KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp19 № 2 rûp. 10-11
  • Çaxê Giran Nexweş Dikevin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çaxê Giran Nexweş Dikevin
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2019
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇA HINEKA TEYAX KIRIN
  • Çaxê Malbetêda Kesek Nexweş e
    Çawa Malbeta Xwe Bextewar kin
  • Xwedêyê Te Yehowa Te Hiz Dike û Qîmet Dike!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Çawa Dua Dikare Alî Te Bike
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • Çi Bikin Hergê Sihet-Qewata Me Nişkêva Xirab bû?
    Têmên Din
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2019
wp19 № 2 rûp. 10-11

Çaxê Giran Nexweş Dikevin

“Çaxê ez pêhesiyam ku pişik û rûviyê minda nexweşiya kanserê heye, min zanibû îda îlac tune”. Lê çaxê ez ji nexwaşxanê vegeriyame mal, min xwera got: ‘Rast e ez hîviya vê yekê nîbûm, lê ez gerekê rêkê bivînim, wekî evê yekê teyax kim’”. -Lînda, 71 salî.

“Ez diçerçirim ji nexaşiya giran, kîjan ku hukum dike ser nêrvên sifetê min aliyê çepê. Carna ji bo êşa qayîm ez dikevime dêprêsiyayê. Gelek car min xwe tenê texmîn dikir û difikirîm, wekî xwe bikujim”. -Êlîs 49 salî.

Mêr kursiya bona seqetada rûniştiye, û dora wî merivên wîyî hizkirî sekinîne

HERGÊ merivê teyî hizkirî, giran nexweş ketiye û ber mirinê ye, tu zanî ku ev yek derdekî çiqas giran e. Xencî wê yekê tera çetin e vê derecêda êmosiyên xwe kontrol kî. Tirs û xem dikarin hê pêşda bên, xût çaxê zehmet dibe qenckirina baş û pera bona vê yekê bivînî, yan jî çaxê derman xirab hukum dikin. Ji bo nexweşiya giran, aliyê êmosiyalîda halê benda hê xirab dibe.

Gelo, kîderê em dikarin alîkariyê bivînin? Gelek meriva têderxistine, wekî ewana hingê berdiliya mezin distînin, çaxê Xwedêra dua dikin û rêzên hêlanî ji Kitêba Pîroz dixûnin. Alîkarîk jî dikarin bistînin ji hizkirin û piştgirya neferên malê û hevala.

ÇA HINEKA TEYAX KIRIN

Robêrtê 58 salî dibêje: “Baweriya xwe Xwedê bîne û ew wê alî te bike ber nexweşiyê teyax kî. Yehowara dua bike. Wîra gilî ke çi dilê teda ne. Ruhê pîroz û qewatê ji wî bixwaze, wekî bikaribî vê halê xweda qudûm nekevî û rihetiya dil xwey kî. Xwedê wê alî te bike, wekî hela hê neferên mala xwe jî bişidînî.

“Çaxê malbeta te aliyê êmosiyalîda piştgiriya te dike, ev alîkarîke gelek mezin e. Tune bû roj, wekî kesekî minra têlê nexista û derheqa halê min nepirsiya. Hevalên min ji cûre-cûre ciya piştgiriya min dikirin. Wana alî min dikir, wekî xwe baş texmîn kim, çi ku bi rastî qewatê dide min”.

Hergê kesek ji hevalên te giran nexweş e, dîna xwe bidê Lînda çi dibêje: “Merivê nexweş dixwaze usa bijî ça hergav û diqewime wê nexwaz be derheqa nexweşiya xwe xeber de. Lema jî tevî wî derheqa wan tişta xeber de, ser çi jî we her roj xeber dida”.

Qewata Xwedê, berdiliya ji Nivîsarên Pîroz, piştigiriya malbetê û hevala, dikare alî me bike bawer bin, wekî hêja ye berdewam kin bijîn, hela hingê jî gava em giran nexweş in.

Berdiliya ji Kitêba Pîroz

Îtbariya xwe Xwedê bîne.

“Ez Xudan gerîyam û Ewî caba min da, ez ji hemû xof-tirsa xilaz kirim. Evî feqîrî kire gazî, Xudan bihîst” (Zebûr 34:4, 6).

Lînda derheqa kîjanî ku jorê hatibû gotinê, dibêje: “Min duayên xweda tu car ji Xwedê lavaya nedikir wekî min qenc ke, lê min her gav duada ji Xwedê hivî dikir: ‘Alî min bike ez qewî bim û ber nexweşiyê teyax kim’”.

Ji Xebera Xwedê qewatê bistîne.

“Yê ku li wir rûdinê, wê nebêje: Ez nexweş im” (Îşaya 33:24).

Bifikire derheqa sozên Xwedê. Ev yek wê hêviyê bide te, bi saya çi jî tê bikaribî teyax kî.

Ji neferên malê û hevala, alîkariyê bixwaze.

“Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran” (Metelok 17:17).

Êlîs, derheqa kîjanî ku jorê hatibû gotinê, dibêje: “Xwe ji meriya başqe neke. Îzinê bide, ku hevalên te alî te bikin. Rojên usa wê hebin, çaxê tu xwe tenê texmîn kî û diqewime tu bifikirî, wekî tu bîra Xwedê çûyî. Çi jî hebe, xwe ji meriya dûr negire”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin