KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp23 № 1 rûp. 3-4
  • Nexweşiyên Êmosiyalî Problêma Hemdinyayê ye

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Nexweşiyên Êmosiyalî Problêma Hemdinyayê ye
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2023
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Sihet-qewata êmosiyalî çi ye?
  • Nexweşiya êmosiyalî . . .
  • Alîkariyê bistînin wedê nexweşiya êmosiyalî
  • Xwedê Sihet-Qewata Bêqisûr Soz Dide
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2023
  • 4 | Kitêba Pîroz Şîretên Kêrhatî Dide
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2023
  • Problêmên Sihet-Qewatê—Padşatiya Xwedê wê Çi Bike
    Têmên Din
  • Pêşxeber
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2023
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2023
wp23 № 1 rûp. 3-4
Keçikeke xemgîn li ber pencerê rûniştiye.

Nexweşiyên Êmosiyalî Problêma Hemdinyayê ye

“Ez timê berxwe dikevim, hela hê hingê jî gava menî bona vê yekê tune”.

“Çaxê ez xwe baş texmîn dikin, wî çaxî tirs dikeve dilê min, çimkî ez zanim ku nişkêva dikarim destpêkim bona tiştekî berxwe kevim”.

“Ez dixwazim tenê bona xemên rojekê bifikirim, lê carna xemên çend roja min diçerçirînin”.

Wera nas in ew giliyên wan meriva cem kîjana nexweşiyên êmosiyalî hene? Gelo tu yan kesek ji merivê teyî nêzîk rastî wê nexweşiyê hatine?

Bawer be wekî tu tenê nînî. Îro nav temamiya dinyayêda meriv çawa xwexa, usa jî merivê wane nêzîk ji bo nexweşiya êmosiyalî diçerçirin.

Em ecêbmayî namînin, ku gelek cûrên strêsê ji bo vê yekê hene, çimkî em zemanên xirabda dijîn (2 Tîmotêyo 3:1). Li gora hesaba lêkolînkirinekê, nav temamiya dinyayêda weke ji heyşt meriva yek, ji bo nexweşiya êmosiyalî diçerçire. Ji bo nexweşiya COVID-19, sala 2020 berxweketin û dêprêsiya nav merivada, ser 26 û 28 selefa zêde bibû.

Rast e lazime ku em bizanibin îro çiqas meriv ji bo nexweşiya êmosiyalî diçerçirin, lê diha ferz ew e, ku tu û merivê teyî nêzîk sihet-qewat bin.

Sihet-qewata êmosiyalî çi ye?

Sihet-qewata êmosiyalî ew e, çaxê tu tişt te eciz nake, tu ber strêsên biçûk teyax dikî, xebata xwe rind tînî sêrî û ji emirê xwe lezetê distînî.

Nexweşiya êmosiyalî . . .

  • NAYÊ HESABÊ kêmasî yan jî sistbûna meriva.

  • EW TÊ HESABÊ nexweşiya usa, ya ku strêsê pêşda tîne, hukum dike ser hişê meriva, êmosiya û xeysetê wan.

  • Gelek car ji bo vê nexweşiyê, merivara çetin e tevî merivên din hevaltiyê bikin û şixulên xweye herrojî bînin sêrî.

  • Firqî tune meriv çend salî ye, ji çi miletî ye, ji kîjan berekî ye, rêlîgiyayê ye, xwendî ye yan na, dewletî yan kesîb e, nexweşiya êmosiyalî cem hemûya dikare pêşda bê.

Şikil: 1. Zar xemgîn tê kifşê. 2. Mêr ber dilê jina xweye xemgîn tê. 3. Kulfet xeber dide tevî hekîm.

Alîkariyê bistînin wedê nexweşiya êmosiyalî

Hergê tu yan jî merivê teyî nêzîk texmîn dikin, ku hûn xeysetda hatine guhastinê, xewa xwe nastînin, medê we tune, hûn ketine strêsê yan xemgîn bûne, diqewime vê derecêda alîkariya hekîm wera lazim be. Gelo tu ji kîderê dikarî alîkariyê bistînî?

Merivekî bîlan yê ku wedekî ser erdê dijît, dêmek Îsa Mesîh, xeberên usa got: “Saxlem ne hewcê hekîm in, lê nexweş” (Metta 9:12). Ew merivên ku ji nexweşiya êmosiyalî diçerçirin, gerekê alîkariya mêdîsînayê bistînin, seva ku sihet-qewat bin û şabûnê ji emirê xwe bistînin. Hergê nexweşiya wan meriva dirêj dikişîne, wê bi bîlanî be ku ewana qenckirina xwe derengî nexin.a

Rast e Kitêba Pîroz kitêba mêdîsînayê nîne, lê dîsa jî şîretên wê dikarin bona sihet-qewata meye êmosiyalî kêrhatî bin. Em we bi dil û can teglîf dikin dîna xwe bidin gotarên din ji vê jûrnalê, kîderêda wê bê şirovekirinê, ku çawa Kitêba Pîroz dikare alî me bike ber nexweşiyên êmosiyalî teyax bikin.

a Birca Qerewiliyê hêlan nake, wekî konkrêt kîjan mêtoda qenckirinê bijbêrin. Her kes gerekê xwexa cûrê qenckirinê bijbêre û xwexa safîkirina bike.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin