GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 29
KILAMA 121 Xwegirtinê Kifş kin
Fesal Bin ku Nekevine Cêribandina
“Hişyar bimînin û timê dua bikin, seva ku hûn nekevine cêribandinê” (METTA 26:41).
VÊ GOTARÊDA
Emê şêwir kin, ku em gerekê çi bikin, wekî gune nekin û xwe ji van tişta dûr bigirin, çi ku berbi gune dibe.
1-2. (a) Îsa şagirtên xwera çi got? (b) Şagirtên Îsa çira sist bûn? (Binihêre usa jî şikil.)
“RAST E, ruh hazir e, lê beden sist e”a (Metta 26:41b). Bi van giliya Îsa da kifşê, wekî ew fem dike ku em qisûrdar in û lema jî şaşiya dikin. Lê ji giliyên wî usa jî tê kifşê, wekî em gerekê fesal bin û xweda bawer nîbin. Çend sihet pêşiya ku Îsa ev gilî bigotana, şagirtên wî jêra sond xwarin, ku wê tu car wî înkar nekin (Metta 26:35). Hemikî nêta wan baş bû, lê wana fem nedikir ku dereceke çetinda meriv hêsa dikare sist be û şaşîkî bike. Lema jî, Îsa şagirtên xwera got: “Hişyar bimînin û timê dua bikin, seva ku hûn nekevine cêribandinê” (Metta 26:41a).
2 Sed heyf ku şagirtên Îsa hişyar neman. Gava Îsa hate girtinê, ewana tirsiyan û reviyan. Belê, ewana fesal nîbûn, lema jî sozê xwe neanîne sêrî û Îsa tenê hîştin (Metta 26:56).
Îsa şagirtên xwera gotibû ku ewana hişyar bimînin, wekî nekevine cêribandinê, lê wana ew tenê hîşt û reviyan (Binihêre abzasa 1-2)
3. (a) Seva ku em Yehowara amin bimînin, çira ferz e ku em bi zêdeyî xweda bawer nîbin? (b) Vê gotarêda emê çi şêwir kin?
3 Em gerekê bi zêdeyî xweda bawer nîbin. Hemikî em naxwazin van tişta bikin, çi ku wê dilê Yehowa bêşîne. Lê em merivne qisûrdar in, lema jî gava em têne cêribandinê, em hêsa dikarin tiştekî nerast bikin (Romayî 5:12; 7:21-23). Belê, nişkêva em dikarin tiştekî nerast bikin, çi ku dibeke mera hewas bê kifşê. Seva ku em Yehowa û Îsara amin bin, em gerekê guh bidine vê şîreta Îsa ku “hişyar bimînin” û “nekevine cêribandinê”. Vê gotarêda pêşiyê emê şêwir kin, ku em gerekê îlahî kîjan derecada hişyar bimînin. Paşê emê dîna xwe bidinê, ku em ça dikarin xwe himberî cêribandina biparêzin, û usa jî emê şêwir kin, ku em gerekê çi bikin, wekî hişyar bimînin.
EM GEREKÊ KÎJAN DERECADA HIŞYAR BIMÎNİN?
4-5. Çira ferz e, wekî em xwe ji gunên biçûk jî dûr bigirin?
4 Hela hê gunên biçûk jî dikarin dostiya me tevî Yehowa sist kin, çimkî ev gunên biçûk dikarin me berbi gunên giran jî bivin.
5 Em gişk jî merivne qisûrdar in, lema jî em têne cêribandinê. Lê kêmasiyên me ji hev cude dibin. Mesele, bona hine meriva diqewime usa hêsa nîne, ku xwe ji bênamûsiyê dûr bigirin. Lê hinekara dibeke hêsa nîne xwe ji mastûrbasiyayê yan ji pornografiyê dûr bigirin. Hine meriv jî diqewime ser xwe dixebitin, wekî zû hêrs nekevin, kubar-babax nîbin, yan jî tirsa ber meriva ji dilê xwe derxin. Belê, çawa Aqûb got, “her kes dibe maşoqê dilhavijiyên xwe, dixape û tê cêribandinê” (Aqûb 1:14).
6. Çira ferz e ku em hindava xweda helal bin?
6 Gelo tu zanî kîjan derecada tu hêsa têyî cêribandinê? Xofeke mezin e hergê em kêmasiyên xwe înkar kîn û bifikirin wekî em usa qewî ne, ku emê tu car gune nekin (1 Yûhenna 1:8). Çawa Pawlosê şandî gotibû, hela hê merivên ruhanîda gihîştî jî dikarin bêne cêribandinê, hergê miqatî xwe nîbin (Galatî 6:1). Lema jî, em gerekê hindava xweda helal bin û têderxin, ku çida em sist in (2 Korintî 13:5).
7. Em gerekê îlahî dîna xwe bidine çi? Meselê bînin.
7 Çaxê em têderdixin ku sistbûnên me çida nin, em gerekê çi bikin, wekî ser xwe bixebitin. Wedê berê, ciyê herî sist ya sûrên bajêr, dergehên vî bûn. Lema jî, nobedar îlahî li ber dergeha disekinîn. Mîna vê yekê, em jî gerekê îlahî dîna xwe bidine sistbûnên xwe, ku nekevine cêribandina (1 Korintî 9:27).
EM ÇA DIKARIN XWE BIPARÊZIN?
8-9. Evî xortî, derheqa kîjanî ku Metelok serê 7-da tê gotinê, ça dikaribû xwe ji gunekirinê xwey kira? (Metelok 7:8, 9, 13, 14, 21)
8 Gelo em çawa dikarin xwe biparêzin? Were em dîna xwe bidine mesela xortekî ji Metelok serê 7 û pêbihesin, ku em çi dikarin ji vê yekê hîn bin. Ewî xortî tevî jineke xirab bênamûsî kir. Rêza 22 dibêje, ku ewî “zû da pey wê çû”. Lê çawa em ji kontêkstê divînin, ew xort îda pêşda safîkirinên nerast dikir, çi ku hêdî-hêdî wî berbi gunekirinê dibir.
9 Gelo çi hêdî-hêdî wî xortî bire berbi gune? Pêşiyê, êvarê ew “kûçêda nêzîkî enîşkê xwe li rîya mala wê [kulfeta bênamûs] girt” û berbi mala wê çû (Bixûne Metelok 7:8, 9). Paşê, gava ewî ev jinik dît, ew ji wêderê neçû. Ewî îzin da wekî jinik wî paç ke, û gava ewê besa qurbanên xwe kirin, diqewime seva ku îzbat ke, wekî ew kulfeteke xirab nîne, ewî guh da wê (Bixûne Metelok 7:13, 14, 21). Hergê evî xortî xwe dûr bigirta ji gavên ku berbi gune dibirin, ewê fesal bûya û gune nekira.
10. Ça îro meriv dikare mîna xortê ji kitêba Metelok gune bike?
10 Ev serhatî nîşan dike, ku çi dikare bê serê her xizmetkarekî Yehowa. Dibeke kesek gunekî giran bike û paşê bêje ku her tişt nişkêva qewimî. Lê hergê ew meriv kûr bifikire, ewê fem bike, ku îda pêşda ewî gavên nerast û bêaqil avîtibû, lema jî gunê giran kir. Mesele, dibeke ewî destpêkir rex hevalên nebaş keve, wedederbazkirinên nerastva mijûl be, here ciyên nelayîq, yan jî bikeve malperên nebaş. Him jî, dibeke ewî îda dua nedikir, Kitêba Pîroz nedixwend, nediçû civata û xizmetiyê. Mîna xortê ji kitêba Metelok, dibeke ewî jî ne ku nişkêva, lê hêdî-hêdî bi safîkirinên xweye nerast, berbi gunekirinê çû.
11. Seva ku em gune nekin, em gerekê xwe ji çi dûr bigirin?
11 Em ji vê yekê çi hîn dibin? Bes nîne ku em xwe ji gune dûr bigirin, lê em gerekê xwe ji gavên ku dibine berbi gune jî dûr bigirin. Lema jî paşî vê serhatiyê, Silêman derheqa jinika xirab usa got: “Şiverîyên wêda nexalife” (Metelok 7:25). Usa jî ewî got: “Ji wê kulfetê xwe dûr xwey kin û nêzîkî derê mala wê nebin” (Metelok 5:3, 8). Belê, seva ku em xwe ji gunekirinê biparêzin, em gerekê xwe ji gavên ku dibine berbi gunekirinê, dûr bigirinb. Ev tê hesabê, ku hergê filan tişt bona Mesîhiya qedexekirî nîne jî, lê em zanin ku ev yek dikare bona me bibe telik û me berbi gune bive, emê xwe ji vê yekê dûr bigirin (Metta 5:29, 30).
12. Îbo çi safî kiribû, û evê yekê ça alî wî dikir zinêkariyê neke? (Îbo 31:1)
12 Seva ku em xwe ji derecên xof dûr bigirin û gune nekin, em gerekê pêşda derheqa vê yekê bifikirin. Wedê berê Îbo jî usa dikir. Kitêba Pîroz dibêje, ku ewî “bi çevê xwera peymanekê çêkir”, wekî bi çevê xirab jinên din nenihêre (Bixûne Îbo 31:1). Îbo xwe li vî sozî digirt, û evê yekê alî wî dikir, ku zinêkariyê neke. Were em jî safî kin xwe ji wan tişta dûr bigirin, çi ku dikarin bibine sebeb, wekî em bêne cêribandinê.
13. Çira ferz e ku em fikirên xwe kontrol kin? (Binihêre usa jî şikil.)
13 Em gerekê usa jî fikirên xwe kontrol kin (Derketin 20:17). Hine meriv dibêjin, wekî ev yek normal e, hergê meriv bide ber çevê xwe ku ew bênamûsiyê dike, lê bi rêalî usa nake. Lê ev nihêrandin nerast e. Kesê ku berdewam dike derheqa xwestinên nerast bifikire, ew van xwestina dilê xweda diha qewî dike. Û jêra diha çetin dibe xwe ji gunekirinê dûr bigire. Hemikî fikirên nerast cara dikarin bikevine hişê me. Lê ferz ev e, ku em van fikira derbêra înkar kin û derheqa tiştên baş bifikirin. Em gerekê îzinê nedin, wekî fikirên xirab xwestinên xirab dilê meda qewî kin, yên ku dikarin me berbi gunê giran bivin (Fîlîpî 4:8; Kolosî 3:2; Aqûb 1:13-15).
Em gerekê xwe ji her tiştî dûr bigirin çi ku dikare bibe sebeb, wekî em gune bikin (Binihêre abzasa 13)
14. Em dîsa çi dikarin bikin, wekî xwe ji cêribandina xwey kin?
14 Em dîsa çi dikarin bikin, wekî xwe ji cêribandina xwey kin? Em gerekê sed selefî bawer bin, ku qanûnên Yehowa timê karê mera tînin. Dibeke cara bal me nayê standinê, wekî fikir û xwestinên me li gora xwestina Yehowa bin, lê hergê em ser xwe bixebitin ku vê yekê bikin, emê bi rastî bextewar bin.
15. Ça xwestina rast dikare alî me bike xirabiyê înkar kin?
15 Em gerekê xwestinên rast dilê xweda pêşda bînin û hîn bin, ku xirabiyê nefret kin û qenciyê hez bikin. Ev yek wê alî me bike xwe li rastiyê bigirin û ji derecên usa dûr bin, kîjan ku berbi xirabiyê dibin (Amos 5:15). Hergê xwestinên me rast bin, emê bikaribin xirabiyê înkar kin, gava nişkêva bêne cêribandinê.
16. Şixulên ruhanî ça alî me dikin dostiya xwe tevî Yehowa qewî xwey kin? (Binihêre usa jî şikil.)
16 Gelo em ça dikarin xwestinên rast nav xweda pêşda bînin? Bona vê yekê em gerekê wan tişta bikin, çi ku hezkirina me hindava Yehowa diha qewî dike. Mesele, gava em diçine civata, yan jî xizmetiyê, em ji cêribandina diha xweykirî ne û xwestina me hê qewî dibe ku dilê Yehowa şa kin (Metta 28:19, 20; Îbranî 10:24, 25). Gava em Kitêba Pîroz dixûnin û ser wê kûr difikirin, em hîn dibin ku hê zêde qenciyê hez bikin û xirabiyê nefret kin (Yêşû 1:8; Zebûr 1:2, 3; 119:97, 101). Îsa şagirtên xwera got: “Hişyar bimînin û timê dua bikin, seva ku hûn nekevine cêribandinê” (Metta 26:41). Gava em Bavê xweyî ezmanara dua dikin, em ji wî alîkariyê distînin, û xwestina me diha qewî dibe, ku dilê wî şa kin (Aqûb 4:8).
Şixulên ruhanî alî me dikin nekevine cêribandina (Binihêre abzasa 16)c
HIŞYAR BIMÎNE
17. Çi kêmasiya Petrûs hebû?
17 Heta ku em qisûrdar in, em nikarin bi temamî ji hemû kêmasiyên xwe aza bin. Were em dîna xwe bidine dereca Petrûsê şandî. Ji bo tirsa ber meriva, ewî Îsa sê cara înkar kir (Metta 26:69-75). Lê gava Petrûs bi mêrxasî ber Civîna Giregira derheqa Îsa xeber da, usa dihate kifşê, ku tê bêjî ew îda ji meriva neditirsiya (Karên Şandiya 5:27-29). Lê çend sal şûnda, Petrûs ji bo tirsa ber merivên “ku digotin, gerekê necihû bêne sinetkirinê”, wextekî tevî Mesîhiyên necihû xwarin nedixwar (Galatî 2:11, 12). Belê, dîsa tirs dikete dilê Petrûs û dibeke ew bi temamî ji tirsên xwe ne jî aza bû.
18. Çira lazim e ku em haş ji xwe hebin?
18 Em jî dikarin bikevine halekî usa. Gelo çi cûreyî? Diqewime em difikirin ku em îda ji kêmasîke xwe aza bûne, lê mîna Petrûs, dibeke em carna dîsa bi wî tiştî bêne cêribandinê. Mesele, birakî me usa dibêje: “Bi deha sala, min xwe ji pornografiyê dûr girtibû, û ez difikirîm ku ev problêma min îda safî bûye. Lê sistbûna min dîsa ez alt kirim”. Birê me berdewam dikir ser xwe bixebite. Ewî fem kir ku ew gerekê roj bi roj ser xwe bixebite, û diqewime heta xilaziya emirê xwe jî. Bi alîkariya jina xwe û rûspiyên civatê, ewî qewat distand, wekî xwe ji pornografiyê dûr bigire.
19. Em çi dikarin bikin, hergê em hela hê nikarin sistbûneke xwe alt kin?
19 Seva ku em ji bo kêmasîke xwe gune nekin, em gerekê çi bikin? Em gerekê guh bidin vê şîreta Îsa: “Hişyar bimînin”. Hela hê wî çaxî jî gava em texmîn dikin ku em qewî ne, dîsa jî em gerekê timê xwe ji tiştên ku dikarin me bicêribînin, dûr bigirin (1 Korintî 10:12). Bona vê yekê, were em van tişta bidine xebatê, çi ku alî me dikirin serkevin. Kitêba Metelok 28:14-da tê gotinê: “Xwezî bi wî kesî ku herdem ji Xwedê ditirse, ÎM” (2 Petrûs 3:14).
ÇIRA FERZ E KU EM HIŞYAR BIMÎNIN?
20-21. (a) Bona me çira kêrhatî ye hişyar bimînin? (b) Hergê em çi ji destê me tê bikin, Yehowa wê ça alî me bike? (2 Korintî 4:7)
20 Bona me kêrhatî ye ku em timê himberî cêribandina hişyar bimînin. Belê, gune dikare wexteke kin dilê meriv şa ke, lê jîyîna li gora qanûnên Yehowa şabûneke diha mezin tîne (Îbranî 11:25; Zebûr 19:8). Yehowa em usa çêkirine, ku em li gora qanûnên wî bijîn (Destpêbûn 1:27). Hergê em li gora qanûnên Wî bijîn îsafa me wê temiz be, û emê emirê heta-hetayê bistînin (1 Tîmotêyo 6:12; 2 Tîmotêyo 1:3; Cihûda 20, 21).
21 Rast e, “beden sist e”, lê dîsa jî ev yek nayê hesabê ku em nikarin himberî kêmasiyên xwe şer bikin. Yehowa hazir e qewatê bide me (Bixûne 2 Korintî 4:7). Dîna xwe bidinê, ku Xwedê qewateke ji qewata me zêdetir dide me. Gerekê em roj bi roj qewatê bidine xebatê, wekî nekevine cêribandina. Eva cabdariya me ye. Hergê em çi ji destê me tê bikin, em dikarin bawer bin, ku gava em hewce bin û Yehowara dua bikin, ewê diha zêde qewatê bide me (1 Korintî 10:13). Belê, bi alîkariya Yehowa em dikarin hişyar bimînin, ku nekevine cêribandina.
KILAMA 47 Her Roj Xwedêra Dua ke
a XEBERÊN ŞIROVEKIRÎ: Çaxê Îsa Metta 26:41-da besa “ruh” kir, bi vê yekê ewî dixwest bigota derheqa xwestina me, ku tiştên rast bikin. Lê çaxê ewî derheqa “bedenê” got, ewî da kifşê wekî em merivne gunekar û qisûrdar in, lema jî em gelek car nerast difikirin û şaşiya dikin. Û çaxê em dixwazin tiştên rast bikin, lê fesal nînin, em dikevine ber bayê xwestinên xweye nerast û xirabiyê dikin.
b Kesê ku gunê giran kiriye dikare karê bistîne ji kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! dersa 57, abzasa 1-3, û ji gotara “Raste-rast li Pêşiya Xwe Binihêre” ji Birca Qerewiliyê, Mijdar 2020, rûp. 27-29, abz. 12-17.
c ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Birak şebeqê rêza rojê dixûne, û ser xebatê wedê hêsabûnê Kitêba Pîroz dixûne û êvarê diçe civatê.