Çaxê Difikirî, wekî Teyax Tune ku Bijîyî
DIQEWIME TU JÎ difikirî, wekî teyaxa te îda tune ku bijîyî. Hergê usa ne, dêmek tu rind dikarî Adriyanayê fem bikî. Ewê xwe bêîlac û dilteng texmîn dikir. Doxdira têderxistin, wekî deprêsiya wê xronîkî ye, lema jî ewê hergav xwe xirab texmîn dike.
Ka em şêwir kin derheqa mêrekî ji Japoniyayê bi navê Kaorû. Ew miqatî dê-bavê xwe dibû kîjan ku nexweş bûn. Ew dibêje: “Wî çaxî ser xebatê jî gelek şixul hebûn, çi ku ser min hukum dibûn. Xêncî wê yekê medê min tune bû û xeva min jî diteqisî. Min destpêkir bifikirim, ku hergê ez bimirim, usa ezê bikaribim ji problêma xilaz bim”.
Mêrek ji Nîjeryayê, navê kîjanî Ojêbodê ye, dibêje: “Ez hergav dilteng bûm û kele-kel digiriyam, lema jî min mecal digeriya xwe bikujim”. Şikir Xwedêra, wekî Ojêbodê, Kaorû û Adriyana, xwe nekuştin. Lê yazix, her sal nêzîkî 800 000 meriv xwe dikujin.
JI KÎDERÊ ALÎKARIYÊ BISTÎNIN
Merivên ku dixwazin xwe bikuj in, heçî zef mêr in, çimkî gelek ji wan şerm dikirin alîkariyê bixwazin. Îsa got, ku yên nexweş hewcê hekîm in (Lûqa 5:31). Hergê tu jî dilteng î û difikirî dest ji jîyîna xwe berdî, şerm neke alîkariyê bixwazî. Gelek merivên ku ji bo dêprêsiyayê diçerçirîn, karibûne, bi alîkariya mêdîsînayê ji wî halî derkevin. Ojêbodê, Kaorû û Adriyana alîkariya mêdîsînayê standin, û niha xwe diha baş texmîn dikin.
Merivên dilteng dikarin ji mêdîsînayê û psîkologa, alîkariyê bistînin. Ew meriv usa jî hewcê wê yekê ne, ku neferên mala wan û hevalên wan, hindava wanda bi sebir bin, û halê wan fem bikin. Hevalê lapî baş, ev Yehowa Xwedê ye, kîjan ku dikare bi saya Xebera xwe, dêmek Kitêba Pîroz, alîkariyê bide.
GELO DIBE EV PROBLÊM BÊ SAFÎKIRINÊ?
Ewên ku ji bo dêprêsiyayê diçerçirin, wanara lazim e gelek wext alîkariya mêdîsînayê bistînin, yan jî gerekê tiştekî jîyîna xweda biguhêzin. Hergê tu ji bo dêprêsiyayê diçerçirî, xwe qayîm bigire, û bira dîna te ser axiriya baş be. Ew dibêje: “Ez hizreta wê yekê me, ku bi çevê xwe bivînim, wekî çawa giliyê ji Îşaya 33:24 bêne sêrî. Li vir nivîsar e, wekî tu kes wê nebêje ‘Ez nexweş im’”. Anegorî Ojêbodê, dilbîniyê ji sozê Xwedê bistîne, çimkî Xwedê erdekî nû soz dide, kîderê ku “êş-êşûk” wê îda tune bin (Eyantî 21:1, 4). Ev tê hesabê, wekî êşa êmosiyalî jî wê îda tune be. Êşa dilê te jî wê betavebe û wê îda te neçerçirîne. Ewê ne jî bikeve bîra te (Îşaya 65:17).