GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 34
KILAMA 3 Bawerî, Îtbarî û Hewara Me Xwedê ye
Bawer be ku Yehowa Dibaxşîne Te
“Te neheqiya guneyê min baxşand” (ZEBÛR 32:5).
VÊ GOTARÊDA
Emê şêwir kin ku çima em gerekê bawer bin, wekî Yehowa dibaxşîne me. Usa jî emê bivînin, ku Kitêba Pîroz ça nîşan dike wekî Ew dibaxşîne wan meriva, yên ku gunên xwe tobe dikin.
1-2. Gava em gunên xwe tobe dikin, Yehowa hindava meda çawa ne? (Binihêre usa jî şikil.)
DAWID Padşa rind zanibû ku paşî gunekî giran, meriv xwe ça texmîn dike (Zebûr 40:12; 51:3; sernivîsar). Dawid çend gunên giran kiribû, lê ewî ji dil tobe kir, lema jî Yehowa baxşande wî (2 Samûyêl 12:13). Gava Yehowa baxşande Dawid, ew gelek şa bû (Zebûr 32:1).
2 Gava em fem dikin ku Yehowa gunê me baxşandiye, dilê me jî mîna dilê Dawid rihet dibe. Em berdilîke çiqas mezin distînin gava zanin, ku hergê em ji dil gunê xwe tobe dikin, û çi ji destê me tê dikin wekî dîsa wan şaşiya nekin, Yehowa hazir e hela hê gunên giran jî bibaxşîne me (Metelok 28:13; Karên Şandiya 26:20; 1 Yûhenna 1:9). Çaxê Yehowa gunê me dibaxşîne, ew hindava meda usa ne, tê bêjî me ev gune qe ne jî kiriye (Hezeqêl 33:16).
Gelek zebûrên xweda, Dawid Padşa besa baxşandina Yehowa kir (Binihêre abzasa 1-2)
3-4. a) Xûşkeke me ji bo gunên xweye berê ça xwe texmîn dikir? b) Vê gotarêda emê çi şêwir kin?
3 Lê carna hinekara çetin e bawer kin, ku Yehowa gunên me dibaxşîne me. Mesele, were em serhatiya Cênîfêr şêwir kin, kîjan ku nava rastiyêda mezin bibû. Gava ew cahil bû, ewê bi emirekî durû dijît. Çend sal şûnda, ew vegeriya bal Yehowa û axiriyêda hate nixumandinê. Ew dibêje: “Berê min pere gelek hez dikir, bênamûsî dikir, gelek îçkê vedixwar û ez meriveke gelek hêrs bûm. Min fem dikir wekî ser hîmê qurbana Îsa gunê min hatine baxşandinê, lê dilê xweda min bawer nedikir wekî Yehowa bi rastî baxşandiye min”.
4 Gelo tera carna çetin e bawer bî, wekî Yehowa gunên teyî berê baxşandiye te? Yehowa dixwaze wekî em mîna Dawid bawer bin, ku Yehowa dilrem e. Vê gotarêda emê bivînin, ku em çima gerekê bawer bin wekî Yehowa bi rastî dibaxşîne me. Usa jî emê bivînin, ku çi dikare alî me bike vê yekêda bawer bin.
ÇIMA FERZ E BAWER BIN KU YEHOWA DIBAXŞÎNE ME?
5. Mîrê-cina dixwaze ku em çi bifikirin? Meselê bîne.
5 Hergê em bawer bin ku Yehowa bi rastî dibaxşîne me, emê bikaribin ji telikên Mîrê-cina xwe biparêzin. Mîrê-cina gelek xîret dike me ji xizmetiya Yehowa dûr xe. Lema jî ew her tiştî dike, wekî me bide bawerkirinê ku gunên me nikarin bêne baxşandinê. Dîna xwe bidine serhatiya merivekî ji bajarê Korintê, yê ku ji bo bênamûsiyê îda para civatê nîbû (1 Korintî 5:1, 5, 13). Gava ewî gunê xwe tobe kir, Mîrê-cina dixwest wekî xûşk-bira nebaxşandana wî û civatêda paşda wî qebûl nekirana. Usa jî ewî dixwest, wekî ew meriv bifikiriya ku gunê wî nayne baxşandinê ‘wekî ew nav xemgîniya xweda bixeniqe’ û terka xizmetiya Yehowa bide. Mêtodên Mîrê-cina nehatine guhastinê, û “em nêtên wî zanin” (2 Korintî 2:5-11).
6. Hergê em hela hê difikirin wekî Yehowa nebaxşandiye me, em gerekê çi bikin?
6 Hergê em bawer in ku Yehowa bi rastî dibaxşîne me, barekî giran ji stiyê me dikeve. Gava em gune dikin, ev tiştekî normal e ku em xwe xirab texmîn dikin (Zebûr 51:17). Bi rastî baş e ku usa ye, çimkî îsafa me dikare me def de wekî em xwe rast kin (2 Korintî 7:10, 11). Lê hergê em paşê jî bifikirin ku Yehowa nebaxşandiye me, dibeke ji bo vê yekê em dilteng bin û îda nexwazin Yehowara xizmet kin. Lê hergê em bawer bin ku Yehowa bi rastî baxşandiye me, em dikarin îda xwe neheq nekin, û bi şabûnê û bi îsafa temiz jêra xizmet kin (Kolosî 1:10, 11; 2 Tîmotêyo 1:3). Gelo em ça dikarin îzbat bin, ku Xwedê bi rastî gunê me afû dike?
ÇI DIKARE ALÎ ME BIKE BAWER BIN KU YEHOWA DIBAXŞÎNE ME?
7-8. Yehowa derheqa xwe çi gotibû, û em dikarin çida bawer bin? (Derketin 34:6, 7)
7 Bifikirin ku Yehowa derheqa xwe çi got. Mesele, bîne bîra xwe ku Yehowa ser Çiyayê Sînayê Mûsara çi gotibûa (Bixûne Derketin 34:6, 7). Gelek hunurên Yehowaye baş hene, lê van rêzada ewî dîna Mûsa îlahî kişand ser vê yekê, ku ew “Xwedêyê rem û keremê” ye. Hergê merivê ku Yehowa hez dike, gune kiriye lê ji dil tobe dike, gelo Yehowa wê wî afû neke? Hemikî wê afû ke, çimkî Yehowa yekî bêrem û dilsar nîne!
8 Yehowa timê rastiyê dibêje, lema jî em dikarin bawer bin, ku her tiştê ku ewî derheqa xwe gotiye, rast e (Zebûr 31:5). Hergê tu xwe ji bo gunên xweye berê xirab texmîn dikî, ji xwe bipirse: “Gelo ez bawer im ku Yehowa bi rastî yekî dilrem û dilovan e û hazir e bibaxşîne her merivê ku gunê xwe tobe dike? Hergê usa ye, gelo nelazim e ku ez bawer bim wekî Yehowa gunê min jî afû kiriye?”
9. Baxşandin çi tê hesabê? (Zebûr 32:5)
9 Bifikirin ku nivîskarên Kitêba Pîroz ji bîna ber Xwedê derheqa baxşandinê çi nivîsîn. Mesele, dîna xwe bidinê, ku Dawid Padşa derheqa baxşandina Yehowa çi gotibû (Bixûne Zebûr 32:5). Ewî usa got: “Te neheqîya guneyê min baxşand”. Xebera Îbranî, ya ku vê rêzêda ça “baxşand” hatiye welgerandinê, tê hesabê “hilda”, “rakir” yan “bir”. Gava Yehowa Dawid afû kir, ewî tê bêjî barê giran ji stiyê wî hilda bir. Axiriyêda, Dawid ji barê xweyî giran aza bû (Zebûr 32:2-4). Em jî dikarin ji barê xwe aza bin! Hergê em şaşiyên xwe ji dil tobe kin, îda nelazim e ku em xwe xirab texmîn kin, çimkî Yehowa vî barî hildide û ji me dûr dixe.
