GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 24
Yehowa Xwedayê Afûkar e
“Tu Xudano, qenc û afû kir î, hindava hemûyada xweyê huba mezin î, kîjan ku gazî Te dikin” (ZEBÛR 86:5).
KILAMA 42 Duayê Qulixkarê Xwedê
VÊ GOTARÊDAa
1. Li gora Waîz 7:20, em çi halîda nin?
SILÊMAN Padşa usa gotibû: “Li ser rûyê erdê kesekî rast tuneye ku qencî kiribe û tu cara gune nekiribe” (Waîz 7:20, ÎM). Bi rastî jî, em gişk gunekar in (1 Yûhenna 1:8). Lema jî em gişk hewce ne, wekî him ji Xwedê him jî ji merivên din baxşandinê bistînin.
2. Gava hevalekî me dibaxşîne me, em xwe ça texmîn dikin?
2 Dibeke te dilê hevalekî xwe êşandibû û te dixwest problêma nav weda safî bûya. Lema te ji wî baxşandin xwest. Gava ewî baxşande te, dilê te rihet bû, usa nîne? Belê, hingê tê bêjî barekî giran ji stûyê te ket!
3. Vê gotarêda emê çi şêwir kin?
3 Em dixwazin wekî Yehowa bibe dostê me, lê yazix carna em bi gotin yan kirên xwe dilê wî dêşînin. Gelo em ji ku zanin wekî Yehowa hazir e bibaxşîne me? Firqiya orta baxşandina Yehowa û baxşandina meriva çi ye? Gelo Xwedê hazir e bibaxşîne kîjan meriva?
YEHOWA HAZIR E BIBAXŞÎNE
4. Em ji ku zanin wekî Yehowa hazir e bibaxşîne?
4 Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa hazir e bibaxşîne. Gava Yehowa ser çiyayê Sînayê xwe Mûsara eyan kir, ewî bi saya melekekî usa got: “Xudan, Xudan im! Xwedêyê rem û keremê, sebir-sikanê, bi hub û aminîyêda xinêyo, ku bona hezara xweyê huba amin e, neheqîyê, nerastîyê û guna dibaxşîne” (Derketin 34:6, 7). Belê, Yehowa Xwedêkî dilgerm û rem e, yê ku timê hazir e bibaxşîne wan gunekara, yên ku tobe dikin (Nehemiya 9:17; Zebûr 86:15).
Yehowa her tiştê ku ser xeysetê me hukum kiriye zane (Abzasa 5 binihêre)
5. Li gora Zebûr 103:13, 14, Yehowa hindava me ça ne?
5 Yehowa em efirandine, lema jî ew derheqa me her tiştî zane. Bide hesabê xwe, wekî Ew derheqa her merivê ser erdê her tiştî hûr bi hûr zane! (Zebûr 139:15-17) Lema jî Yehowa hemû kêmasiyên ku me ji dê û bavê xwe standiye, divîne. Yehowa hela hê her tiştê ku ser xeysetê me hukum kiriye jî, zane. Gelo ew yek ku Yehowa derheqa me haş her tiştî heye, wî berbi çi hêlan dike? Ev yek wî hêlan dike, wekî hindava meda rem be (Zebûr 78:39; Zebûr 103:13, 14 bixûne).
6. Yehowa çawa îzbat kiriye wekî ew hazir e bibaxşîne me?
6 Yehowa îzbat kiriye wekî ew hazir e bibaxşîne me. Ew rind zane ku seva gunê Adem, em gişk ketine bin nifira gune û mirinê (Romayî 5:12). Qewata me nagihîjê, wekî em xwe yan jî kesekî din ji vê nifirê xilaz kin (Zebûr 49:7-9). Lê Xwedayê meyî dilşewat tiştek kiriye, wekî em aza bin. Çawa ku Yûhenna 3:16 nîşan dike, Yehowa Kurê xweyî tayê tenê şand, wekî ew bona me emirê xwe bide (Metta 20:28; Romayî 5:19). Îsa Mesîh cezaya mirinê dewsa me stand, wekî kesên ku baweriya xwe wî tînin aza bin (Îbranî 2:9). Gava Yehowa dît ku Kurê wîyî delal çawa bêhurmet kirin û bêremtî kuştin, dilê wî gelek êşiya. Heger Yehowa nexwesta bibaxşanda me, qe wê îzin bida wekî Kurê wî bimire?
7. Kitêba Pîrozda meselên kîjan meriva hene, yên ku ji Yehowa baxşandin standine?
7 Kitêba Pîroz besa gelek meriva dike, kîjana ku ji Yehowa baxşandin standine (Efesî 4:32). Mesela Minaşe Padşa bîne bîra xwe. Ewî gelek xirabî kiribû. Mesele, ewî pût dihebandin û him jî cimet berbi vê yekê hêlan dikir. Ewî hela hê zarên xwe jî pûtara qurban kiribû. Serda jî, ewî paristgeha Yehowada pûtek danîbû. Kitêba Pîroz dibêje ku Minaşe pê xirabiya xwe hêrsa Yehowa rakiribû (2 Dîrok 33:2-7). Dîsa jî, gava Minaşe ji dil tobe kir, Yehowa baxşande wî. Yehowa hela hê îzin jî da wî, wekî dîsa bibe padşa (2 Dîrok 33:12, 13). Dawid Padşa jî bîne bîra xwe. Ewî jî gunên giran kiribûn. Mesele, Dawid bênamûsî kiribû û mêrek dabû kuştinê. Dîsa jî, gava Dawid ji dil gunên xwe anî rûyê xwe, Yehowa baxşande wî (2 Samûyêl 12:9, 10, 13, 14). Belê, em dikarin bawer bin, wekî Yehowa hazir e bibaxşîne me. Û vê gotarêda emê şêwir kin firqiya orta baxşandina Yehowa û baxşandina meriva.
BAXŞANDINA YEHOWA MEXSÛS E
8. Çira Yehowa Hakimê herî baş e?
8 Yehowa Hakimê “temamîya dinyayê” ye (Destpêbûn 18:25). Hakimekî baş gerekê qanûna rind bizanibe. Yehowa Qanûndarê me ye, lema ew qanûna hûr bi hûr zane (Îşaya 33:22). Tu kes mîna Yehowa nizane ku çi qenc e û çi xirab e. Xêncî vê yekê, pêşiya ku hakim safîkirinê bike, ew gerekê bizanibe ku bi rastî çi qewimiye. Wî alîda jî Yehowa Hakimê herî baş e, çimkî ew haş ji her tiştî heye.
9. Yehowa ser çi hîmî dibaxşîne meriva?
9 Dinyayêda, gava hakim dîwana kesekî dikin, ewana bi temamî haş ji dereca wî tune ne. Ewana tenê li gora tiştên ku dibihên yan divînin, safîkirinê dikin. Lê Yehowa usa nîne. Ew bi temamî haş ji her tiştî heye (Destpêbûn 18:20, 21; Zebûr 90:8). Yehowa rind zane ku ser rabûn-rûniştina kesekî hukum dikin faktorên gênêtîk, tiştên ku biçûktayêda hatine serê wî, tiştên ku der-dora wî diqewimin û halê wîyî psîxolojî. Serda jî, Yehowa dilê meriva jî divîne. Ew nêt, fikir û xwestinên her kesî zane. Tu tişt nikare ji Yehowa bê veşartinê (Îbranî 4:13). Lema jî gava Yehowa dibaxşîne kesekî, menî ew e ku ew hûr bi hûr her tiştî zane.
Yehowa heq e û firqiyê nake nava meriva. Ew ruşetê qebûl nake (Abzasa 10 binihêre)
10. Em ji ku zanin ku dîwanên Yehowa hertim rast û heq in? (Qanûna Ducarî 32:4)
10 Dîwanên Yehowa hertim rast û heq in. Ew tu car firqiyê nake orta meriva. Yehowa li gora bejn-bal, dewlemendtî yan feresetên meriva, safîkirinê nake, hela bibaxşîne wî yan na (1 Samûyêl 16:7; Aqûb 2:1-4). Tu kes nikare zorê Yehowa bike yan jî ruşetê bide wî, seva ku ew tiştekî bike (2 Dîrok 19:7). Ew tu cara ser hîmê êmosiyên xwe safîkirina nake (Derketin 34:7). Belê, Yehowa Hakimê herî baş e, çimkî ew derheqa me û halê me her tiştî zane (Qanûna Ducarî 32:4 bixûne).
11. Baxşandina Yehowa çira mexsûs e?
11 Nivîskarên Nivîsarên Îbranî, rind zanibûn wekî baxşandina Yehowa mexsûs e. Çawa ku ferhengekêda tê gotinê, wana xebereke Îbranî “xût tenê wî çaxî didane xebatê, gava xeberdan derheqa baxşandina ji Xwedê diçû”, wana “ev xeber tu car nedidane xebatê gava xeberdan derheqa baxşandina ji meriva diçû”. Tenê Yehowa dikare bi temamî bibaxşîne wan gunekara, yên ku tobe dikin. Gava Yehowa dibaxşîne me, em çi karê distînin?
12-13. (a) Çaxê em ji Yehowa baxşandinê distînin, em çi ser xwe texmîn dikin? (b) Baxşandina Yehowa çi cûreyî ye?
12 Gava em qebûl dikin ku Yehowa baxşandiye me, edilayî dikeve dilê me û îsafa me îda me sûcdar nake. Em tenê wî çaxî xwe usa texmîn dikin, gava baxşandina ji Yehowa distînin (Karên Şandiya 3:19). Çaxê Yehowa dibaxşîne me, ew hindava meda usa ye, ça bêjî me qe ber wî gune nekiribû û ew îzinê dide wekî em dîsa bibine dostên wî.
13 Çaxê Yehowa dibaxşîne me, ew vî guneyî îda tu car nade rûyê me û me ceza nake (Îşaya 43:25; Yêremiya 31:34). “Çiqas rohilat ji roavayê dûrtir e”, Yehowa gunên me ji me haqas dûr dixeb (Zebûr 103:12). Gava em tînin ber çevê xwe ku Yehowa çiqas afûkar e, dilê me bi razîbûnê tije dibe, usa nîne! (Zebûr 130:4) Lê Yehowa hazir e ku bibaxşîne kê?
YEHOWA DIBAXŞÎNE KÊ?
14. Em derheqa baxşandina Yehowa çi pêhesiyan?
14 Çawa ku me dît, Yehowa hazir e ne tenê gunên biçûk, lê gunên mezin jî bibaxşîne. Usa jî, em pêhesiyan wekî ji bo vê yekê ku Yehowa Efirandar, Qanûndar û Hakimê me ye, ew rind zane hela kê hêjayî baxşandinê ye. Lê pêşiya ku safî ke bibaxşîne kesekî, gelo Yehowa dîna xwe dide kîjan tişta?
15. Li gora Lûqa 12:47, 48, Yehowa dîna xwe dide çi?
15 Bona Yehowa ferz ev e, hela kesê gunekar zanibû wekî kirên wî şaş in yan na. Îsa ev yek rind zelal kiribû (Lûqa 12:47, 48 bixûne). Merivê ku hemdê xwe xirabiyê dike, dêmek ewê ku rind zane wekî kirên wî ber çevê Xwedê xirab in, gunekî giran dike. Vê derecêda Yehowa dikare safî ke wekî nebaxşîne wî (Marqos 3:29; Yûhenna 9:41). Lê carna em gerekê bînin ser xwe, wekî çi ku me kiribû nerast bû. Gelo em dikarin dîsa jî bêne baxşandinê? Belê! Were em tiştekî din jî şêwir kin, çi jî Yehowa hildide hesab.
Em dikarin bawer bin ku heger em ji dil tobe bikin, Yehowa wê bibaxşîne me (Abzasa 16 û 17 binihêre)
16. Tobekirin çi tê hesabê, û seva ku Yehowa bibaxşîne me, çira ferz e wekî em tobe bikin?
16 Yehowa usa jî dîna xwe didê, hela kesê gunekar bi rastî ji dil tobe dike yan na. Tobekirin ev e, gava meriv “fikir, nihêrandin û nêta xwe diguhêze”. Merivê ku tobe dike, bona kirên xweye xirab yan jî bona ku ewî tiştên rast nekiriye, poşman dibe û dilteng e. Ew him seva gunê xwe, him jî seva vê yekê ku ewî heleqetiya xwe tevî Yehowa xirab kir, xemgîn e. Bîne bîra xwe ku Minaşe Padşa û Dawid Padşa gunên giran kiribûn, lê Yehowa baxşande wan, çimkî wana ji dil tobe kir (1 Padşatî 14:8). Belê, seva ku Yehowa bibaxşîne me, gerekê em ji dil tobe bikin. Bes nîne tenê seva gunên xwe poşman bin. Lazim e ku em tiştekî bikin.c Gelo Yehowa dîsa dîna xwe dide ser kîjan tiştên din?
17. Seva ku Yehowa ji me razî be, gerekê em çi bikin? Çira ferz e wekî em şaşiyên xweye berê dubare nekin? (Îşaya 55:7)
17 Yehowa usa jî dîna xwe didê, hela kesê gunekar terka riya xirab daye û xwe li riya rast girtiye yan na. Dêmek, Yehowa dîna xwe didê, hela ew kes tê guhastinê û ser xwe dixebite, wekî usa bijî çawa Wî xweş tê (Îşaya 55:7 bixûne). Ew gerekê fikirên xwe biguhêze û îzinê bide, wekî fikirên Yehowa rêberiyê wî bikin (Romayî 12:2; Efesî 4:23). Gerekê ew xwera safî ke ku terka nihêrandin û kirên nerast bide (Kolosî 3:7-10). Seva ku Yehowa bibaxşîne me, gelek ferz e em baweriya xwe qurbana Îsa Mesîh bînin. Heger em xîret bikin ku jîyîna xwe biguhêzin, Yehowa wê ser hîmê qurbana Îsa bibaxşîne me (1 Yûhenna 1:7).
BAXŞANDINA YEHOWADA DUDILÎ NEBE
18. Em derheqa baxşandina Yehowa çi hîn bûn?
18 Vê gotarêda, em çi hîn bûn? Temamiya dinyalikêda Yehowa kesê herî Afûkar e. Gelo em çima usa dibêjin? Ya pêşin, ew timê hazir e bibaxşîne me. Ya duda, ew derheqa me her tiştî zane û me rind nas dike. Ew hemû xeyset-hunurên me zane û dilê me divîne, lema ew dikare têderxe hela em bi rastî tobe dikin yan na. Ya sisiya jî, gava Yehowa dibaxşîne me, ew gunên meyî berê îda nade rûyê me. Bi saya baxşandina wî, em dibin xweyê îsafeke temiz û em zanin wekî ew me qebûl dike.
19. Rast e em gunekar in, lê dîsa jî çira em dikarin şa bin?
19 Heta ku em nebine bêqisûr, emê hilbet car cara şaşî û guna bikin. Lê Yehowa dilrem û dilovan e, û ew bîr nake wekî em gunekar in. Lema jî nelazim e wekî em bona şaşiyên ku em ji bo qisûrdariya xwe dikin, gelek dilteng bin (Zebûr 103:8-14; 130:3). Belê, heger em çi ji destê me tê bikin, ku li riya Xwedêda herin, em dikarin şa bin (Fîlîpî 4:4-6; 1 Yûhenna 3:19-22). Gelo ev yek dilê me rihet nake?
20. Gotara dinda emê derheqa çi xeber din?
20 Em gelek razî ne ku heger em ji dil tobe bikin, Yehowa hazir e wekî şaşiyên me afû bike. Gelo em çawa dikarin mîna Yehowa afûkar bin? Baxşandina me çawa ji baxşandina Yehowa cude dibe, û çima ferz e ku em vê yekê fem bikin? Gotara din wê caba van pirsa bide.
KILAMA 45 Fikirên Dilê Min
a Kitêba Pîrozda Yehowa mera dibêje ku ew hazir e bibaxşîne wan gunekara, yên ku tobe dikin. Dîsa jî, dibeke em xwe carna hêjayî baxşandina wî hesab nakin. Vê gotarêda, emê pêbihesin ku em çira dikarin bawer bin wekî Yehowa hertim hazir e bibaxşîne me, heger em seva gunên xwe bi rastî poşman bin.
b Binihêre kitêba “Nêzîkî Yehowa bin” serê 26, rûp. 9.
c GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Kesekî ku bi rastî ji dil “tobe” dike nihêrandina xwe diguhêze ser jîyîna xweye berê, ser kirên xweye xirab û şaşiyên xwe. Tobekirina rast meriv hêlan dike, wekî rabûn-rûniştina xwe û kirên xwe biguhêze.