GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 43
Bîlaniya Rast Dengê Xwe Bilind Dike
“Serwaxtî kûçada dike gazî, meydanada dengê xwe bilind dike” (METELOK 1:20).
KILAMA 88 Riya Xwe Nîşanî Min ke
VÊ GOTARÊDAa
1. Gelek meriv ser bîlaniya rast çawa dinihêrin? (Metelok 1:20, 21)
GELEK welatada, mizgînvanên Padşatiya Xwedê edebyetên derheqa Kitêba Pîroz ser kûçên, ku gelek meriv diçin tên, bela dikin. Te qe bi vî cûreyî xizmet kiriye? Wê demê, dibeke ev gotina ji kitêba Metelok hate bîra te, kîderê ku nivîsiye wekî serwaxtî kûçada dike gazî, ku meriv guh bidinê (Metelok 1:20, 21 bixûne). “Serwaxtî”, dêmek bîlaniya ku Yehowa dide, ji Kitêba Pîroz û ji edebyetên me tê. Seva ku meriv bêne ser riya ku ber bi jîyînê dibe, ewana hewcê vê serwaxtiyê ne. Çaxê kesek edebyetên me qebûl dike, em gelek şa dibin. Lê ne her kes edebyetên me qebûl dike. Hine meriv naxwazin bizanibin, ku Kitêba Pîroz çi dibêje. Hinek jî qerfên xwe me dikin. Ewana difikirin wekî Kitêba Pîroz îda kevin bûye. Hinek jî difikirin wekî gotinên Kitêba Pîroz derheqa nav-namûsiyê bi zêdeyî sert in. Dîsa jî, Yehowa bi dilovanî her kesî teglîf dike, wekî bîlaniya rast bistînin. Gelo çi cûreyî?
2. Em ça dikarin bîlaniya rast qazanc kin, lê heçî zef meriv çi dikin?
2 Yehowa bîlaniya rast, bi saya Kitêba Pîroz meriva dide bihîstinê. Heçî zef meriv dikarin vê kitêbê hêsa destxin. Bi saya kerema Yehowa, edebyetên meye ser hîmê Kitêba Pîroz, ser 1 000 zimanî zêdetir têne belakirinê. Kesên ku wan edebyeta dixûnin û li gora vê yekê dijîn, karê distînin. Sed heyf ku heçî zef meriv guh nadin dengê bîlaniya rast. Gava ewana safîkirina dikin, ewana xwe dispêrin aqilê xwe yan jî gotinên xelqê. Dibeke merivên din xwe ji me çêtir hesab kin, ji bo vê yekê ku em li gora rêberiya Kitêba Pîroz dijîn. Vê gotarêda, emê bivînin ku gelek meriv çira usa dikin. Lê pêşiyê were em binihêrin, ku em çawa dikarin bîlaniya rast ji Yehowa bistînin.
NASKIRINA YEHOWA BERBI BÎLANIYÊ DIBE
3. Bîlaniya rast çiva girêdayî ye?
3 Bîlanî alî me dike wekî em zanebûnê bidine xebatê, ku safîkirinên baş bikin. Lê bîlaniya rast tiştekî dinva jî girêdayî ye. Kitêba Pîroz dibêje: “Serê serwaxtîyê xofa Xudan e, Yê Herî Pîroz naskirin bîlantî ye” (Metelok 9:10). Lema jî, pêşiya ku safîkirineke ferz bikin, gerekê em vê yekê ser hîmê nihêrandina Yehowa bikin, dêmek ser hîmê zanebûna derheqa “Yê Herî Pîroz”. Bona vê yekê, em dikarin Kitêba Pîroz û edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz lêkolîn kin. Bi vî cûreyî, emê bîlaniya rast bidine kifşê (Metelok 2:5-7).
4. Çima tenê Yehowa dikare bîlaniya rast bide me?
4 Tenê Yehowa dikare bîlaniya rast bide me (Romayî 16:27). Gelo ew çira Kaniya bîlaniyê ye? Ya pêşin, Ew Efirandarê hemû tiştî ye û derheqa efrînên xwe her tiştî zane (Zebûr 104:24). Ya duda, bîlaniya Yehowa hemû kirên wîda tê kifşê (Romayî 11:33). Ya sisiya, şîretên Yehowaye bîlan karê didine van meriva, yên ku li gora van şîreta dijîn (Metelok 2:10-12). Seva ku em bîlaniya rast qazanc kin, gerekê em van rastiyên sereke qebûl kin û îzinê bidin, ku ew rêberiya safîkirin û kirên me bikin.
5. Çaxê meriv Yehowa ça Kaniya bîlaniya rast qebûl nakin, axiriya vê yekê çi ye?
5 Gelek merivên ku xizmetiyêda rastî me tên, tebiyetêra heyr-hujmekar dimînin. Lê ewana înkar dikin ku Xwedê heye, û bawer dikin wekî her tişt xwexa pêşda hatiye. Hine meriv jî bawer dikin ku Xwedê heye, lê bi dîtina wan, şîretên ji Kitêba Pîroz îda kevin bûne, lema jî ewana li gora fikir û xwestinên xwe dijîn. Axiriya vê yekê çi ye? Gelo ev yek ku heçî zef meriv bîlaniya Xwedê qebûl nakin, lê xwe dispêrin aqilê xwe, halê dinyayê diha baş kiriye? Gelo wana şabûna rast yan jî hêviya baş standiye? Gava em der-dora xwe dinihêrin, em dibînin ku ev gotin çiqas rast e: “Tu serwaxtî, bîlantî û şêwir tune ku himberî Xudan bisekine” (Metelok 21:30). Eşkere ye, seva ku em bîlaniya rast qazanc kin, gerekê em xwe bispêrin Yehowa. Sed heyf, ku gelek meriv usa nakin. Gelo çira?
HINE KES BÎLANIYA RAST ÇIRA ÎNKAR DIKIN?
6. Li gora Metelok 1:22-25, yên ku guh nadin bîlaniya rast kî ne?
6 Gava bîlaniya rast “kûçada dike gazî”, gelek kes guh nadinê. Kitêba Pîroz kesên usa nav dike ça “bêhiş”, “qerfkir” û “axmax” (Metelok 1:22-25 bixûne). Were em dîna xwe bidine xeysetên van meriva, yên ku bîlaniya Xwedê înkar dikin, û şêwir kin ku em çi gerekê bikin, wekî nebine mîna wan.
7. Hine meriv çira xwexa safî dikin ku “bêhiş” bimînin, dêmek necêribandî bin?
7 Merivên “bêhiş”, dêmek kesên necêribandî ev in, yên ku hêsa her tiştî bawer dikin yan jî têne xapandinê (Metelok 14:15). Xizmetiyêda em gelek car rastî kesên usa tên. Îro bi mîlyona meriv ji aliyê serwêrên rêlîgî yan polîtîkê têne xapandinê. Hine merivên ku fem dikin wekî ewana hatine xapandinê, ecêbmayî dimînin, lê yên ku Metelok 1:22 besa wan dike, safî dikin wekî “bêhiş” bimînin, dêmek necêribandî, çimkî ev yek wana xweş tê (Yêremya 5:31). Ewana hiz dikin li gora dilê xwe bijîn, û naxwazin bizanibin ku Kitêba Pîroz çi dibêje û guh bidin qanûnên wê. Kanadayêda jinikeke ku xwe li rêlîgiyê digire, mizgînvanekîra usa got: “Hergê keşîşê me em xapandine, bira gune stûyê wî be, ev gunê me nîne”! Yazix ku gelek meriv usa difikirin, lê em naxwazin mîna van meriva necêribandî bin! (Metelok 1:32; 27:12)
8. Çi wê alî me bike wekî em bîlaniyê qazanc kin û diha cêribandî bin?
8 Wê baş be ku em guh bidin vê şîreta Kitêba Pîroz: “Hişê xweda gihîştî bin” (1 Korintî 14:20). Çaxê em li gora prînsîpên Kitêba Pîroz dijîn, em bîlaniyê qazanc dikin û dibine merivne cêribandî. Hêdî-hêdî, em pêdihesin ku ev prînsîp çawa dikarin alî me bikin, wekî em xwe ji problêma dûr bigirin û safîkirinên bîlan bikin. Wê baş be ku em xwe bicêribînin, hela em vê yekêda pêşda diçin yan na. Mesele, hergê em Kitêba Pîroz hîn dibin û tenê çend cara çûne civata, wê baş be ku em ji xwe bipirsin, hela me çima hê soz nedaye Yehowa, wekî wîra xizmet kin û hê nehatine nixumandinê. Yan jî, hergê em îda nixumandî ne, gelo em ça mizgînvan û dersdar pêşda diçin? Gelo safîkirinên me nîşan dikin, wekî em li gora rêberiya Kitêba Pîroz dijîn? Gelo em van hunura hindava merivada didine kifşê yên ku Îsa dida kifşê? Hergê lazim be ku em hine tiştada xwe rast kin, were em guh bidin şîretên Yehowa, yên ku bîlaniyê didine kesên necêribandî (Zebûr 19:7).
9. Merivên “qerfkir” çawa bîlaniyê înkar dikin?
9 Merivên din, yên ku bîlaniya Xwedê înkar dikin “qerfkir” in. Carna em xizmetiyêda rastî merivên usa tên. Ewana qerfên xwe kesên din dikin û ji vê yekê şabûnê distînin (Zebûr 123:4). Kitêba Pîroz pêşda gotibû, ku rojên axiriyêda merivên usa wê gelek bin (2 Petrûs 3:3, 4). Mîna zevên Lût, îro jî hine kes guh nadin xebera Xwedê (Destpêbûn 19:14). Gelek meriv ser kesên ku li gora prînsîpên Kitêba Pîroz dijîn, dikenin. Ewana usa dikin, çimkî xulamên “xwestinên dilê xweye nepak” in (Cihûda 7, 17, 18). Bi rastî jî Kitêba Pîroz rind şirovedike, ku merivên raber û yên ku Yehowa înkar dikin, çi cûreyî ne.
10. Çawa ku Zebûr 1:1 dibêje, em ça dikarin ji qerfkirin û kute-kutê xwe dûr bigirin?
10 Gelo em ça dikarin xwe biparêzin, wekî nebin kesên qerfkar? Bona vê yekê, gerekê em xwe ji van meriva dûr bigirin, yên ku hertim buxdana davêjine kesên din (Zebûr 1:1 bixûne). Mesele, em gerekê guh nedin rabera û kitêb û nemên wan nexûnin. Hergê em haş ji xwe tune bin, em hêsa dikarin ser kesên din bikine kute-kut û îtbariya xwe hindava Yehowa û rêberiya teşkîleta wî, unda kin. Seva ku em nekevine vê derecê, were em ji xwe bipirsin: “Gava ez elametî yan rêberîke teze distînim, gelo ez dikime kute-kut? Gelo ez birên cabdarda şaşiya digerim”? Wê baş be wekî em zû ser xwe bixebitin û ji xeyset-hunurên usa xwe dûr bigirin, wekî Yehowa ji me razî be (Metelok 3:34, 35).
11. Yên “axmax” ser prînsîpên Yehowaye nav-namûsiyê çawa dinihêrin?
11 Lê hine meriv yên ku bîlaniyê înkar dikin, kesên “axmax” in. Ewana usa têne navkirinê, çimkî qanûnên Xwedêye nav-namûsiyê înkar dikin û li gora xwestina dilê xwe dijîn (Metelok 12:15). Merivên usa, Yehowa, yê ku Kaniya bîlaniyê ye, înkar dikin (Zebûr 53:1). Çaxê em xizmetiyêda tevî kesên usa xeber didin, ewana gelek car hindava meda sert in û derheqa me tiştên nebaş dibêjin, çimkî em xwe qanûnên Xwedê digirin. Lê riya ku wana xwe lê girtiye, berbi emirekî baş nabe. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Serwaxtî bona axmax gelekî bilind e, dergeh-dîwanêda ew nikare devê xwe veke” (Metelok 24:7). Rastî jî, ji devê kesên axmax şîreteke baş dernayê. Lema jî, Yehowa temî dide me: “Ji merivê axmax dûr keve” (Metelok 14:7).
12. Çi dikare alî me bike, wekî em xwe ji riya axmaxa dûr bigirin?
12 Belê, gelek meriv şîretên Xwedê nefret dikin, lê em riya Xwedê û qanûnên wî gelek hiz dikin. Seva ku em diha zêde van qanûna qîmet kin, wê baş be ku em axiriya guhdarîkirinê û neguhdarîkirinê, beramberî hev kin. Hilbet te dîtiye, wekî kesên ku bîlaniya Yehowa înkar dikin, rastî çiqas çetinaya tên. De niha bide hesabê xwe, ku jîyîna te çiqas ji ya wan çêtir e, çimkî tu guh didî Xwedê û li gora prînsîpên wî dijîyî (Zebûr 32:8, 10).
13. Gelo Yehowa zorê kesekî dike, ku guh bidin şîretên wîye bîlan?
13 Her kes dikare bîlaniya Yehowa qazanc ke, lê ew zorê tu kesî nake, wekî bîlaniya wî qebûl kin. Dîsa jî, ew dîna me dikişîne ser vê yekê, ku çi tê serê wan meriva, yên ku guh nadin bîlaniya wî (Metelok 1:29-32). Kesên ku guh nadin Yehowa, wê “berê emelên xwe bixwin”. Wext şûnda, cûrê jîyîna wan wê xem û tengasiya wanara bîne û axiriyêda jî wê bêne qirkirinê. Lê Yehowa wan merivara yên ku guh didin şîretên wîye bîlan, usa soz dide: “Yê guh dide min wê sax-silamet bijî û ji sawa xirabîyê tevhev nebe” (Metelok 1:33).
BÎLANIYA RAST KARÊ MERA TÎNE
Gava em ser civata caba didin, dostiya me tevî Yehowa diha qewî dibe (Abzasa 15 binihêre)
14-15. Em ji Metelok 4:23 çi hîn dibin?
14 Bîlaniya Yehowa her gav karê mera tîne. Çawa ku me dît, meriv hêsa dikarin bîlaniya Yehowa qazanc kin. Mesele, kitêba Metelokda, Yehowa bona jîyîna herrojî şîretên gelek kêrhatî dide me. Were em niha dîna xwe bidine çar şîretên bîlan.
15 Miqatî dilê xweyî sîmbolîk be. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Ji her tiştî zêdetir miqatî dilê xwe be, çimkî kanîya emir ji wî dertê” (Metelok 4:23). Seva ku em dilê xweyî bedenî biparêzin, gerekê em xwarina kêrhatî bixwin, sportêva mijûl bin û xwe ji xeyset-hunurên xirab dûr bigirin. Mîna vê yekê, gerekê em dilê xweyî sîmbolîk jî rind xwey kin. Û bona vê yekê em gerekê her roj Xebera Xwedê bixûnin, xwe bona civata hazir kin, herin ser civata û wêderê cabên xwe bidin. Usa jî, em gerekê her gav bi dil û can xizmet bikin. Û gelek ferz e, wekî em xwe him ji wedederbazkirinên nebaş, him jî ji hevalên xirab, dûr bigirin, yên ku dikarin li ser me xirab hukum kin.
Hergê nihêrandina me ser hebûkê rast be, emê ji her tiştî razî bin çi ku destê meda heye (Abzasa 16 binihêre)
16. Gotinên ji Metelok 23:4, 5 çira roja îroyîn kêrhatî ne?
16 Çi ku destê teda heye, razî be. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Nekeve demana dewletîbûnê, . . . Çevê teyê li ser wî tiştê pûç be, lê ewê xwera baska çêke û mîna teyra bifire ezmên” (Metelok 23:4, 5). Roja îroyîn ça yên dewletî û usa jî yên kesîb her tiştî dikin, wekî hebûkê qazanc kin. Gelek car rûyê vê yekêda navê wan xirab dibe, ewana dostên xwe û hela hê sihet-qewata xwe jî unda dikin. Û axiriyêda usa dibe, ku ewana her tiştî unda dikin (Metelok 28:20; 1 Tîmotêyo 6:9, 10). Bîlanî alî me dike wekî em pey hebûkê nekevin, nihêrandina rast ser vê yekê xwey kin û çi destê meda heye razî bin (Waîz 7:12).
Seva ku em dilê kesên din bi gotinên xwe neêşînin, gerekê em pêşiya ku xeber din, bifikirin (Abzasa 17 binihêre)
17. Em çawa dikarin “zimanê serwaxta”, derheqa kîjanî ku Metelok 12:18-da tê gotinê, qazanc kin?
17 Pêşiya ku tiştekî bêjî, bifikire. Hergê em miqatî xwe nîbin, xeberdana me dikare zirarê bide kesên din. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Hinek bi xebera mîna şûr mêriv birîndar dikin, lê zimanê serwaxta dermanê dila ye” (Metelok 12:18). Gerekê em zimanê xwe bikaribin û derheqa şaşiyên meriva pişt wan xeber nedin, wekî orta meda yektî û edilayî xirab nebe (Metelok 20:19). Seva ku xeberdana me dilê meriva neêşîne, lê berdiliyê bide wan, gerekê em dilê xwe bi zanebûna ji Xebera Xwedê tije kin (Lûqa 6:45). Fikirandina kûr ser Kitêba Pîroz alî me dike, wekî xeberdana me mîna “kanîya serwaxtîyê”, meriva xweş bê (Metelok 18:4).
Hergê em guh bidin rêberiya teşkîletê, emê xizmetiyêda pêşda herin (Abzasa 18 binihêre)
18. Gotinên ji Metelok 24:6 çawa dikare alî me bike, wekî em xizmetêda pêşdaçûyî bin?
18 Guh bide rêberiyê. Seva ku em pêşdaçûyî bin, Kitêba Pîroz temîke usa dide me: “Şerê xwe ku dikî, didî ber hesaba û serketin bi gelek şîretkara tê” (Metelok 24:6). Were em binihêrin ku ev prînsîp çawa dikare alî me bike, wekî em şixulê belakirina mizgîniyêda pêşdaçûyî bin. Dewsa ku em ça dixwazin usa xizmetê bikin, gerekê em guh bidin van rêberiya, yên ku em ser civata distînin. Wêderê em dikarin ji xûşk-birên cêribandî hîn bin, ku çawa Kitêba Pîroz meriva hîn kin. Usa jî, teşkîleta Yehowa edebyet û vîdêoyên xweş derdixe, yên ku alî meriva dikin wekî Kitêba Pîroz fem bikin. Wê baş be ku em hîn bin, wekî van haceta rind bidine xebatê.
19. Tu çi difikirî derheqa bîlaniya ku Yehowa dide me? (Metelok 3:13-18)
19 Metelok 3:13-18 bixûne. Em şîretên ji Xebera Xwedê gelek dişêkirînin. Gelo bê van şîreta meyê çi bikira? Vê gotarêda me dîna xwe da hine meselên bîlaniya ji kitêba Metelok. Hemikî Nivîsarên Pîrozda, kitêbên dinda jî gelek gotinên bîlan hene. Were em hertim li gora bîlaniya ku ji Yehowa tê, bijîn. Gelek meriv bîlaniya Xwedê înkar dikin, lê em bawer in, wekî “yên ku [bîlaniyê] qewîn digirin bextewar dibin!”.
KILAMA 36 Dilê Xwe Xwey ke
a Bîlaniya Yehowa ji ya dinyayê diha bilindtir e. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin meseleke hewas ji kitêba Metelok, ya ku dibêje wekî bîlanî meydana bajarekîda dengê xwe bilind dike. Emê bivînin ku em çawa dikarin bîlaniya rast bivînin, hine meriv çira guh nadin bîlaniyê, û çi karê emê bistînin hergê guh bidin bîlaniyê.