4 | Kitêba Pîroz Şîretên Kêrhatî Dide
KITÊBA PÎROZ DIBÊJE: “Temamiya nivîsarê . . . kêrhatî ye” (2 TÎMOTÊYO 3:16).
Ev Çi Tê Hesabê
Rast e Kitêba Pîroz kitêba mêdîsînayê nîne, lê dîsa jî têda şîretên kêrhatî hene. Ew şîret dikarin alî wan meriva bikin, yên ku rastî nexweşiyên êmosiyalî tên. Binihêrin çend şîreta.
Ev Yek Ça Dikare Alîkariyê Bide
“Saxlem ne hewcê hekîm in, lê nexweş” (METTA 9:12).
Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku diqewime mera alîkariya mêdîsînayê lazim be. Gelek merivên ku ji bo nexweşiya êmosiyalî diçerçirin, alîkariya mezin standin, çaxê çûne cem hekîm û derheqa nexweşiya xwe pêhesiyan.
“Mista tije ya bi rihetî, ji kulma tije ya bi zehmetî . . . çêtir e” (WAÎZ 4:6, ÎM).
Hergê tu wede û qewatê bona sihet-qewata xweye fîzîkî xerc dikî, ew yek dikare baş hukum ke ser sihet-qewata teye êmosiyalî. Xwera bike xeyset ku sportêva mijûl bî, xwarina kêrhatî bixwî û xewa xwe bistînî.
“Dilê şa mîna dermanê kêrhatî ye, lê dilê xem û xeyal hişkbûna hestûya ye” (METELOK 17:22).
Sêva ku tu şabûnê bistînî, rêzên dilgerm ji Kitêba Pîroz bixûne û usa jî nêtên biçûk dayne pêşiya xwe. Nihêrandina pozîtîv û fikirandina ser tiştên baş wê alî te bike, êmosiyên xwe kontrol kî û ber çetinayên êmosiyalîva girêdayî sebir kî.
“Lê serwaxtî tevî şkestîya ye” (METELOK 11:2).
Diqewime qewata te nagihîje her tiştî xwexa bikî, lema jî hazir be alîkariyê ji kesên din qebûl kî. Dibeke heval û malbeta te dixwazin alî te bikin, lê diqewime ewana nizanin çida alî te bikin. Lema jî wê baş be, wekî tu xwexa wanra bêjî, ku çida ewana dikarin alî te bikin. Hîviyê nîbe ku ewana wê bikaribin her tiştîda alî te bikin. Lê bona her cefa û alîkariya wan razîbûnê eyan ke.
Şîretên ji Kitêba Pîroz Alî Wan Dikin Kê Kul-Derda Dikişîne
“Çaxê min têderxist ku ez xwe xirab texmîn dikim, ez çûme cem hekîm. Ewî gote min, ku meniya vê yekê çida ne. Ev yek alî min kir fem bikim, ku çira ez usa xwe texmîn dikim û pêbihesim, ku kîjan cûre qenckirin wê bona min baş be”—Nîkol,a ya ku ji nexweşiya bîpolyarî diçerçire.
“Min têderxist ku çaxê ez tevî kulfeta xwe herroj Kitêba Pîroz dixûnim, ev yek alî min dike bi fikirên pozîtîv roja xwe destpêkim. Gelek car gava minra çetin e teyax kim, ez hine rêza dixûnim yên ku dilê min digirin”—Petrûs, yê ku ji dêprêsiyayê diçerçire.
“Minra gelek çetin e merivara derheqa nexweşiya xwe gilî kim, çimkî ez şerm dikim. Lê hevaleke mine nêzîk timê guh dida min û hestên min fem dikir. Ewê alî min dikir xwe diha baş texmîn kim û xwe tenê texmîn nekim”—Cî-yû, ji wê yekê diçerçire, ku medê wê tune xwarinê bixwe.
“Kitêba Pîroz alî min kir serwaxtiyê bidime kifşê hindava xebatê û hêsabûnê. Usa jî bîlaniya wê alî min kir, ber nexweşiya xweye êmosiyalî teyax kim”—Tîmotêyo, yê ku ji nexweşiya psîxîkî diçerçire.
a Hine nav hatine guhastinê.