KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w24 Tîrmeh rûp. 26-29
  • Tu Ça Dikarî Hînî Civateke Teze bî?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Tu Ça Dikarî Hînî Civateke Teze bî?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇAR PRÎNSÎPÊN KÊRHATÎ
  • “HEVDU QEBÛL KIN”
  • MECALEK KU PÊŞDA HERIN
  • Çawa Hînî Civata Teze bin?
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • Civatêda Rola Te Heye!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Yehowa Te Tu Cara Tenê Nahêle
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • Tu Dikarî Civata Xweda Alîkariyê Bidî?
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
w24 Tîrmeh rûp. 26-29

Tu Ça Dikarî Hînî Civateke Teze bî?

GELO tu qe derbazî civateke din bûyî? Birê me Jan-Şarl derheqa vê yekê usa dibêje: “Hêsa nîne ku meriv him hînî civateke teze be, him jî alî malbeta xwe bike, wekî ruhanîda qewî bimînin”. Xêncî vê yekê ku meriv gerekê xwera xebatê, mal û dibeke mekteb jî bivîne, cara lazim dibe ku meriv hînî hewa, kûltûr û deşta xizmetiyêye teze be.

Nîkolas û Sêlîn rastî problêmeke din jî hatin. Beytela Fransayê ew şandine civateke din. Ewana dibêjin: “Paşî ku êmosiyên meye pêşin derbaz bûn, me bîra hevalên xweye berê dikir. Civataa meye tezeda, em hê haqas nêzîkî xûşk û bira nebibûn”. Hergê problêmên usa pêşda bên, gelo tu ça dikarî hînî civata xweye teze bî? Kesên din ça dikarin alî te bikin? Civata teye tezeda, tu çawa dikarî hêlanê bistînî û xwexa jî meriva hêlan kî?

ÇAR PRÎNSÎPÊN KÊRHATÎ

Xûşkeke ku teze derbazî malekê bûye, hêsa dibe û Kitêba Pîroz dixûne.

Îtbariya xwe Yehowa bîne

1. Îtbariya xwe Yehowa bîne (Zebûr 37:5). Xûşkeke bi navê Kazûmî, ya ku Japoniyayêda dijî, paşî 20 sala ji bo xebata mêrê xwe derbazî civateke din bû. Gelo ewê ça îtbariya xwe Yehowa dianî? Ew dibêje: “Min dilê xwe Yehowara vedikir û jêra besa tirs, xem û tenêbûna xwe dikir. Her car çaxê min dua dikir, Ewî qewat dida min”.

Gelo tu ça dikarî diha zêde îtbariya xwe Yehowa bînî? Çawa ku kulîrkekêra av û xweliya baş lazim e, wekî şîn be, tera jî xwarina ruhanî lazim e, wekî baweriya te qewî be. Mesele, birê me Nîkolas derheqa Birahîm, Îsa û Pawlos kûr difikirî, yên ku gelek tişt dikirin, wekî qirara Xwedê bînin sêrî. Evê yekê baweriya wî diha qewî dikir, ku Yehowa wê alî wî bike. Lêkolîna Kitêba Pîroz wê him alî te bike ku tu hînî guhastina bibî, him jî mecalê bide te, wekî tu xûşk-birên civata xweye tezeda bişidînî.

Rûspîk guh dide du birên cahil, yên ku dibêjin wekî ewana sîstêma deng û vîdêoyê ça didine xebatê.

Civata xweye teze beramberî civata berê neke

2. Civata xweye teze beramberî civata xweye berê neke (Waîz 7:10). Gava birê me Jûêl, ji Bênînê derbazî Amêrîkayê bû, jêra hêsa nîbû hînî kûltûra wêderê bibe. Ew dibêje: “Min xwe borcdar hesab dikir ku her kesîra, tevî kê ez dibûme nas, besa jîyîna xwe bikim”. Ew hînî vê yekê nebibû, lema jî ewî xwe ji civatê dûr digirt. Lê paşî ku ewî xûşk û bira diha baş nas kirin, ewî nihêrandina xwe guhast. Ew dibêje: “Ez bawer im ku ser temamiya dinyayê meriv mîna hev in, lê tenê xeberdan û kirên wana cude ne”. Lema jî, civata xweye teze beramberî ya berê neke. Pêşengeke bi navê Anna-Lîza usa dibêje: “Ez derbazî ciyên din bûm û min zanibû ku wêderê wê her tişt ji ciyê berê cude be. Ez derbazî ciyê teze bûm, wekî tiştên teze hîn bim”.

Rûspî jî gerekê civata xweye teze beramberî ya berê nekin. Dibeke civata tezeda hine şixul cûrekî mayîn têne kirinê, lê ev yek nayê hesabê ku mêtodên wan nerast in. Pêşiya ku tiştekî bêjî, rind pêbihese ku wêderê filan tişt ça tê kirinê (Waîz 3:1, 7b). Dewsa ku zorê bira bikî wekî nihêrandina te hildin hesab, diha baş e bi rabûn-rûniştina xwe wanra bibî mesele (2 Korintî 1:24).

Oda Civatêda du bira pencerê temiz dikin.

Tevî civatê hevkariyê bike

3. Tevî civatê hevkariyê bike (Fîlîpî 1:27). Seva ku derbazî cîkî bin, gelek wede û qewat lazim e, dîsa jî gelek ferz e wekî tu serî sêrîda herî civîna li Oda Civatê. Hergê xûşk û birên civata teye teze qe te nevînin yan tenê carna bivînin, ewana wê ça bikaribin alî te bikin? Xûşka me Lûsînda, ya ku li Afrîkaya Başûrê dijî, tevî du qîzên xwe derbazî bajarekî mezin bû. Ew dibêje: “Minra şîret hate dayînê ku tevî civatê hevkariyê bikim, tevî xûşk-bira derkevim xizmetiyê û ser civata caba xwe bidim. Usa jî me gote bira, ku ewana dikarin mala meda civînên bona xizmetiyê derbaz kin”.

Hevkariya tevî xûşk-birên civata teye teze wê baweriya te diha qewî ke û mecalê bide te wekî tu jî kesên din hêlan kî. Rûspiyên civata Anna-Lîzayê jêra gotin ku ew tevî her kesî ji civatê derkeve xizmetiyê. Gelo ev yek çi kar anî? Xûşka me dibêje: “Wana gelek alî min kir, ku ez hînî civatê bim”. Usa jî, gava tu tevî xûşk-bira Oda Civatê temiz dikî yan jî odê dibî xweyî, bi vê yekê tu nîşan dikî ku civata teze îda civata teye jî. Tu çiqas zêde şixulên civatêva mijûl bî, xûşk-bira wê haqas zû hînî te bin, û tuyê wana ça malbeta xwe hesab kî.

Xûşk û bira tevayî xwarinê dixwin.

Xwera hevalên teze bivîne

4. Xwera hevalên teze bivîne (2 Korintî 6:11-13). Seva ku tu xwera hevalên teze bivînî, lazim e wekî tu dîna xwe bidî xûşk-bira. Lema jî, pêşiya û paşî civata nêzîkî wan be û tevî wan bibe nas. Navên wana bîra xweda xwey ke. Hergê tu navê meriva bîr nekî û hindava wanda dilgerm bî, ewana jî wê te hez bikin û bixwazin tevî te hevaltiyê bikin.

Bira xûşk-birên civata teye teze usa te nas kin ça tu heyî. Xûşka me Lûsînda dibêje: “Me gava pêşin diavît, wekî xûşk-bira teglîfî mala xwe kin. Bi saya vê yekê, me xwera hevalên teze dît”. Em jî dikarin çev bidine wê.

“HEVDU QEBÛL KIN”

Bona hine xûşk-birên me çetin e herin Oda Civatê, kîderê ku tijî merivên nenas in. Lema jî tu ça dikarî alî wan meriva bikî, yên ku derbazî civata te bûne, wekî ewana xwe rihet texmîn kin? Pawlosê şandî usa got: “Hevdu qebûl kin, çawa Mesîh em qebûl kirin” (Romayî 15:7). Rûspî gerekê çev bidine Îsa, û wan meriva qebûl kin, yên ku teze têne civata wan (Binihêre çargoşe “Seva ku Derbazî Civata Teze bin Çi Gerekê Bê Kirinê?”). Usa jî civatêda hemû meriv, hela hê zar jî dikarin alî kesên teze bikin, wekî ewana xwe rihet texmîn kin.

Seva ku Derbazî Civata Teze bin Çi Gerekê Bê Kirinê?

Tu gerekê çi bikî: Pêşda rûspiyên herdu civatara bêje, wekî tu kengê dixwazî derbazî civateke din bî û usa jî adrês û hejmara têla xweye teze bide wan. Pêbihese ku Oda Civatê kîderê ye û civat siheta çenda derbaz dibe. Gava tu cara pêşin diçî civatê, tevî rûspiya û kesên din bibe nas.

Rûspî gerekê çi bikin: Sêkrêtarê civata berê gerekê neme derheqa vî mizgînvanî, ku derbazî civata teze dibe û Karta Civatê ya Hesabên Mizgînvana zû bişîne civata wîye teze. Komîtêya Xizmetiyê ya civata teze, gerekê vî merivî, yê ku teze derbazî civatê bûye, zû komeke xizmetiyêda kifş ke. Usa jî, wê baş be wekî serwêrê komê serîkî wî mizgînvanî xe û bêje ku ew hatina wîra şa ye.

Xêncî vê yekê ku wana teglîfî mala xwe kin, dibeke wanra hine tiştada alîkarî lazim be. Mesele, xûşkekê alî xûşkeke din kir, ya ku ji şiherekî din derbazî civata wê bibû, wekî ew bikaribe transportê bide xebatê. Ev yek alî xûşka teze kir, ku hînî ciyê teze be.

MECALEK KU PÊŞDA HERIN

Gava kulî mezin dibe, ew çermê xwe çend cara diguhêze, heta ku bikaribe bifire. Mîna vê yekê, gava tu derbazî civateke din dibî, tu gerekê xemên xwe ji xwe bavêjî, yên ku riya te digirin “bifirî”, dêmek Yehowara xizmet kî. Nîkolas û Sêlîn dibêjin: “Cîguhastin tiştekî baş e. Gava em hînî merivên teze û ciyê teze dibin, ev yek alî me dike hunurên teze nav xweda pêşda bînin”. Birê me Jan-Şarl dibêje ku malbeta wî çi kar standiye: “Civata meye tezeda, zarên me ruhanîda pêşda çûn û diha nêzîkî Yehowa bûn. Çend meh şûnda, qîza me destpêkir ser civîna Mîna Îsa Mesîh Bijîn û Xizmet kin pê dersa derê û kurê me bû mizgînvanê nenixumandî”.

Lê hergê mecala te tune ye derbazî vî civatê bî, kîderê ku hewcetî heye, tu çi dikarî bikî? Tu dîsa jî dikarî civata xweda li gora hine şîretên vê gotarê hereket bikî. Îtbariya xwe Yehowa bîne, tevî civatê hevkariyê bike û tevî xûşk-bira derkeve xizmetiyê. Usa jî xwera hevalên teze bivîne û dostiya xwe tevî kesên ku tu îda nas dikî, diha qewî ke. Yan jî tu dikarî alî kesên teze û alî wan meriva bikî, yên ku hewcê alîkariyê ne. Mesîhiyên rast bi saya hezkirinê eyan dibin. Ev her tişt wê alî te bikin wekî tu diha nêzîkî Yehowa bî (Yûhenna 13:35). Bawer be ku “qurbanên usa li Xwedê xweş tên” (Îbranî 13:16).

Nava çetinayada jî gelek xûşk-bira civatên xweye tezeda pêşdaçûyî û bextewar bûne. Tu jî dikarî pêşdaçûyî bî! Xûşka me Anna-Lîza usa dibêje: “Çaxê ez derbazî civata teze bûm, ez diha pêşda çûm”. Xûşka me Kazûmî dudilî nabe ku gava meriv derbazî cîkî din dibe, “ew dikare alîkariya Yehowa vî alîva bivîne, ku ne jî hîviyê bû”. Birê me Jûêl jî usa dibêje: “Bi saya hevalên xweye teze, ez xwe îda ça xerîb hesab nakim. Niha ez xwe usa nêzîkî civata xweye teze texmîn dikim, ku ez îda qe naxwazim ji vir herim”.

a Seva ku şîretên kêrhatî bivînin, bixûnin gotara bi navê “Xizmetkarê Xwedê Çi Dikare Bike Hergê Bîra Malê Dike”, ji Birca Qerewiliyê, ya 15 Gulanê, sala 1994.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin