba Pîrozda bi seda pêxembertî hene yên ku îda hatine sêrî.b Ev yek îzbat dike wekî Kitêba Pîroz bi rastî Xebera Xwedê ye. Yehowa dibêje: “Ez Xwedê me û wek min nîne [tune]”. Ew usa jî dibêje: “Ez serê-sêrîda dibêjim vê yekê, çi ku vê xilaziyêda bibe, DT” (Îşaya 46:9, 10). Ser hîmê vê yekê tu dikarî îtbariya xwe pêxembertiyên Kitêba Pîroz bînî.

GRÊBERÎ KU ÇA ÎRO USA JÎ HETA-HETAYÊ WÊ KÊRÎ TE BÊ

Dê-bav destê du zarên xwe girtine û bi şabûn deştêda digerin.

Heger tu şîretên ji Nivîsarên Pîroz jîyîna xweda bidî xebatê, tuyê kareke mezin bistînî. Dîna xwe bide hine mesela.

NIHÊRANDINA RAST SER XEBAT Û PERA

“Mista tije ya bi rihetî, ji kulma tije ya bi zemetî û ketina pey bayê çêtir e” (WAÎZ 4:6, ÎM).

HELEQETIYA MALBETÊDA

“Ji we her kes jî bira jina xwe hiz bike çawa xwe û jin jî qedirê mêrê xwe bigire” (EFESÎ 5:33, DT).

HELEQETIYA TEVÎ MERIYA

“Hêrs nekeve, neqilqile, bînteng nebe ku xirabîyê bikî” (ZEBÛR 37:8).

Heger tu çi ku Kitêba Pîrozda hatiye nivîsarê jîyîna xweda bidî xebatê, tuyê ça niha usa jî axiriyêda bextewar bî. Kitêba Pîrozda em dikarin sozê Xwedê derheqa axiriya baş bivînin

EDILAYÎ Û BÊXOFÎ

“Milûkê erdê war bin, xêr-xweşîyêva wê xinê bin û şa bin” (ZEBÛR 37:11).

MAL Û XUREK BONA HER KESÎ

“Wê xaniya ava bikin û rûnên û reza daynin û mêwa wê bixwin” (ÎŞAYA 65:21).

NEXWEŞÎ Û MIRIN WÊ TUNE BIN

“Ewê ji çevên wan hemû hêsirên wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştên berê derbaz bûn” (EYANTÎ 21:4).

Tu gerekê çi bikî wekî axiriya usa baş bistînî? Dîna xwe bide gotara din.

a Seva hê zêde elametî derheqa welgerandin û belakirina Kitêba Pîroz, têkevine www.jw.org û binihêrin HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ > TERÎXÎ Û KITÊBA PÎROZ.

b Seva hê zêde elametî, binihêre serê 9 ji kitêba “Kitêba Pîroz—Xebera Xwedê ye yan ya Meriya?”, ya ku Şedên Yehowa neşir kirine. Ev bi onlayn ser www.jw.org heye. Binihêre KITÊBXANE > KITÊB Û BROŞÛR.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin