KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w21 Adar rûp. 8-13
  • Civatêda Alî Xwendekara Bikin wekî Ewana berbi Nixumandinê Herin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Civatêda Alî Xwendekara Bikin wekî Ewana berbi Nixumandinê Herin
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • GAVA TU SER HÎNBÛNA KITÊBA PÎROZ Î
  • GAVA XWENDEKAR TÊ CIVÎNA
  • RÛSPIYÊN CIVATÊ ÇAWA DIKARIN ALÎ XWENDEKARA BIKIN?
  • Hînbûnên Kitêba Pîroz, yên ku berbi Nixumandinê Diçin – Para 2
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Hînbûnên Kitêba Pîroz, yên ku berbi Nixumandinê Diçin – Para 1
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Alî Xwendekarên Xwe Bike ku Ewana Bêne Nixumandinê
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • “Herin Hemû Mileta Hîn kin”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
w21 Adar rûp. 8-13

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 10

Civatêda Alî Xwendekara Bikin wekî Ewana berbi Nixumandinê Herin

“Gava her pareke bedenê şixulê xwe dike . . . [beden] mezin dibe” (EFESÎ 4:16).

KILAMA 85 Bi Eşq û Dil Hevdu Qebûl kin

VÊ GOTARÊDAa

1-2. Kî dikare alî xwendekarên Kitêba Pîroz bike ku ewana berbi nixumandinê herin?

JINIKEKE bi navê Amî, ya ku li Fîjîyê dijî, usa dibêje: “Min ji hînbûna Kitêba Pîroz gelek şabûn distand. Min fem kir ku riya rast ev e. Dîsa jî, heta ku min tevî xûşk-bira hevaltî nekir, min jîyîna xwe nediguhast û ez berbi nixumandinê nediçûm”. Serhatiya Amîyê nîşanî me dike ku alîkariya xûşk-bira gelek ferz e, wekî xwendekarê Kitêba Pîroz berbi nixumandinê here.

2 Her mizgînvan dikare aliyê xweda alîkariyê bide wekî civat mezin be (Efesî 4:16). Pêşengeke bi navê Lêîlanî, ya ku li Vanûatûyê dijî, usa dibêje: “Dibêjin ku zar ji aliyê temamiya gundva tê mezinkirin. Bi texmîna min, şixulê hazirkirina şagirta jî usa ye. Seva ku kesek bibe Şedê Yehowa, alîkariya temamiya civatê lazim e”. Gava zar mezin dibe, malbet, heval û dersdar alîkariyê didine wî. Ewana zar hêlan dikin û dersên ferz wî hîn dikin. Mîna vê yekê, hemû mizgînvan dikarin bi şîreta, hêlanê û mesela xwe alî xwendekarên Kitêba Pîroz bikin ku ewana berbi nixumandinê herin (Metelok 15:22).

3. Em dikarin ji gotinên xûşkên me Ana û Lêîlanî û birê me Dorîn çi hîn bin?

3 Gelo wê çima baş be wekî mizgînvanê ku hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike, alîkariya mizgînvanên din qebûl bike? Xûşkeke bi navê Ana, ya ku li Moldovayê ça pêşenga mexsûs xizmet dike, usa dibêje: “Seva ku xwendekarekî Kitêba Pîroz pêşda here, tenê alîkariya dersdar bes nîne”. Birê me Dorîn jî li Moldovayê ça pêşengê mexsûs xizmet dike. Ew usa dibêje: “Gelek car, gava mizgînvanekî din tê ser hînbûna min, ew tiştekî xweş dibêje, çi ku qet hişê minra jî derbaz nebibû, û ev gotin dilê xwendekar digire”. Lêîlanî besa menîke din jî dike: “Gava xwendekar hizkirin û dilgermiya xûşk-bira divîne, ewê fem ke ku em cimeta Yehowa ne” (Yûhenna 13:35).

4. Vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin?

4 Tu dibeke berxwe dikevî: “Heger ez hînbûnê derbaz nakim, gelo ez çawa dikarim alî xwendekar bikim ku ew pêşda here?” Niha emê bivînin ku gava em têne teglîfkirinê ser hînbûna Kitêba Pîroz, yan gava xwendekarên nû têne civatê, em çawa dikarin alî wan bikin. Usa jî, emê bivînin ku rûspiyên civatê çawa dikarin alî xwendekarên Kitêba Pîroz bikin ku ew berbi nixumandinê herin.

GAVA TU SER HÎNBÛNA KITÊBA PÎROZ Î

Şikil: 1. Birak bona hînbûnê xwe hazir dike. 2. Bira wedê hînbûnê xeber dide.

Gava te teglîfî ser hînbûnekê dikin, bona dersê xwe rind hazir bike (Abzasa 5 heta 7 binihêre)

5. Gava te teglîfî ser hînbûna Kitêba Pîroz kirine, rola te çi ye?

5 Ser hînbûna Kitêba Pîroz, herî zêde dersdar cabdar e ku alî xwendekarê xwe bike ku ew Kitêba Pîroz fem bike. Bîr neke ku heger te teglîfî ser hînbûnê kirine, tu tenê alîkar î (Waîz 4:9, 10). Lê gelo tu ça dikarî wedê hînbûnê bibî alîkarekî baş?

6. Gava tu ser hînbûneke Kitêba Pîroz têyî teglîfkirin, wê baş be ku tu çi bikî?

6 Bona hînbûna Kitêba Pîroz xwe hazir bike. Ya pêşin, dersdarra bêje bira derheqa xwendekarê xwe hinekî tera gilî ke (Metelok 20:18 bixûne). Mesele, tu dikarî usa bipirsî: “Xwendekar yekî çawa ye? Baweriya wî çi ye? Hûnê derheqa kîjan têmayê xeber din? Tu dixwazî ku xwendekar ji vê dersê çi hîn be? Wedê hînbûnê, gelo tiştek heye, ku gerekê ez nevêjim yan nekim? Ez çawa dikarim xwendekar hêlan bikim ku ew pêşda here?” Hilbet ne lazim e ku dersdar derheqa xwendekarê xwe her tiştî eşkere bike, lê ew dîsa jî dikare derheqa wî hine tişt gilî ke wan xûşk-birara, yên ku tevî wî têne ser hînbûnê. Mîsyonêreke bi navê Coy usa dike. Ew dibêje: “Ev yek alî mizgînvanê din dike ku ew xwendekar diha baş nas bike û bizanibe ku ew dikare wedê hînbûnê çi bêje”.

7. Çima ferz e ku mizgînvanê din xwe bona hînbûnê hazir bike?

7 Gava kesek te teglîfî ser hînbûna xwe dike, wê baş be ku tu xwe bona dersê hazir bikî (Ezra 7:10). Birê me Dorîn usa dibêje: “Wê baş be ku mizgînvanê din jî xwe bona hînbûnê hazir bike. Bi vî cûreyî, ewê bikaribe diha baş alîkariyê bide”. Serda jî, xwendekar wê bivîne ku we herdu jî rind xwe hazir kiriye, û ev yek wê bona wî meseleke baş be. Heger mecala te tune be ku tu xwe rind hazir bikî, wê dîsa jî baş be ku tu fikirên ferz yên dersê bizanibî.

8. Wê çima baş be wekî tu pêşda bifikirî ku ser hînbûnê derheqa çi dua bikî?

8 Wedê hînbûna Kitêba Pîroz, dua pareke ferz e. Lema pêşda bifikire ku tuyê çi bêjî heger lazim be ku tu dua bikî. Bi vî cûreyî, duayê te wê diha konkrêt û ji dil be (Zebûr 141:2). Xûşkeke bi navê Hanaê, ya ku li Japonyayê dijî, tîne bîra xwe ku duayên xûşka ku tevî dersdara wê dihat ser hînbûnê, ser wê çawa hukum dikir: “Min dît ku ew gelek nêzîkî Yehowa ye, û min dixwest bibim mîna wê. Usa jî, vê yekê ku ewê duayên xweda navê min hildida, dilê min germ dikir”.

9. Li gora Aqûb 1:19, tu çawa dikarî wedê hînbûna Kitêba Pîroz bibî alîkarekî baş?

9 Piştgiriya dersdar bike. Xûşkeke bi navê Omamûyavî, ya ku li Nîjeryayê pêşenga mexsûs e, usa dibêje: “Wê baş be ku mizgînvanê din wedê hînbûnê rind guh bide, bi zêdeyî xeber nede û bîr neke wekî ewê ku hînbûnê derbaz dike, dersdar e”. Wedê hînbûnê, gerekê tu kengê û çawa xeber dî? (Metelok 25:11). Gava dersdar û xwendekar xeber didin, rind guh bide (Aqûb 1:19 bixûne). Bi vî cûreyî, tuyê hazir bî ku wexta rast tiştekî bêjî. Rind bifikire pêşiya ku tu tiştekî bêjî. Bi zêdeyî xeber nede, xeberdana dersdar nebire û derbazî têmeke din nebe. Lê tu dibeke dikarî bi cab, mesele yan pirseke kin alî xwendekar bikî ku ew dersê diha baş fem bike. Derheqa hine têma, dibeke te zor tê ku tu tiştekî bêjî. Dîsa jî, heger tu bi dilgermî payê xwendekar bidî, ev yek wê bêşik dilê wî bigire û alî wî bike ku ew pêşda here.

10. Serhatiya te çawa dikare alî xwendekarekî bike?

10 Besa serhatiya xwe bike. Heger dibe, kin xwendekarra bêje ku tu çawa hatî ser riya rastiyê, Yehowa çawa alî te kiriye û te çawa serî tengasiyara derxist (Zebûr 78:4, 7). Serhatiya te dikare mêrxasiyê bide xwendekar, baweriya wî diha qewî bike û alî wî bike ku ew berbi nixumandinê here yan jî serî tengasiyara derxe (1 Petrûs 5:9). Birakî bi navê Gabrîêl, yê ku Brazîlyayêda dijî û pêşeng e, tîne bîra xwe ku ewî ji serhatiyên mizgînvanên din çawa kar standibû: “Gava min serhatiyên xûşk-bira dibihîstin, min fem kir ku Yehowa tengasiyên me divîne. Usa jî, ez difikirîm ku heger xûşk-birên din serketin, ez jî dikarim serkevim”.

GAVA XWENDEKAR TÊ CIVÎNA

Şikil: 1. Derbazvanê hînbûna Kitêba Pîroz, jina wî û xwendekar ber Oda civatê silavê didin xûşk-birakî. 2. Du bira li ber derê Oda civatê silavê didin xwendekar. 3. Li Oda civatê, xwendekar xûşk û birên din nas dike.

Em gişk dikarin xwendekara hêlan bikin ku ewana berdewam kin bêne civata (Abzasa 11 binihêre)

11-12. Wê çima baş be ku em ji dil silavê bidin xwendekarên ku teze têne civîna?

11 Seva ku xwendekar berbi nixumandinê herin, gelek ferz e ku ewana bêne civîna û ji wan karê bistînin (Îbranî 10:24, 25). Xwendekar heçî zef ji aliyê dersdarên xweva cara pêşin têne teglîfkirinê. Gava ew teze têne civîna, em gişk dikarin wana hêlan bikin ku ewana timê bêne civata. Gelo em çawa dikarin vê yekê bikin?

12 Ser civatê ji dil silavê bide xwendekara (Romayî 15:7). Heger xûşk û bira bi dilgermî silavê bidin xwendekara, ew yek wê dilê wan bigire û hêlan bike ku dîsa bêne civata. Ji dil silavê bide xwendekara û wana tevî kesên din jî bide naskirin, lê usa ku ew eciz nebe. Carna, dibeke dersdarên wan hê nehatine Odê yan ewana bi tiştekî din mijûl in; lema wê baş be ku tu tevî wan xeber dî. Gelo ew yek çawa dikare ser wan hukum bike? Dîna xwe bide serhatiya birakî me bi navê Dmîtrî. Ew çend sal pêşda hatibû nixumandin û niha berdestiyê civatê ye. Dmîtrî derheqa civîna xwe ya pêşin usa dibêje: “Wexta ku ez hatim ber Oda civatê, dilê min hevekî nerihet bû. Lê birakî ez dîtim û tevî min kete hundur. Gelek xûşk-bira nêzîkî min bûn ku silavê bidin min. Ez gelek şa bûm. Min xwera got ‘Xwezil her roj civîn hebûna’. Min tu ciyê din tiştekî usa nedîtibû”.

13. Rabûn-rûniştina te dikare ser xwendekarên Kitêba Pîroz çawa hukum bike?

13 Bibe meseleke baş. Rabûn-rûniştina te dikare nîşanî xwendekara bike ku em bi rastî şagirtên Îsa Mesîh ne (Metta 5:16). Birakî bi navê Vîtalî, yê ku niha li Moldovayê pêşeng e, usa dibêje: “Min dît ku xûşk-bira çawa dijîn, çi difikirin û rabûn-rûniştina wan çi cûreyî ye. Ew yek bona min îzbatkirin bû ku Şedên Yehowa bi rastî jî xizmetkarên Xwedê ne”.

14. Mesela te çawa dikare alî xwendekara bike ku ewana ruhanîda pêşda herin?

14 Bona ku xwendekar bikaribin bêne nixumandinê, lazim e ku ewana li gora tiştên ku ewana hîn dibin, bijîn. Ev yek carna hêsa nîne. Lê gava ewana divînin ku tu ji prînsîpên Kitêba Pîroz çawa karê distînî, ev yek dikare wana hêlan ke ku çev bidine te (1 Korintî 11:1). Xûşka me Hanaê, ya ku me besa wê kiribû, usa dibêje: “Xûşk-bira li gora tiştên ku ez hîn dibûm, dijîtin. Min didît ku ez çawa dikarim meriva bişidînim, bibaxşînim wan û hizkirina xwe nîşan bikim. Wana hertim derheqa kesên din pozîtîv xeber dida. Min jî dixwest mîna wan bim”.

15. Li gora Metelok 27:17, çima ferz e ku em tevî xwendekarên ku têne civîna hevaltiyê bikin?

15 Tevî xwendekara hevaltiyê bike. Gava xwendekar têne civîna, dîna xwe bide wan (Fîlîpî 2:4). Tevî wan xeber de. Mesele, tu dikarî payê wan bidî ku ewana hînbûna Kitêba Pîrozda pêşda diçin. Usa jî, tu dikarî derheqa malbet yan şixulên wan bipirsî. Bi saya vê yekê, tu dikarî tevî wan hevaltiyê bikî û alî wan bikî ku ewana berbi nixumandinê herin. Lê nekeve nav şixulên wane şexsî (Metelok 27:17 bixûne). Hanaê niha pêşenga hertim e. Ew derheqa wexta ku teze dihate civîna, usa dibêje: “Çiqas zêde min civatêda xwera heval didîtin, haqas zêde min civîn hiz dikir, û gava ez westiyayî bûm, ez dîsa jî diçûme civîna. Min ji hevaltiya tevî xûşk-bira gelek şabûn distand, û vê yekê alî min dikir ku ez heleqetiya xwe tevî hevalên ku Şedên Yehowa nîbûn, biqetînim. Min dixwest diha nêzîkî Yehowa û xûşk-bira bim, lema jî min safî kir bême nixumandinê”.

16. Tu çawa dikarî alî xwendekara bikî ku ewana civatêda xwe rihet texmîn bikin?

16 Çaxê xwendekar pêşda diçin û jîyîna xwe diguhêzin, alî wan bike ku ewana xwe ça para civatê texmîn kin. Lema wê baş be ku tu hindava wan mêvanhiz bî (Îbranî 13:2). Birakî bi navê Dênîs, yê ku li Moldovayê xizmet dike, tîne bîra xwe gava ew hê xwendekar bû, ew usa dibêje: “Ez û jina min, em çend cara dihatin teglîfkirin ku tevî xûşk-bira wext derbaz kin. Wana mera digot ku Yehowa çawa alî wan kiribû. Vê yekê em hêlan dikirin û xwestina me zêde dikir ku Yehowara xizmet bikin. Me fem kir ku jîyîna me wê pir xweş be.” Paşî ku xwendekar dibin mizgînvan, tu dikarî tevî wan derkevî xizmetê. Mizgînvanekî ji Brazîlyayê bi navê Dîêgo usa dibêje: “Gelek bira gazî min dikirin ku ez tevî wan herim xizmetê. Bi vî cûreyî, min wana rind naskirin. Ez gelek tişt hîn dibûm, û min xwe diha nêzîkî Yehowa û Îsa Mesîh texmîn dikir”.

RÛSPIYÊN CIVATÊ ÇAWA DIKARIN ALÎ XWENDEKARA BIKIN?

Şikil: 1. Xwendekar wedê Hînbûna ‘Birca Qerewiliyê’ cabê dide. 2. Paşî civînê, derbazvanê Hînbûna ‘Birca Qerewiliyê’ payê xwendekar dide.

Rûspîno, hêlan û xeberdana we tevî xwendekara dikare alî wan bike ku ewana pêşda herin (Abzasa 17 binihêre)

17. Rûspî çawa dikarin alî xwendekara bikin?

17 Bona xwendekarên Kitêba Pîroz wede bivîne. Rûspîno, hizkirin û heleqetiya we dikare alî xwendekara bike ku ewana berbi nixumandinê herin. Mesele, wê baş be ku hûn civatêda tevî wan xeber din. Usa jî, wê baş be ku hûn navên wan bîr nekin, îlahî gava ewana cabê didin. Gelo hûn dikarin carna tevî mizgînvanên din herin ser hînbûnên wan? Hûn dikarin ser wana gelek hukum bikin. Xûşkeke bi navê Cêkî, ya ku li Nîjeryayê dijî, usa dibêje: “Gava xwendekar pêdihesin wekî birê ku tevî min hat ser hînbûna wan rûspîkî civatê ye, ew ecêbmayî dimînin. Xwendekarek usa got: ‘Keşîşê min naçe mala xelqê. Ew tenê diçe mala dewlemenda, û tenê heger jêra pera bidin!’” Ev xwendekar niha tê civîna.

18. Li gora Karên Şandiya 20:28, rûspî çawa dikarin cabdariya xwe bînin sêrî?

18 Dersdarên Kitêba Pîroz hîn bike û hêlan bike. Rûspîno, yek ji cabdariyên weye ferz ev e, ku hûn alî mizgînvana bikin wekî ewana bibin dersdarên cêribandî (Karên Şandiya 20:28 bixûne). Heger mizgînvanek şerm bike ku hînbûna Kitêba Pîroz ber te derbaz ke, bêje ku tu hînbûnê derbaz kî. Cêkî usa dibêje: “Rûspî hertim dipirsin ku halê xwendekarên min çawa ye. Gava ez nizanim ku ça alî xwendekarên xwe bikim ku ewana pêşda herin, ez ji şîretên rûspiya gelek karê distînim”. Belê, hêlana rûspiya bona dersdara gelek kêrhatî ye (1 Têsalonîkî 5:11). Cêkî dibêje: “Gava rûspî min hêlan dikin û dibêjin ku ewana şixulên min qîmet dikin, ez gelek şa dibim. Çawa ku li rojeke germ, ava sar meriv xweş tê, gotinên usa jî min xweş tên. Payê wan dil didine min û alî min dikin ku ez ji derbazkirina hînbûnên Kitêba Pîroz hê zêde şabûnê bistînim” (Metelok 25:25).

19. Çi dikare şabûnê bide me her kesî?

19 Heger niha xwendekarekî me tune ye jî, em dikarin alî xwendekarên xûşk-bira bikin ku ewana ji aliyê ruhanîva pêşda herin. Wedê hînbûnê, em dikarin bi gotinên xwe piştgiriya dersdar bikin, lê gerekê em derbazkirina hînbûnê hilnedine destê xwe. Gava xwendekar tên civîna, em dikarin tevî wan hevaltiyê bikin û wanra bibin mesele. Wê baş be ku rûspiyên civatê bona hêlankirina xwendekara wext bivînin. Usa jî, wê baş be ku ewana dersdara hîn bikin û payê wan bidin. Rola me çiqas biçûk be jî, yeke em şabûnê divînin gava alî kesekî dikin wekî ew Bavê me Yehowa hiz bike û wîra xizmet bike.

TU ÇAWA DIKARÎ ALÎ XWENDEKARA BIKÎ KU EWANA BERBI NIXUMANDINÊ HERIN. . . 

  • gava te teglîfî ser hînbûnekê dikin?

  • gava xwendekar têne civîna?

  • heger tu rûspî yî?

KILAMA 79 Wana Hîn kin ku Qewî Bisekinin

a Heger em tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz nakin, em dikarin alî xwendekarên xûşk-birên din bikin ku ewana berbi nixumandinê herin. Vê gotarêda, emê bivînin ku em çawa dikarin alî xwendekarên Kitêba Pîroz bikin ku ew bigihîjin vê nêtê.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin