Kîderê hûn dikarin rêberiya bi îtbar bivînin?
Vê dinyayêda ku timê her tişt tê guhastinê, em çawa dikarin bawer bin, wekî safîkirina ku em dikin wê me berbi qenciyê bive? Çawa em dikarin vê yekêda dudilî nebin, wekî ew çi ku em îro rast hesab dikin, sibê wê nerast bê hesabê?
Kitêba Pîroz dikare alî we bike safîkirina usa bikin, ji bo kîjanî hûnê tu car poşman nebin. Gelo çawa? Efirandarê me, Kitêba Pîroz daye me û ew gelek rind zane çi dikare me bextewar ke û xwey ke.
“Xudan ya qenc û ya ji te dixwaze, eşkere kiriye” (Mîxa 6:8).
Em dikarin îtbariya xwe bîlaniya ji Kitêba Pîroz bînin. Ew şîret “heta-hetayê hîmgirtî ne” (Zebûr 111:8).
Gelo wê diha baş nîbe xwexa vê yekêda îzbat bin, ku Kitêba Pîroz çawa dikare alî me bike, vê dinyayêda ya ku timê tê guhastinê?