10-11. Yehowa yekî ça ne? (Zebûr 86:5)
10 Bixûne Zebûr 86:5. Dawid Padşa got, ku Yehowa timê hazir e bibaxşîne. Ev yek tê hesabê ku gava em şaşiya berdidin, Yehowa zû hêrs nakeve û timê dixwaze bibaxşîne wan, yên ku gunên xwe didine rûyê xwe. Gelo meniya baxşandina Yehowa çi ye? Para duda ya vê rêzê dibêje, wekî Yehowa hezkirina amin dide kifşê hindava wan meriva, yên ku gazî Wî dikin. Ça me ji gotara pêşiya vê dît, Yehowa xizmetkarên xweye amin hez dike, dixwaze nêzîkî wan be û tu cara pişta xwe nade wan. Ji bo hezkirina xweye amin, ew hazir e hemû gunekara, yên ku tobe dikin “bi zêdebarî bibaxşîne” (Îşaya 55:7, ÎM). Hergê tera çetin e bawer kî ku Xwedê baxşandiye te, ji xwe bipirse: “Gelo ez bawer im ku Yehowa yekî afûkar e û hazir e hemû kesên ku baxşandinê ji wî dixwazin, afû bike? Hergê usa ye, gelo ez gerekê bawer nekim ku gava min bona baxşandinê hewara xwe wî daxist, ewî baxşande min?”
11 Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî Yehowa rind fem dike ku em qisûrdar in, lema jî şaşiya dikin, û ev yek berdiliyê dide me (Zebûr 139:1, 2). Niha were em dîna xwe bidine zebûreke din, ya ku dikare alî me bike baxşandina Yehowada bawer bin.
TIŞTÊN KU YEHOWA DERHEQA ME BÎR NAKE
12-13. Li gora Zebûr 103:14, Yehowa derheqa me çi bîr nake, û ev yek wî hêlan dike çi bike?
12 Bixûne Zebûr 103:14. Dawid Padşa got wekî Yehowa bîr nake “ku em xalî ne”. Ji van giliya eşkere ye ku yek ji wan meniya, çima Yehowa hazir e xizmetkarên xwe, yên ku tobe dikin, afû bike ev e ku ew bîr nake wekî em gunekar in. Seva ku em vê yekê diha baş fem kin, were em dîsa dîna xwe bidine giliyên Dawid.
13 Dawid Padşa got, wekî Yehowa “meya me” zane. Ewî Adem “ji axa erdê” efirand, û ew rind zane ku sînorên merivên bêqisûr jî hene. Mesele, merivên bêqisûr jî mecbûr in xwarinê bixwin, razên û bîna xwe bikişînin (Destpêbûn 2:7). Serda jî, ji bo vê yekê ku Adem û Hêwayê gune kirin, meniya giliyên ku “em xalî ne” diha zêde tişt tê hesabê, dêmek ev yek ku em gunekar in û kêmasiyên me hene. Yehowa ne tenê zane wekî em gunekar in. Dawid got ku ew vê yekê “bîr tîne”. Lema jî ew hindava meda dilrem e. Ew fem dike wekî emê carna şaşiya bikin, û gava em ji dil tobe dikin, ew hazir e me afû ke (Zebûr 78:38, 39).
14. a) Dawid derheqa baxşandina Yehowa çi got? (Zebûr 103:12) b) Ji vê yekê ku Yehowa ça baxşande Dawid, em derheqa baxşandina wî çi pêdihesin? (Binihêre çargoşe “Yehowa Ça Dibaxşîne Me û Gunên Me Bîr Dike?”)
14 Gelo baxşandina Yehowa çiqas mezin e? (Bixûne Zebûr 103:12) Li gora giliyên Dawid, gava Yehowa dibaxşîne me, “çiqas rohilat ji roavayê dûrtir e, haqasî jî guneyên me ji me dûr” dixe. Rohilat û roava haqas ji hev dûr in ku tu cara nagihîjine hev. Gelo ev yek derheqa gunên ku hatine baxşandinê çi nîşan dike? Kitêbek derheqa vê rêzê usa dibêje: “Hergê gune haqas ji hev têne dûrxistinê, em dikarin bawer bin ku bîn, cî û bîranîna wan bi temamî unda dibin”. Hela bifikire, bîn dikare tiştekî ku berê qewimî bû, bîne bîra me. Lê paşî vê yekê ça Yehowa baxşande me, bîna gunên meyî berê îda namîne, dêmek ew wan guna îda tu cara nayne bîra xwe, û wana nake menî seva ku me ceza ke (Hezeqêl 18:21, 22; Karên Şandiya 3:19).
15. Hergê em xwe ji bo gunên xweye berê berdewam dikin sûcdar kin, gerekê em çi bikin?
15 Giliyên Dawid ku Zebûra 103-da nivîsî ne, ça dikarin alî me bikin baxşandina Yehowada bawer bin? Hergê em bona gunên xweye berê berdewam dikin xwe sûcdar kin, were em ji xwe bipirsin: “Gelo ez bîr dikim ku Yehowa ça ser min dinihêre û çi derheqa min bîr nake? Mesele, gelo ez bîr dikim ku ber çevê wî ez tenê merivekî qisûrdar im û wekî ew hazir e gunekarên mîna min, yên ku tobe dikin, afû bike?” Hergê Yehowa dîna xwe nade gunên meye berê, gerekê em jî dîna xwe nedine wan (Zebûr 130:3). Hergê em baxşandina Yehowada bawer bin, emê bikaribin xwe bona gunên xweye berê afû bikin û bi şabûnê Yehowara xizmet kin.
16. Çima xof e, hergê kesek timê dîna xwe dide gunên xweye berê? (Binihêre usa jî şikil.)
16 Were vê meselê bidine ber çevê xwe: Gava kesek erebê dajo, car-cara lazim e wekî ew neynikê binihêre. Lê gelek xof e hergê ew hertim neynikê binihêre. Seva ku ajovan nekeve qeziyê, ew gerekê diha zêde pêşiya xwe binihêre. Mîna vê yekê, hemikî carna lazim e dîna xwe bidine şaşiyên xweye berê, çimkî ev yek dikare alî me bike dîsa wan şaşiya nekin. Lê hergê em timê derheqa şaşiyên xweye berê bifikirin, dibeke em şabûna xwe unda kin û nikaribin bi dil û can Yehowara xizmet kin. Lema jî were em herî zêde dîna xwe bidine riya ku pêşiya me ye, kîjan ku berbi dinya teze dibe. Wî wedeyî tiştên xirab wê îda “neyên bibîranîn” (Îşaya 65:17, ÎM; Metelok 4:25).
Çawa ku ajovan gerekê diha zêde ne ku neynikê, lê pêşiya xwe binihêre, em jî gerekê diha zêde dîna xwe bidine keremên ku pêşiya me ne, ne ku şaşiyên xweye berê (Binihêre abzasa 16)
BERDEWAM KE DILÊ XWE BIDE BAWERKIRINÊ
17. Çima ferz e berdewam kin dilê xwe bidine bawerkirinê vê yekêda, ku Yehowa me hez dike û hazir e me afû ke?
17 Gerekê em berdewam kin dilê xwe bidine bawerkirinê vê yekêda, ku Yehowa me hez dike û hazir e ku me afû ke (1 Yûhenna 3:19). Gelo çima? Mîrê-cina dixwaze wekî em terka xizmetiya Yehowa bidin. Lema jî ew timê xîret dike me bide bawerkirinê, wekî Yehowa me hez nake û nabaxşîne me. Mîrê-cina zane ku wedê wî hindik maye, lema jî çiqas diçe haqas ew diha zêde hicûmî ser me dike (Eyantî 12:12). Were em îzinê nedinê ku ew ser keve!
18. Em ça dikarin dilê xwe bidine bawerkirinê ku Yehowa me hez dike û hazir e bibaxşîne me?
18 Ji gotara pêşiya vê em pêhesiyan, ku ça em dikarin diha zêde hezkirina Yehowada bawer bin. Lê ji vê gotarê em pêhesiyan, wekî em dikarin bawer bin ku Yehowa dibaxşîne me. Seva ku dilê xwe vê yekêda bidî bawerkirinê, bîne bîra xwe ku Yehowa derheqa xwe çi gotiye. Kûr bifikire ser vê yekê, çi ku nivîskarên Kitêba Pîroz derheqa baxşandina Yehowa nivîsî ne. Bîr neke wekî ew yekî dilrem e û ew bîr nake ku em merivne qisûrdar in. Usa jî bîne bîra xwe ku baxşandina wî çiqas mezin e. Mîna Dawid Padşa, yê ku hewara xwe Xwedê daxist, tuyê jî bikaribî usa bêjî: “Şikir ji tera, Yehowa, çimkî te ‘neheqiya gunê min baxşand’!” (Zebûr 32:5).
KILAMA 1 Hunurên Yehowa
a Binihêrin gotara bi navê “Yehowa Xwedayê Afûkar e”, ji Birca Qerewiliyê ya meha Hezîranê, sala 2022, rûpêla 2, abzasa 4-7.