KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp19 № 2 rûp. 8-9
  • Çaxê Hevalzewac Neamin e

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çaxê Hevalzewac Neamin e
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2019
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • BERDILIYA JI KITÊBA PÎROZ
  • Berdilî Wedê Çetinaya
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike—2011
  • 3 Alîkarî ku Problêmada Teyax kin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2018
  • Xemgînî Derheqa Malbetê
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2019
wp19 № 2 rûp. 8-9
Kulfet dua dike

Çaxê Hevalzewac Neamin e

“Çaxê mêrê min got, wekî ew min dihêle, ku bigihîje yeke cahil, min nedixwest bijîm. Dilê min gelek dêşiya, xût çaxê min dikire bîra xwe, ku seva xatirê wî, min çiqas tişt qurban kir”. -Marya ji Îspanyayê.

“Çaxê jina min nişkêva ez hîştim, qey tê bêjî nîvê bedena min mir. Hemû xwestin, nêt û hêviya me teribîn. Hebûn rojên usa, çaxê min dixwest hinekî bême ser hişê xwe û problêmên xwe bidime alîkî, lê ez dîsa jî diketime mitala”. -Bîl ji Îspanyayê.

NEAMINÎ zewacêda tişteke gelek çetin e. Lê hineka safî kirine bibaxşînine hevalzewacê xwe û dîsa heleqetiya xwe baş kin.a Çaxê bende pêdihese derheqa neaminiya hevalzewacê xwe, firqî tune ew zewaca xwe xwey dike yan na, yeke ev gelek wext dilteng dimîne. Gelo çi dikare alî wî bendeyî bike, ku berdiliyê bistîne?

BERDILIYA JI KITÊBA PÎROZ

Rast e neaminiya hevalzewac êşeke qayîm tîne, lê dîsa ewên ku vê derecêda zirarê ketine, dilbînî ji Nivîsarên Pîroz standine. Ewana pêhesiyane, wekî Xwedê hêsir û êşa dilê wan divîne û bona wan xem dike (Malaxî 2:13-16).

“Dema xem hundirê min bigirin, xemrevînên te dilê min kêfxweş dikin” (Zebûr 94:19).

Bîl dibêje: “Çaxê min ew rêz dixwandin, min texmîn dikir çawa Yehowa mîna bavekî bi hizkirinê tije, êşa dilê min sivik dike”.

“Tu aminara amin î” (Zebûr 18:25).

Karmên mêrê kîjanê ku neaminiya xwe bi meha vedişart, dibêje: “Mêrê min, minra neamin bû. Lê ez îzbat bûm wekî Yehowa timê amin e. Ewê tu car nehêle ez bikevim”.

“Bona tu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be. Û edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirêd we yektiya Mesîh Îsada xwey ke” (Fîlîpî 4:6, 7).

Maşa dibêje: “Min her car ev rêz dixwandin. Û çiqas hê zêde min Xwedêra dua dikir, haqas hê zef Xwedê edilaya dil dida min”.

Ew hemû meriv derheqa kîjana ku jorê hatiye gotinê, qudûm ketibûn. Lê wana îtbariya xwe Yehowa Xwedê anîn û ji Xebera Wî berdilî distandin. Bîl dibêje: “Çaxê jîyîna min paşopê çû, baweriya min, nêta jîyîna min zêde kir. Rast e ez ber devê mirinê bûm, lê dîsa jî Xwedê ‘tevî min’ bû” (Zebûr 23:4).

a Seva hê zêde elametî, derheqa wê yekê bibaxşînin yan na, binihêrin jûrnala “Hişyar Bin!” sala 1999, 22 Nîsanê, gotara “Çaxê Hevalzewac Neamin e”.

Ça Hineka Teyax Kirine

Ser rêzên ji Kitêba Pîroz bifikire.

Bîl dibêje: “Min kitêba Îbo û Zebûr dixwand û xez dikirin ew rêz, kîjan ku xût dereca minva girêdayî bûn. Min fem kir, wekî nivîskarên Kitêba Pîroz jî êş û diltengiya usa ser xwe texmîn dikirin, çawa min texmîn dikir”.

Rihetiyê miqamada bivîne.

Karmên dibêje: “Çaxê êvara xewn nedikete çevê min, min guh dida miqama. Evê yekê gelek dilê min rihet dikir”. Danyêl dibêje: “Ez hîn bûm ser gîtarê miqama lêxim û min fem kir, wekî miqama alî min kirin, ku min rihetî û edilaya dil stand”.

Derheqa hestên xwe xeber de.

Danyêl dibêje: “Min derheqa hestên xwe xeber nedida. Lê çend hevalên minî baş hebûn, tevî kîjana min her roj xeber dida. Bi saya nema û xeberdanê, min wana dida hesandinê, ku çi dilê minda ne. Evê yekê bi rastî jî alî min kir”. Maşa dibêje: “Alîkariya malbeta min, gelek bona min ferz bû. Diya min timê ber min bû. Çaxê min dixwest xeber dim, ewê timê wede didît ku guh bide min. Ji aliyê bavê xwe jî min hizkirin û dilbînî distand. Ewî alî min kir û ez hêdî-hêdî rabûm ser niga”.

Berdewam ke dua bike.

Karmên dibêje: “Min timê dua dikir. Min texmîn dikir, wekî Xwedê kêleka min e, guh dide min, û alî min dike. Wî wedê çetinda, ez gelek nêzîkî Xwedê bûm”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin