KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp16 № 1 rûp. 11-14
  • Em Ça Dikarin Xwe Bêxweyî Texmîn Nekin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Em Ça Dikarin Xwe Bêxweyî Texmîn Nekin
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • PROBLÊMÊN CAHILA JI BO KÊMASIYA HIZKIRINÊ
  • XWEDÊ XWEYÎTIYÊ ME DIKE
  • SÊ TIŞT KU DIKARIN ALÎ ME BIKIN WEKÎ XWE BÊXWEYÎ TEXMÎN NEKIN
  • ÇARE BONA HEMÛŞKA
  • Yehowa Te Tu Cara Tenê Nahêle
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • Yehowa Te Qîmet Dike!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike—2011
  • Pêşdaçûyîna Xwera Şa be!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
wp16 № 1 rûp. 11-14
Bav qîza xweye biçûk daye ber dilê xwe

Em Ça Dikarin Xwe Bêxweyî Texmîn Nekin

TU KES haqas hewcê xweykirinê nîne, çiqas ku zara tezebûyî. Çaxê em dinê ketin, xweykirina me bi temamî dê-bavê meva girêdayî bû. Çaxê em teze hîn dibûn ku rê herin, û gava em rastî merivên nenas dihatin, ewana mera terikî dihatine kifşê. Dê-bavê me ku bal me nîbûna, em ji wana ditirsiyan. Lê çaxê destê me destê dê yan bavê meda bû, me xwe bêxof û xweykirî texmîn dikir.

Wedê zarotiyê, halxweşiya me girêdayî bû vê yekêva, ku dê-bavê me em hiz dikirin û dilgerm dikirin. Çaxê me fem kir ku dê-bavê me, me hiz dikin, me xwe xweykirî texmîn dikir. Û çaxê wana payê me didan û mera şa dibûn ku em tiştên baş dikin, em hê zêde xweda guman bûn û pêşda diçûn.

Çaxê em hinekî mezin bûn, me bi saya hevalên xweyî nêzîk jî, xwe xweykirî texmîn dikir. Me xwe rihet texmîn dikir, çaxê ewana tevî me bûn, û bi saya wana mektebêda me xwe bêpişt texmîn nedikir.

Belê, zarotiya usa xweş e û lezet e. Lê yazix, îro gelek cahil nikarin xwera hevalên nêzîk bivînin, û hin jî ewana ji dê-bava xweytiyê û hizkirinê navînin. Mêlîsaa dilê xwe vedike û dibêje: “Timê çaxê ez şikilên malbetên usa dinihêrim, ku yektiyêda nin û tişta tevayî dikin, ez xwera difikirim: ‘Xwazila çaxê ez biçûk bûm, min jî ew şabûn bidîta’”. Dibeke hûn jî usa texmîn dikin.

PROBLÊMÊN CAHILA JI BO KÊMASIYA HIZKIRINÊ

Tu çaxê cahil bûyî, dibeke tu bi temamî xweda guman nîbûyî. Çimkî dibeke te hizkirin û dilgermî kêm distand. Dibeke tê bîra te, ku ça dê-bavê te timê şer-dew dikirin, û axiriyêda ji hev qetiyan, û te vê yekêda xwe jî neheq dikir. Yan jî hê xirab, dibeke dê yan bavê te bi giliya yan bi lêdanê tu dêşandin.

Derecên usa ça ser hine zara hukum dibe? Hinek ji wan wedê cahiltiyê narkotîkayê didine xebatê, yan pey îçkê diçin. Hinek jî pey merivên xirab diçin, çimkî difikirin ku ew meriv dikarin xweyîtiyê wan bikin. Hinek jî heleqetiya romantîk destpêdikin, çimkî hizkirinê û dilgermkirinê digerin. Lê ji wan heleqetiya heçî zef gelek wext nakişînin û ewana hevdu diqetin. Û ji bo vê yekê ewana hê zêde xwe bêxweyî texmîn dikin.

Hinek cahilên ku xwe bêxweyî texmîn dikin, dibeke şaşiyên usa nekin, lê ewana xwe bêkêr hesab dikin. Ana gilî dike: “Ez bawer bûm ku ez kêrhatî nînim, çimkî diya min ew yek timê û timê minra digot. Qe nayê bîra min, wekî diya min payê min daye yan jî hizkirin minra daye kifşê”.

Tenê wedê cahiltiyê nîne ku meriv dikare xwe bêxweyî texmîn ke. Gelek xwe bêxweyî texmîn dikin çaxê hev diqetin, çetinaya divînin wedê kal-pîr dibin, yan jî ku xwe rûva begem nakin. Firqî tune menî çi ye ku meriv xwe bêxweyî texmîn dike, yeke ew hest nahêle ku meriv bextewar be û heleqetiya meriva tevî yên din xirab dike. Lê gelo em çi dikarin bikin seva ku xwe usa texmîn nekin?

XWEDÊ XWEYÎTIYÊ ME DIKE

Em gerekê bizanibin ku alîkarî heye. Heye kes, ku dikare û hin jî dixwaze alî me hemûşka bike. Ew kes heye xwexa Xwedê.

Xwedê bi Îşaya pêxember ewan giliya dibêje me: “Tu netirse, ji ber ku ez bi tera me; li dora xwe nenihêre, ji ber ku Xwedayê te ez im; ezê te zexm bikim; belê, ezê alî te bikim; belê, ezê bi destê rastê dadiya xwe ji tera bibim alîkar!” (Îşaya 41:10, 13). Çiqas me dilgerim dikin ew gilî, ku Xwedê bi sîmbolîk destê me digire! Mera qe ne lazim e ku xemgîn bin!

Kitêba Pîrozda derheqa xizmetkarên Xwedê tê gilîkirinê, yên ku xemgîn bûn û dilteng bûn, lê ewana hîn bûn ku xwe li Xwedê bigirin. Hanna, diya Samûyêl, dilteng dibû, çimkî zar jêra nedibûn. Gelek car qerf wê dikirin ji bo kêmasiya wê. Lema, medê Hannayê tune bû ku xwarinê bixwe û gelek car digiriya (1 Samûyêl 1:6, 8). Lê paşî vê yekê çaxê Hannayê dilê xwe Xwedêra vekir, ew îda berxwe nediket û dilteng nîbû (1 Samûyêl 1:18).

Dawidê zebûrbêj jî cara gelek xemgîn dibû. Bi sala, Şawûl Padşa pey wî diket. Dawid çend cara ji mirinê xilaz bû, û cara ewî texmîn dikir ku ji problêmên xwe xilaz nabe (Zebûr 55:3-5; 69:1). Lê yeke Dawid nivîsî: “Ezê bi aştî xwe vezelînim û rakevim, çimkî tenê tu, ya Xudan, di ewlehiyêda min didî rûniştin” (Zebûr 4:8, ÎM).

Hannayê û Dawid barê xwe dane Yahowa, û ewana îzbat bûn ku Xwedê alî wan kir (Zebûr 55:22). Lê îro em ça dikarin barê xwe bidine Xwedê?

SÊ TIŞT KU DIKARIN ALÎ ME BIKIN WEKÎ XWE BÊXWEYÎ TEXMÎN NEKIN

1. Îtbariya xwe Yahowa bînin, çawa Bav.

Mêr Kitêba Pîroz dixûne û difikire

Îsa me hêlan dike ku em Bavê wî, dêmek “Xwedêyê rastî” nas kin (Yûhenna 17:3). Pawlosê şandî me dide bawerkirinê ku “Xwedê ji me her kesî ne dûr e” (Karên Şandiya 17:27). Aqûb nivîsî ku “nêzîkî Xwedê bibin, ew jî wê nêzîkî we bibe” (Aqûb 4:8, ÎM).

Seva ku xemgîn nebin, timê gerekê bîra meda be, ku Bavê meyî ezmana heye, kîjan ku me hiz dike û derheqa me xem dike. Hilbet wede lazim e ku meriv îtbariya xwe Xwedê bîne. Lê gelek meriv îzbat bûne, ku hêja ye îtbariya xwe Xwedê bînin, çimkî usa meriv îda xemgîn nabe. Karolîn dibêje: “Çaxê min Bavê xwe Yahowa nas kir, min qazanc kir ew kes, kîjanîra ez dikarim dilê xwe vekim. Û ew yek minra rihetî anî!”.

Rêyçal gilî dike: “Çaxê ez tenê bê dê-bav mam, Yahowa alî min kir ku ez xwe arxayîn texmîn kim. Min karibû tevî wî xeberdim û alîkariyê ji wî bixwazim wedê problêma. Û ewî alî min dikir”.b

2. Bibine endemên malbeta ruhanî.

Meriv Oda Civatêda tevî hev xeberdidin

Îsa şagirtên xwe hîn dikir ku bifikirin derheqa hevdu çawa xûşk û bira. Ewî gote wan: “Hûn hemû jî bira ne” (Metta 23:8). Îsa dixwast ku şagirtên wîyî rast hevdu hiz bikin û bibine çawa malbeta mezine ruhanî (Metta 12:48-50; Yûhenna 13:35).

Ser civatên Şedên Yahowa gişk bi dil û can dixebitin, ku malbeta ruhanîda dilbînî û dilgermiyê hevdura bidine kifşê (Îbranî 10:24, 25). Gelek îzbat bûne, ku civat heye çawa derman, kîjan ku birînên êmosyalî qenc dike.

Êva gilî dike: “Di civatêda hevaleke mine nêzîk hebû. Ewê derdê min fem dikir. Ewê guh dida min, rêzên ji Kitêba Pîroz minra dixwend û bona min dua dikir. Ewê ez dame bawerkirinê ku ez tenê nînim. Ewê alî min kir, ku min dilê xwe jêra vekir û barekî giran li ser min hate hildanê. Ez gelek razî me bona alîkariya wê, çimkî ez niha xwe hê xweykirî texmîn dikim”. Rêyçal dibêje: “Di civatêda min xwera dê jî dît û bav jî. Wana alî min kir ku min xwe hizkirî texmîn dikir û ez arxayîn bûm”.

3. Hizkirinê û qenciyê bidine kifşê.

Hergê em hizkirin û qenciyê bidine kifşê, hevaltiya me wê dirêj be. Îsa got: “Xwezî li dayîya, ne ku li standiya” (Karên Şandiya 20:35). Bêşik, em divînin ku em çiqas zêde hizkirinê bidine kifşê, haqas zêde emê hizkirinê bivînin. Îsa şagirtên xwera got: “Bidin, wera wê bê dayînê” (Lûqa 6:38).

Çaxê em hizkirinê didin û distînin, em xwe dilrihet û xweykirî texmîn dikin. Çawa ku Kitêba Pîroz dibêje: “Hizkirin tu car kuta nabe” (1 Korintî 13:8). Marîa dibêje: “Ez derheqa xwe xirab difikirim, lê ez zanim ku ew yek nerast e. Ez ji wan fikira xilaz dibim bi wê yekê, ku ez alî merivên din dikim û derheqa wan difikirim, û lema derheqa xwe kêm xemgîn dibim. Ez timê xwe dilrihet texmîn dikim, çaxê alî merivên din dikim”.

Mêrekî emirda mezin bi gopal rê diçe û gedê cahil alî wî dike

ÇARE BONA HEMÛŞKA

Ew sê tişt ku jorê hatine gotinê, derbêra rihetiyê mera naynin, lê yeke ew guhastinên mezin dikin. Karolîn dibêje: “Ez hela hê xwe nerihet texmîn dikim. Lê niha ez qedirê xwe zanim. Ez zanim wekî xwedê bona min xem dike, û gelek hevalên mine nêzîk hene ku alî min dikin, û ez xwe rihet texmîn dikim”. Rêyçal jî ser xwe usa texmîn dike. Ew dibêje: “Car-cara ez gelek medekirî me. Lê civatêda xûşk û birê mine ruhanî hene, ji kîjana ez dikarim şîreta hildim û alîkariyê bistînim, ku bi pozîtîv ser tişta binihêrim. Û ya lape ferz, Bavê minî ezmana heye, tevî kîjanî ku ez dikarim her roj xeberdim. Ew yek hemû tişt diguhêze”.

Kitêba Pîroz dibêje ku dinya teze wê bê, kîderê ku her kes ji me we bêxof û rihet bijî

Dîsa çarek ew e ku wê xilaziya xofiyê û nerihetiyê bê. Kitêba Pîroz dibêje ku dinya teze wê bê, kîderê ku her kes ji me we bêxof û rihet bijî. Xebera Xwedê soz dide me: “Lê belê de her kes di bin mêwa xweda û di bin darê xweyî hêjîrêda rûnên û yê ku wan bitirsîne tune be” (Mîxa 4:4). Hingê tu kes wê usa neke ku em xwe bêxweyî texmîn kin û wê tu kes ziyanê nede me. Hela hê derdên giran jî, wê nekevine bîra me (Îşaya 65:17, 25). Xwedê û Kurê wî Îsa Mesîh, wê “rastiyê” bînin ser erdê. Axiriyêda, heta-hetayê wê rihetî û bêxofî hebe (Îşaya 32:17).

a Hemû nav hatine guhastinê.

b Şedên Yahowa wan meriva teglîf dikin ser hînbûna Kitêba Pîroz bêpere, yên ku dixwazin nêzîkî Xwedê bin.

Cûrên Xofiyê

“Çaxê bavê minî vexwarî hêrs diket, ew bi temamî dihate guhastinê. Ew dibû çawa gurê bêrem, kîjan ku digere kesekî bixwe. Ez dibûme mîna berxeke tirsiyayî, min xwe vedişart bi wê gumanê ku ew min navîne. Ez dikarim bêjim ku min her roj halê usa xirabda dijît”. (Kêrolaîn zarotiya xwe dike bîra xwe.)

“Ez difikirîm ku ezê nikaribim îtbariya xwe kesekî bînim. Min tirê ez ser serê çiyakî unda bûme û min dikire gazî, lê tu kesî min nedibihîst, û tu kesî nikaribû alî min bikira”. (Êva, jinikek kîjan ku hine wext e ku ji mêrê xwe qetiya ye.)

“Bavê min timê ser min dikire qajînî: ‘Tu xirabî, tu cara tu kes wê te hiz neke!’ Ez bi sala ser xwe dixebitîm ku xwe bidime bawerkirinê wekî ez merivekî ne xirab im û hene meriv ku min hiz dikin. Min xwe texmîn dikir çawa tûlekî biçûk kîjan ku poça xwe dike nav nigên xwe, hema usa hîviyê bûm wekî kesek destê xwe bide ser milê min u dilbîniyê bide min, lê kesekî usa tune bû”. (Mark, yê ku aliyê bavda dihate bêhurmetkirinê.)

“Cara ez jineke bedew dinihêrim û ewê tevî kulîrka bedew orxîdêyayê beramber dikim, kîjan ku meriv hiz dikin ku mala wanda hebe. Lê ez texmîn dikim ku ez beramberî qeselê me, kîjan ku meriv qe dîna xwe nadinê”. (Marîa, jineke cahil ku xwe qîmet hesab nake.)

“Çaxê ez 12 salî bûm, dê-bavê min du xûşkê mine biçûk hîviya minva hîştin û çûne welatekî din. Min xwe gelek tenê texmîn dikir. Min dixwest ku kesek min xwey ke û paya bida min. Lê min xwe texmîn dikir, wekî ez unda bûme di mêşekî mezin û terîda. Rast e min ber wê yekê teyax dikir, lê min dixwest ku ji wî mêşeyî bireviyama û derketama. Min dixwest xwe xweykirî û bextewar texmîn kira”. (Rêyçêl, qîza êmîgranta.)

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin