KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp23 № 1 rûp. 10-11
  • 3 | Karê Bistînin ji Meselên Kitêba Pîroz

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 3 | Karê Bistînin ji Meselên Kitêba Pîroz
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2023
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Ev Çi Tê Hesabê
  • Ev Yek Ça Dikare Alîkariyê Bide
  • 2 | “Gotinên Nivîsarada ku Bînê Didine Ber Me”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2023
  • 4 | Kitêba Pîroz Şîretên Kêrhatî Dide
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2023
  • 1 | Dua—“Hemû Xemên Xwe Bavêjine ser Wî”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2023
  • Em Ça Dikarin Xwe Bêxweyî Texmîn Nekin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2023
wp23 № 1 rûp. 10-11
Mûsa pêxember dilteng e, ser ezmana dinihêre û Xwedêra dua dike.

3 | Karê Bistînin ji Meselên Kitêba Pîroz

KITÊBA PÎROZDA TÊ ŞIROVEKIRINÊ . . . Kesên amin yên ku “mîna me” bûn (AQÛB 5:17).

Ev Çi Tê Hesabê

Kitêba Pîrozda hene serhatiyên merivên amin, yên ku cûre-cûre êmosiya ser xwe texmîn dikirin. Wedê xwendina Kitêba Pîroz em dikarin pêbihesin, ku hestên wan jî mîna yên me ne.

Ev Yek Ça Dikare Alîkariyê Bide

Em hemû jî hewcê vê yekê ne, ku me fem bikin. Lê îlahî wî çaxî gava em ji bo nexweşiya êmosiyalî diçerçirin. Çaxê em serhatiyên xizmetkarên wedê berê dixûnin, em dikarin bivînin, ku hest û fikirên wan jî mîna yên me ne. Vê demê em fem dikin, ku ne tenê em himberî berxweketinê û êmosiya şer dikin.

  • Kitêba Pîrozda nivîsar e giliyên wan meriva, yên ku xwe tenê û bêçare texmîn dikirin. Te qe mîna Mûsa, Êlyas û Dawid xwe texmîn kiriye, ku gotiye: “Ez îda nikarim teyax kim”? (Jimar 11:14; 1 Padşatî 19:4; Zebûr 55:4).

  • Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa kulfeteke bi navê Hanna. “Êşa dilê” wê gelek giran bû, çimkî ew bêzuret bû û hewiya wê pê dikeniya (1 Samûyêl 1:6, 10).

  • Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê derheqa mêrekî bi navê Îbo. Rast e baweriya wî qewî bû, lê dîsa jî ew aliyê êmosiyalîda usa diçerçirî, ku got: “Ez ji jîyana xweva dikerihim: heta-hetayê jîyanê naxwazim” (Îbo 7:16).

Çaxê em pêdihesin, ku çawa xizmetkarên wedê berê dikaribûn himberî fikirên xweye nêgatîv şer kin, ew yek me dide bawerkirinê, ku em jî dikarin wedê strêsê teyax kin.

Kitêba Pîroz Çawa Alîkariyê Dide Kêvîn

Çawa Nexweşiya Bîpolyarî Ser Min Hukum Dike

Kêvîn tevî du hevalên xwe qavê vedixwe.

“Çaxê ez weke pêncî salî bûm, cem min nexweşiya bîpolyarî pêşda hat. Carna ez difikirim, ku ez dikarim hemû problêmên xwe safî kim. Lê carna jî emirê min ber çevê min reş dibe”.

Kitêba Pîroz Çawa Alî Min Dike

“Serhatiya Petrûs timê dilê min digire, çimkî ev serhatî minra gelek nas e. Ji bo şaşiyên xwe ewî xwe bêkêr hesab dikir. Lê dewsa ku xemgîn be û wî halîda bimîne, Petrûs xwe disparte hevalên usa, yên ku bona wî xem dikirin. Çaxê ji bo derdê nexweşiya xwe ez dikevime halekî nebaş, ez destpêdikim seva kêmasiyên xwe bifikirim û xwe bêkêr texmîn kim. Mîna Petrûs, ez jî hîn bûm xwe nêzîkî hevalên usa bigirim, yên ku dikarin alî min bikin sist nebim.

“Serhatiya din ya ku berdiliyê dide min, ew mesela Dawid Padşa ye. Ew gelek car ji bo dereca xwe û şaşiyên xweye berê, dikete dêprêsiyayê û gelek poşman dibû. Hestên wî minra gelek nas in, çimkî ez jî gelek tiştên usa dibêjim yan dikim ji bo çi jî paşê poşman dibim. Xeberên Dawid ji Zebûra 51 berdiliyê didine min. Rêza 3-da ew dibêje: ‘Bêolîtîyên xwe ez nas dikim û guneyê min timê li ber min e’. Hema usa ez xwe texmîn dikim çaxê ji bo dêprêsiyayê û halê xweye giran, minra çetin e ser xwe pozîtîv bifikirim. Usa jî, xeberên Dawid ji rêza 10 minra nas in, kîderê tê gotinê: ‘Xwedê, dilekî paqij nav minda biefirîne û ruhekî rast nav minda ser hevda bîne.’ Ez hema bi wî cûreyî Yehowara dua dikim, ku ew alî min bike ser xwe pozîtîv bifikirim. Xeberên ji rêza 17 jî berdiliyê didine min, kîderê tê gotinê: ‘Ey Xwedê, tu dilê şikandî û tobekar biçûk nabînî, ÎM’. Ev rêz min dide bawerkirinê, ku Xwedê min hiz dike.

“Çaxê ez dîna xwe didime ser meselên ji Kitêba Pîroz û derheqa vê yekê ku Xwedê niha çi dide min, ew yek hêviya min hindava axiriyê qewî dike. Ez sozên Kitêba Pîrozda dudilî nabim, çimkî ew rêalî ne û alî min dikin sist nebim”.

Bona Hê Zêde Alîkarî:

Bixûnin gotara “Çaxê Difikirî, wekî Teyax Tune ku Bijîyî”, jûrnala Birca Qerewiliyê № 2, ya sala 2019, ser jw.org.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin