Rêberiya Rast û Nerast: Kitêba Pîroz Rêberiya bi Îtbar e
Em gerekê nefikirin ku safîkirinên kîjan em ser hîmê hestên xwe yan merivên din dikin, wê timê berên baş bînin. Derheqa vê yekê Kitêba Pîroz zelal şirovedike. Usa jî Kitêba Pîrozda rêberiyên bi îtbar hene, kîjan ku dikarin alî me bikin bi jîyîneke şa û bextewar bijîn.
RÊBERIYA KU MERA LAZIM E
Kitêba Pîrozda tê gotinê ku Yehowaa Xwedê dixwest, wekî meriv rêberiyê ji wî bixwazin, ne ku pey rêberiya xwe herin (Yêremya 10:23). Lema jî ewî normên nav-namûsiyê daye me, yên ku em dikarin Kitêba Pîrozda bixûnin. Ew meriva hez dike û dixwaze ji axiriya xirab û ji safîkirinên nebaş me xwey ke (Qanûna Ducarî 5:29; 1 Yûhenna 4:8). Xêncî vê yekê, ew ça Efirandarê me, dikare rêberiya lape baş bide me, çimkî zanebûn û bîlaniya wî heye (Zebûr 100:3; 104:24). Dîsa jî, Xwedê tu car zorê meriva nake, wekî ewana li gora normên wî bijîn.
Yehowa merivên pêşinra, Adem û Hêwayêra her tişt da seva ku ewana bextewar bin (Destpêbûn 1:28, 29; 2:8, 15). Ewî usa jî rêberiyên hêsa da wan û ji wan hîviyê bû, ku ewana wê guh bidine wî. Lê ewî azaya bijartinê da wan, wekî ewana xwexa safî kin, guh bidine rêberiyên wî yan na (Destpêbûn 2:9, 16, 17). Yazix, Adem û Hêwayê safî kirin li gora normên xwe bijîn, ne ku li gora normên Xwedê (Destpêbûn 3:6). Axirî çi bû? Gelo meriv ji Xwedê çêtir dikarin xwexa safî kin, çi bona wan rast e û çi na? Na. Terîxî îzbat kir, ku hergê meriv normên Xwedê pişt guhê xweva davêje, ev yek ne şabûn ne jî edilaya herheyî tîne (Waîz 8:9).
Firqî tune em ji kîjan miletî ne, rêberiyên ji Kitêba Pîroz me hemûyara lazim in seva ku safîkirinên bîlan bikin (2 Tîmotêyo 3:16, 17; binihêre çargoşe “K’itêb bona Hemû Meriva”). Bifikire ku çawa Kitêba Pîroz hîn dike vê yekê bikin.
Hê zêde pêbihese ku çima Kitêba Pîroz dikare bê navkirinê “xebera Xwedê” (1 Têsalonîkî 2:13). Binihêre vîdêo bi navê Nivîskarê Eslî yê Kitêba Pîroz Kî ye? ser jw.org.
ÇAWA KITÊBA PÎROZ RÊBERIYA XWEDÊ EYAN DIKE
Kitêba Pîrozda nivîsare derheqa heleqetiya Yehowa tevî meriva. Usa jî ev kitêb şîretên kêrhatî dide me, yên ku dikarin alî me bikin fem kin, ku Xwedê ser rastiyê û nerastiyê ça dinihêre, usa jî li ser tiştên kêrhatî û tiştên ku ziyanê tînin (Zebûr 19:7, 11). Ew şîretên ku em hîn dibin, alî me dikin bi bîlanî safîkirina bikin derheqa normên nav-namûsiyê.
Mesele, bifikirin ser şîreta Metelok 13:20: “Kî ku tevî bîlana rê diçe, wê bibe bîlan, lê karê kê tevî bêaqila ye, wê zirarê keve”. Ev prînsîp ça wedê berê kêrhatî bû, usa jî wedê meda kêrhatî ye. Kitêba Pîrozda xêncî vê prînsîpê, dîsa gelek prînsîpên dine kêrhatî û qîmet hene. Binihêrin çargoşe “Bîlaniya Kêrhatî ji Kitêba Pîroz”.
Lê diqewime hûn bifikirin, “Ça ez dikarim bawer bim, ku normên nav-namûsiyê yên ku ji Kitêba Pîroz in, îro jî kêrhatî ne?” Gotara dinda wê bê şirovekirinê derheqa serhatiyên rêalî.
a Yehowa navê Xwedêyî şexsî ye (Zebûr 83:18).