KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp23 № 1 rûp. 8-9
  • 2 | “Gotinên Nivîsarada ku Bînê Didine Ber Me”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 2 | “Gotinên Nivîsarada ku Bînê Didine Ber Me”
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2023
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Ev Çi Tê Hesabê
  • Ev Yek Ça Dikare Alîkariyê Bide
  • Kitêba Pîroz Çawa Alî Min Dike
  • 3 | Karê Bistînin ji Meselên Kitêba Pîroz
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2023
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2023
wp23 № 1 rûp. 8-9
Mêrê emirda mezin paşî xwendina Kitêba Pîroz difikire.

2 | “Gotinên Nivîsarada ku Bînê Didine Ber Me”

KITÊBA PÎROZ DIBÊJE: “Çi ku pêşda kitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê, wekî em bi sebirê û wan gotinên nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman bin” (ROMAYÎ 15:4).

Ev Çi Tê Hesabê

Şîretên ji Kitêba Pîroz berdiliyê û qewatê didine me û alî me dikin, çaxê fikirên nêgatîv dikevine hişê me. Usa jî Xebera Xwedê hêviyê dide me, wekî zûtirekê nexweşiyên êmosiyalî wê îda tune bin.

Ev Yek Ça Dikare Alîkariyê Bide

Em hemû jî carna xemgîn dibin; lê ew merivên ku dêprêsiyêda nin û hertim berxwe dikevin, ewana herroj himberî fikirên nêgatîv şer dikin. Çawa Kitêba Pîroz dikare alî wan bike?

  • Kitêba Pîrozda gelek fikirên pozîtîv û dilgerm hene (Fîlîpî 4:8). Ew fikir dikarin berdiliyê bidine me û alî me bikin êmosiyên xwe kontrol kin (Zebûr 94:18, 19).

  • Kitêba Pîroz dikare usa jî alî me bike, wekî em nefikirin ku em bêkêr in (Lûqa 12:6, 7).

  • Gelek rêzên ji Kitêba Pîroz me didine bawerkirinê, ku em tenê nînin û wekî Xwedê, Efirandarê me, bi temamî hestên fem dike (Zebûr 34:18; 1 Yûhenna 3:19, 20).

  • Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî Xwedê wê bîranînên ku mera êşê tînin, kuta ke (Îşaya 65:17; Eyantî 21:4). Hergê em riyê fikir û êmosiyên xweda diçerçirin, ev hêvî wê qewatê bide me ku teyax kin.

Kitêba Pîroz Çawa Alîkariyê Dide Cêsîka

Çawa Dêprêsiya ser Min Hukum Dike

Cêsîka paşî xwendina Kitêba Pîroz xewra çû.

“Çaxê ez 25 salî bûm ez ketime dêprêsiya giran. Ez diçerçirîm ji bo cûre-cûre fikir û bîranîna. Hekîm minra gotin, ku dêprêsiya min girêdayî ye tevî fikirên nêgatîv yên ku pêşda hatibûn ji bo derecê giran, kîjan ku emirê minda qewimî bûn. Xêncî dermana minra usa jî cûrê qenckirina din lazim bû, ya ku wê alî min bikira fikirên nerast ji hişê xwe derxista”.

Kitêba Pîroz Çawa Alî Min Dike

“Rojên usa çaxê dêprêsiya min giran dibe, cem min rêaksyonên panîkî pêşda tên, ez bi zêdeyî berxwe dikevim û xew nakeve çevê min. Şev gelek car fikirên usa min eciz dikin, yên ku ez nikarim kontrol kim. Zebûra 94:19-da tê gotinê wekî Xwedê dikare berdiliyê bide me, gava em bi zêdeyî berxwe dikevin. Lema jî min Kitêba Pîroz û deftera xwe kîjanêda min rêz dinivîsîn, datanî kêleka nivînê xwe. Û çaxê xew nedikete çevê min, min çend rêzên ji Kitêba Pîroz dixwend, yên ku berdiliyê didane min.

“Kitêba Pîroz me hêlan dike fikirên usa ji hişê xwe derxin, yên ku himberî vê yekê ne, çi ku em derheqa Xwedê zanin. Berê ez bawer bûm, ku ez bêkêr im û tu kes min hiz nake. Lê ez pêhesiyam ku nihêrandina wî cûreyî himberî Kitêba Pîroz e, çimkî Yehowa bavekî dilşewat e û bi hizkirinê bona her kesî ji me xem dike. Ez hêdî-hêdî hîn bûn fikirên xwe kontrol kim. Ez hîn bûn ser xwe usa binihêrim, çawa Yehowa ser min dinihêre. Ew yek alî min kir fikirên xweye nêgatîv hindava xwe ji xwe dûr xim.

“Ez gelek hîviya wî wedeyî me, çaxê hemû bîranînên ku êşê tînin, wê bêne bîrkirinê. Zanebûna vê yekê ku nexweşiyên êmosiyalî wê îda tune bin, qewatê dide min teyax kim û hîviya wê rojê bim, gava dêprêsiya min wê îda tune be”.

Bona Hê Zêde Alîkarî:

Bixûnin gotara “Ez Dikarim ji Kitêba Pîroz Berdiliyê Bistînim?”ser jw.org.

Bibihên aûdîo nivîsandina kitêba Zebûr ser jw.org.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin