KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w21 Cotmeh rûp. 14-17
  • Dostiya Tevî Yehowa Tezeda Ava Bike

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Dostiya Tevî Yehowa Tezeda Ava Bike
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇETINAYÎ
  • XWERA NÊTÊN RÊALÎ DAYNE
  • XÎRETA XWE UNDA NEKE!
  • Gazî Rûspiya kin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Yehowa Te Qîmet Dike!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • Rûspîno, Berdewam kin Çev Bidine Pawlosê Şandî
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • Yehowa Te Tu Cara Tenê Nahêle
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
w21 Cotmeh rûp. 14-17
Birak dilteng e, çimkî fem dike ku çiqas wext û qewat lazim e wekî mala xweye hilşandî tezeda ava bike.

Dostiya Tevî Yehowa Tezeda Ava Bike

HER sal, gelek berxên qîmet vedigerin nav keriya Yehowa. Heger tu jî yek ji wan î, bawer be ku gava kesek vedigere civatê, Yehowa, Îsa Mesîh û melek gelek şa dibin (Lûqa 15:7, 10). Dîsa jî, gava tu vedigerî civatê û dixwazî dostiya tevî Yehowa tezeda ava bikî, dibeke tu rastî hine çetinaya bêyî. Gelo ev çi çetinayî ne, û çi dikare alî te bike?

ÇETINAYÎ

Gelek kes paşî ku ew vedigerin civatê tevî fikrên nêgatîv şer dikin. Dibeke halê Dawid Padşa tera nas e. Gunên wî çiqas hatin baxşandinê jî, ewî usa got: “Neheqîyên min xwe minra gîhandin” (Zebûr 40:12; 65:3). Paşî ku kesek vedigere bal Yehowa, ew dibeke dîsa jî bi sala şerm bike yan xwe sûcdar bike. Îsabêla 20 sala zêdetir venedigeriya civatê. Ewê got: “Min bawer nedikir ku Yehowa wê bibaxşîne min”. Heger tu jî usa berxwe kevî, tu dikarî ruhanîda dîsa sist bî (Metelok 24:10). Îznê nede ku ev yek bê serê te.

Hine kes xemgîn dibin, wekî ewê nikaribin her tiştî bikin ku dostiya xwe tevî Yehowa tezeda ava bikin. Paşî ku birê me Antonî vegeriya civatê, ewî usa got: “Min gelek tiştên ku ça Şedê Yehowa zanibû yan dikir, bîr kiribû”. Lema jî hine kes xwe paş dixin wekî hemû şixulên ruhanîda kar bikin.

Mesele, bîne ber çevê xwe ku mala kesekî ji bo firtonê hilşiya. Gava ew difikire ku çiqas wext û qewat lazim e wekî ew mala xwe tezeda ava bike, ew dilteng dibe. Mîna vê yekê, heger dostiya te tevî Yehowa seva gunekî giran xirab bûye, tu jî dibeke dilteng dibî gava difikirî wekî çiqas xîret û qewat lazim e ku halê xweye ruhanî rast bikî. Lê bawer be, tu tenê nînî.

Yehowa mera dibêje: “Niha werin û em li doza xwe binihêrin” (Îşaya 1:18). Te aliyê xweda gelek tişt kiriye ku ‘li doza xwe binihêrî’, wekî tevî Yehowa li hev bêyî. Seva vê xîreta te, Yehowa te hiz dike. Belê, ev yek ku tu vegeriyayî bal Yehowa, mecalê dide wî, wekî ew îzbat bike ku Mîrê-cina derewîn e! (Metelok 27:11).

Te îda gava pêşin avîtiye wekî nêzîkî Yehowa bî, û ew soz dide ku ewê jî nêzîkî te be (Aqûb 4:8). Ev yek ku xûşk-bira şa ne wekî tu vegeriyayî civatê, hilbet tiştekî xweş e. Lê belê, ev yek ne bes e. Gerekê tu hizkirina xwe hindava Bav û Dostê xwe Yehowa, çiqas diçe diha qewî bikî. Gelo ça?

XWERA NÊTÊN RÊALÎ DAYNE

Wê baş be tu xwera nêtên rêalî daynî. Dibeke hînkirinên sereke – rastiyên derheqa Yehowa û sozên wî – hê bîra teda nin. Lê belê, gerekê tu tezeda bi jîyîna Mesîhîtî bijîyî. Dêmek, gerekê tu mizgînê bela kî, herî civîna û tevî xûşk-bira wede derbaz kî. Hela dîna xwe bide van nêta:

Her gav Yehowara dua bike. Yehowa rind fem dike wekî îsafa nerihet dikare riya te bigire wîra dua bikî (Romayî 8:26). Dîsa jî, “her gav” dua bike û Yehowara bêje wekî tu dixwazî bibî dostê wî (Romayî 12:12). Birê me Andrêî tîne bîra xwe: “Îsafa min ez gelek diçerçirandim û min zef şerm dikir. Lê paşî dua, ev hestên nêgatîv cem min kêm dibûn û edilayî dikete dilê min”. Heger tu nizanî ku duayên xweda çi bêjî, gotinên Dawid Padşa, yê ku tobe dikir, Zebûrên 51 û 65-da bixûne.

Hertim Kitêba Pîroz lêkolîn bike. Ev yek wê alî te bike ku baweriya te û hizkirina te hindava Yehowa diha qewî be (Zebûr 19:7-11). Birakî me bi navê Fîlîp dibêje: “Menî ku çira ez ruhanîda sist bibûm û dilê Yehowa êşand, ev bû ku min Kitêba Pîroz hertim lêkolîn nedikir. Ez naxwazim dîsa vê şaşiyê bikim, lema ez xîret dikim wekî lêkolîna şexsî bernedim”. Tu jî dikarî usa bikî. Heger tu nizanî ku bona lêkolîna xweye şexsî kîjan têma bijbêrî, tu dikarî ji dostekî cêribandî alîkariyê bixwazî.

Dostiya tevî xûşk-bira tezeda ava bike. Hine kes ku vedigerin civatê, ditirsin wekî xûşk-bira wê xwe ji wan dûr bigirin. Larîsa usa dibêje: “Min gelek şerm dikir. Ez difikirîm ku min nemamiya civatê kiribû. Wexteke dirêj, min nikaribû van fikra ji hişê xwe derxista”. Bawer be ku rûspiyên civatê û kesên din hazir in alî te bikin, wekî tu dîsa bibî dostê Yehowa (Çargoşe “Rûspiyên Civatê Dikarin Çi Bikin?” binihêre). Ewana gelek şa ne ku tu vegeriyayî civatê, û ewana qenciya te dixwazin! (Metelok 17:17)

Çi dikare alî te bike wekî diha nêzîkî xûşk-bira bî? Civîna bernede û tevî xûşk-bira derkeve xizmetê. Ev yek wê çawa alî te bike? Birê me Fêlîks usa got: “Xûşk û bira hîviya min bûn ku ez vegerim civatê. Min hizkirina wan texmîn dikir. Wana hemûya jî alî min kir, wekî ez tezeda bibim pareke vê malbeta ruhanî, texmîn bikim wekî Yehowa baxşande min û xizmeta xwe berdewam bikim” (Çargoşe “Wê Baş be ku Tu Çi Bikî?” binihêre).

Wê Baş be ku Tu Çi Bikî?

Van gava tezeda bavêje:

Rûspîk tevî birakî, ku vegeriyaye bal Yehowa, dua dike.

HERTIM TEVÎ YEHOWA XEBER DE

Yehowara bêje ku tu gelek dixwazî dostiya tevî wî qazanc kî. Rûspî wê tevî te û bona te dua bikin.

Rûspî bi alîkariya kitêba “Nêzîkî Yehowa be” tevî wî birayî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike.

HER ROJ KITÊBA PÎROZ BIXÛNE

Xwe ji aliyê ruhanîva têr bike. Ev yek wê alî te bike tu Yehowa diha qayîm hiz bikî.

Bira tevî xûşk û bira wext derbaz dike.

TEVÎ XÛŞK-BIRA WEXT DERBAZ BIKE

Here hemû civîna û tevî xûşk-bira derkeve xizmetê.

XÎRETA XWE UNDA NEKE!

Mîrê-cina wê berdewam ke “firtonên mezin” bişîne ser te, wekî tu nikaribî dostiya xwe tevî Yehowa tezeda ava bikî (Lûqa 4:13). Lema nihada dostiya xwe tevî Yehowa diha qewî bike.

Yehowa vê sozê dide pezên xwe: “Ez . . . yê ku unda bûye bigerim û yê ku hatiye ajotin şunde bînim û ez yê şikestî bipêçim û yê ku nexweş e xwurt [qewî] bikim” (Hezeqêl 34:16). Yehowa alî gelek kesa kiriye, wekî ewana dostiya xwe tevî wî tezeda ava bikin. Bawer be ku ewê alî te jî bike!

Rûspiyên Civatê Dikarin Çi Bikin?

Rûspî alî vî birayî dike ku mala xwe tezeda ava bike.

Rûspîno, hûn dikarin alî kesên ku vedigerin civatê bikin, wekî ewana dîsa bibin dostên Yehowa! Dîna xwe bidin hûn dikarin çi bikin:

Dilê wan qewî bikin. Pawlosê şandî gotibû ku gerekê hûn miqat bin, wekî gunekarekî tobedar “kerbî berxweketinê xwe unda neke” (2 Korintî 2:7). Dibeke ew şerm bike û xwe bêçare texmîn bike. Lema jî Pawlos civatêra usa got: “Hûn gerekê bibaxşînine wî û li ber dilê wîda bên”. Gerekê hûn wana bidin bawerkirinê, wekî Yehowa û xûşk-bira wana hiz dikin. Seva ku ewana dilteng nebin, lazim e hûn her gav payê wan bidin û alîkariyê bidine wan.

Tevî wan dua bikin. “Duayê yê rast gelekî qewat e û hukum dike” (Aqûb 5:16). Larîsa dibêje: “Min rûspiyara besa şik û tirsên xwe kir. Wana bona min dua kir. Hingê min fem kir wekî rûspî ser min hêrs nînin. Wana dixwest alî min bikin, wekî ez dostiya xwe tevî Yehowa tezeda ava bikim”. Têo dibêje: “Duayên rûspiya baweriya min zêde kir ku Yehowa bi rastî min hiz dike û ne tenê şaşiyên min, lê qenciya min jî divîne”.

Tevî wan hevaltiyê bikin. Kesên ku vedigerin civatê hewcê hevala ne. Rûspîkî bi navê Castîn dibêje: “Her ku mecal çêbe, gazî wan bike wekî tevî te xizmet bikin, û ya lape ferz, mêvantî here cem wan. Hevaltî bi rastî jî gelek ferz e!” Rûspîkî bi navê Hênrî jî usa dibêje: “Gava xûşk-bira divînin wekî rûspî tevî kesê ku vegeriyaye civatê, hevaltiyê dikin, ewana jî wê tevî wî hevaltiyê bikin”.

Alî wan bikin ku ewana Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Dostekî cêribandî dikare alî kesê ku vegeriyaye civatê bike, wekî ew xwera bernameke bona lêkolîna Kitêba Pîroz çêke. Rûspîkî bi navê Darko usa dibêje: “Ez wanra besa fikrên ruhanî dikim, yên ku min ji lêkolîna şexsî dîtiye, û ez nîşan dikim, wekî ez ji lêkolîna Kitêba Pîroz şabûneke mezin distînim. Usa jî, ez hine têma tevî wan lêkolîn dikim”. Rûspîkî bi navê Klêyton dibêje: “Ez wana hêlan dikim wekî hine serhatiyên wan merivên ji Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, dereca kîjana mîna ya wan bû”.

Şivantiyê wan bikin. Kesên ku vedigerin civatê gerekê fem bikin ku rûspî ne tenê hakim in, lê şivan in jî (Yêremya 23:4). Lema jî rûspîno, rind guh bidine wan û payê wan bidin. Gelek car tevî wan xeber din. Hela binihêrin rûspîkî bi navê Markûs wedê serlêdana şivantiyê çi dike: “Em fikreke ji Kitêba Pîroz nîşanî wan dikin, payê wan didin û wanra dibêjin wekî em gelek şa ne ku wana xîret kiriye vegerin civatê, û em dibêjin wekî Yehowa jî gelek şa ye. Xilaziya serlêdanê, em roja serlêdana mayîn pêşda kifş dikin”.

a Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin